Şahid: Zaroka zikê wê bi dara Çamê ve kutan 2017-12-18 09:37:23 MEREŞ – Şahidê Komkujiya Mereşê Seyit Ali Ozkan, diyar kir ku bavê wî li ber çavê wî hat kuştin wiha got: "Bavê min li ber çavê min hat kuştin. Jina ducanî kuştin. Zaroka wê ji zikê wê derxistin. Bi dara çamê ve kutan. Ez jî ji wê darê re dibêjin Çama qatîl. Ji derve hatin û êrîş kirin. Divê em êdî bibin yek."  Di ser komkujiya li dijî elewiyên Mereşê ya 19'ê kanûna 1978'an re 39 sal derbas bûn. Lê hêj komkujî wekî îro di hiş û aqilan de zindî ye. Hêj berpirsiyarên komkujî û kujer nehatine cezakirin. Ser komkujiyê hat girtin û lepirsîn nehat kirin. Di hefteyekê de 150 kurdên elewî hatin kuştin. Hêzên girêdayî CIA û dewleta kûr bi destê nîjadperestan û hêzên Îslamiyên siyasî, li Mereşê li dijî Kurdên Elewî dest bi êrîşan kiribûn. Di 21'ê Kanûnê de 2 endamê Komeleya Piştevanî û Yekbûna Hemû Mamosteyan (TOB-DER) hatin kuştin û bûyer belav bûn. Di 22'ê Kanûnê de piştî êrîşa cenazeyan hat kirin bûyer sor bûn. Êrîşên giran ên li dijî Kurdên Elewî, heta 26'ê Kanûna 1978'an bê navber, hefteyekê dewam kirin. Li kolanên Mereşê nêçira kurdên elewî hatin kirin. Di çavderiya hêzên dewletê de 150 elewî hatin kuştin. Êrîşî mal û kargehên elewiyan kirin. Di êrîşan de, li gorî hejmarên fermî 111 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê tê gotin, 150 kes di vê komkujiyê de hatine kuştin. 552 xanî, 289 dikan û wesayît hatin şewitandin. Amadekarên Komkujiya Mereşê jî, weke 'sireke dewletê' hatin veşartin.   Piştî planên komkujiya li Mereşê ketin meriyetê û qirkirinê dest pê kir, ji sedî 80 ê bajêr hate koçberkirin. Ji sedî 70-80 ê nifûsa bajar ji Elewiyan pêk dihat. Komkujî mehek piştî danîna hîma Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pêk hat. Bi vê komkujiyê re yekser peyam dan Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan. Piştî komkujiyê, Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Îrfan Ozaydin ji bo lêkolînkirina komkujiyê tîmekî taybet ava kir. Vî tîmî agahiyên girîng bi dest xist. Lê ev agahî weke 'sira dewletê' hate binavkirin û hate veşartin. Di rapora Dozgerê Komarê yê wê demê Dundar Saner de, agahiyên berfireh li ser plansaziya komkujiyê dihat dayîn. Vê yekê jî nîşan da ku komkujî bi çi rengî bi organîzeyî hatiye kirin. Lê belê ji ber helwesta 'sira dewletê' ser komkujiyê hat girtin û nehat ronîkirin.   EWIL RASTÎ ZILMA ÊRÎŞKARAN PIŞTRE RASTÎ ZILMA DEWLETÊ HATIN   Kurê Pîrê elewî Gijik Dede Seyit Alî Ozkan ku bû şahidê bûyerê çîroka komkujiyê vegot. Ozkan, anî ziman ku ewil rastî zilma êrîşkaran û pişre rastî zilma dewletê hatine û wiha got: "Êrîşkaran gotin 'Mizgeft ji destê me diçin' û dest bi êrîşan kirin. Wisa dikirin qerîn û êrîş dikirin. Tu kesî dest mizgeftan jî nedabû, lê disa mizget kirin hincet û êrîş kirin. Ji destpêkê heta dawiyê canên elewiyan şewitandin. “Zilm li me kirin em kuştin û em şikandin."    BAVÊ MIN: EZ DÊ ÎŞEV BIMIRIM   Ozkan, anî ziman ku berî bûyer dest pê bikin alozî û rageşî pêş ketin û wiha got: "Bavê min Pîrê elewiyan Gijik Dede di bûyeran de hat kuştin. Êrîşkaran niqaşên ku çawa êrîş bikin dikirin. Di gotin 'em dê kahwexaneyê gulebaran bikin' Kesî guh nedida wan.  Diyar bû ku dê bûyer derkeve. Bavê min berê çû goristanê cihê xwe amadekir. Digot ‘3 rojên min mane' Min digot bavo guh nede wan. Ev titê vala ne. Beriya roja bê kuştin got ‘Ez dê îşev bimirin'. Em li bendê bûn êrîşî kahweya navîn bikin, lê êrîşî kahweya jêrin kirin. Li ber avê min bavê min kuştin. Yên li kahweyê xwe avêtin pêş bavê min. Lê xelas nebû. Di cenazeyê bavê min Gijik Dede de  80 hezar kes kom bûn. Di dema bûyrê de ez ji ser hişê xwe çûbûm. Ez nekaribûm tev li merasima cenaze bibim."    JI DERVE HATIN Û ÊRÎŞ KIRIN   Ozkan, anî ziman ku piştî Gijik Dede kuştin li taxan çend bûyer pêk hatin û wiha got: "Di bûyerean de 2 mamosteyên çepgir dema ji dibistanê derketin hatin kuştin. Piştî kuştina mamosteyan bûyer belav bû. Dozger cenazeyên mamosteyan dereng da. Dema me ji bo definkirina mamosteyan amadekari dikir, yên dervê Mereşê hatibûn jî ji bo êrîşî me bikin amadekari dikirin. Dema me hewl da cenazeyan defin bikin li tenişta Mizgefta Mezin bûyer derketin. Bi keviran êrîşî kesên beşdarî merasima cenaze bûn kirin. Em elewî paşve kişiyan taxan. Ji dervê Mereşê hatibûn. êrîşî me dikirin. Ji Mereş, Sêwas, Erziromê mirov hatibûn.    DARA ÇAMÊ    Ozkan, anî ziman ku dema çû krîva xwe bîne malê agahî jêre hat ku krîva wî hatiye kuştin û wiha got: "Dema kirêva min dihat mala me rastî êrîşê hat û hat kuştin. Du canî bû. Zaroka zikê wê ji zikê wê derxistin û bi dara Çamê ve kutan. Ez ji wê dara çamê re dibêjim dara Çam a Qatil. Her ku ez wê Çamê dibînim ez digirîm. Dibe ku zikê gelek jin perçe kiribûn û ew kuştibin.    Ozkan, anî ziman ku piştî bûyeran ji bajarên derve alîkarî ji wan re hat û wiha berdewam kir: "Ji Amedê TIR'ek alîkarî ji mere hat. Lê destûr nedan ku ew alîkarî li me bêbelav kirin. Di serdema awarte de bi ser malên mexdûr de digirtin. Rayedarên dewletê çavê xwe ji vê bûyerê re girt. Li şûna êrîşkaran binçav bikin û bigirin zilm li me kirin. Ceza li me birîn. Yên çek li mala wan tune bû çek avêtin mala wan û wekî çek hebe nişan dan. Hurmet ji miriyên me re nişan nedan. Divê êdî hemû mirovên me bibin yek û tedbîrên xwe bigirin."