Parlementerê ANAP'î: Qedexekirin rastiya Kurdistanê neguherîne

  • rojane
  • 09:03 17 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL - Parlementerê ANAP'ê yê berê Abdulbakî Erdogmûş wiha got: "Heke kurd nebêjin Kurdistan jî dê Kurdistan wek Kurdistan bimîne." Her wiha Erdogmûş ji bo pirsa "Kurdistan kuderê ye" jî heneka êdî wê her kes bibêje "Di dilê Osman Baydemîr de ye" kir. 

 
Di dema hevdîtinên budçeyê yên li Meclîsê de, ji ber Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr îfadeya "Kurdistanê" bi kar anî du roj cezayê derxistina ji desteya giştî lê hat birîn. Parlementerê ANAP'ê yê berê Abdulbakî Erdogmûş vê rewşê nirxand û wiha got: "Heke ev têgeh neyê bikaranîn jî lê realîteyeke Kurdistanê heye. Nehesibandina vê rastiyê ne rast e. Jixwe Kurdistan pênaseya erdnîgariyekê ye. Ji dema Selçûkiyan ve ev pênase heye û tim hatiye bikaranîn û îro jî tê bikaranîn." 
 
Erdogmûş, diyar kir ku li Tirkiyeyê dem bi dem bikaranîna navê Kurdistanê hatiye qedexekirin, lê belê tu hêleke vê rewşê ya huqûqî tune ye û nîqaşa wê ya li Meclîsê jî nîşan dide ku ka Tirkiye di warê azadiya ramanê de hatiye kîjan radeyê. Erdogmûş got ku bi taybetî divê li kursiya Meclîsê tu tişt nemîne ku bi awayekî azad neyê îfadekirin. Erdogmûş diyar kir ku erdnîgarî qeder in û mirov erdnîgariyên xwe hilnabijêrin û ji ber vê divê bi awayekî cudaparêzî neyên îfadekirin. Erdogmûş got ku ew nîqaşên bi vî rengî rast nabîne û wiha domand: "Mixabin di warê demokrasi, azadî û azadiya ramanê de asta ku em hatinê cihê xemgîniyê ye. Ev yek ji bo pêşeroja Tirkiyeyê jî cihê şik û gumana ye. Divê ev helwest tenê di der barê kurdan de neyê nirxandin. Divê ev di der barê hemû mirovên welat de bê nirxandin. 
 
'DEMA KURD BÊJIN KURDISATN SÛC E' 
 
Erdogmûş ev tişt gotin: "Di nîqaşên Meclîsê de henekeke xweş jî derket holê, dema pirsa 'Kurdistan kuderê ye' bê pirsîn, em ê mecbûr bimînin ku bêjin 'Di dilê Osman Baydemîr de ye'. Yanî ev yek wisa kirin, heke Kurdistan sûc be berpirsiyarê vê jî dilê Osman Baydemîr e. Wê ew jî vî sûcî bikişîne. Em ê jî hewaleyî dilê wî bikin." Erdogmûş, got ku têgeha Kurdistanê ji aliyê serokwezîran, kesên welat bi rê ve dibin tê bikaranîn û li kursiya Meclîsê jî hatiye gotin. Erdogmûş wiha domand: "Têgeheke 'siyasî' ya ku hin kes bi lêv dikin, dema kurd wê bi lêv bikin ma sûc e? Ev neqehî ye û li nasnameya Meclîsê jî nayê. Em bi vê rewşê zaf xemgîn bûn, helbet wê nîqaşên siyasî polîtîk çê bibin." Erdogmûş divê ev yek wek mafekî demokratîk ê kursiyê û çeşîdariyekê bê dîtin. 
 
Erdogmûş ku got "Heke kurd nebêjin Kurdistan jî dê Kurdistan wek Kurdistan bimîne" diyar kir ku bilivêkirina vî navî zirarê nade yekpareyiya Tirkiyeyê û ev tişt gotin: "Yanî dema Tirkiye hat avakirin jî paşê pênaseya Kurdistanê hatiye kirin û bi vê yekê Tirkiye nehatiye perçekirin. Pênaseya Kurdistanê heta niha bi tu awayî Tirkiyeyê parçe nekiriye û wê ji niha û pê ve jî neke." 
 
MA / Muhammed Dogru - Bilal Seçkin
 

Sernavên din

18/12/2017
09:11 'Elewî û sunnî anîn hemberî hev'
09:10 Serê Keleha Hezo ya hezar û 500 sal bi mermeran girtin
09:10 ‘Baran jî bi jehrî dibare’
09:09 ‘Daxuyaniyên hikûmetê dek û dolab in'
09:08 Konca 2017 bû sala têkoşa jinê, 2018 dê bibe sala destxistinê
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2017'AN
07:30 Koçyîgit û Hamzaoglu dîsa bûn serokên HDK'ê
17/12/2017
17:52 Serdar ê întîhar kir mir
16:21 ‘Em amade ne li Geliyê Loçê can bidin'
16:14 'Girtiyên siyasî dijmin, yên edlî jî biyanî dibînin'
15:54 Şahida komkujiya Dersimê Kiyançiçek hat definkirin
15:53 Ciwanên dirûşma 'Tayyîpê dizek' berz kir, polîsan li wan da
15:25 Akçelîk: Ayende di Tirkiyeya beyî AKP'ê de ye
14:29 TEV-DEM: Pergala me dê ji bo Rojhilata Navîn bibe çareserî
14:15 4 jinên endamên Malên Gel hatin binçavkirin
13:56 'Gelên bindest îro dîsa li ser dika dîrokê ne'
13:54 Tuncel: Dem dema rakirina tecrîdê ye
12:40 Hamzaoglu: Em ê bi dibistanên HDK'ê komara demokratîk ava bikin
12:39 Bijîşkê Revîrê: Qîmeta birîna derbê tune
12:20 HDK'ê ji bo 'Yekîtiya li dijî faşizmê' Lijne kom kir
12:20 Îdiaya gefa kuştinê li girtiyan xwarin
11:36 Cotkarên pembu tişta qezenc dike dide avê!
11:25 Îdîanameya Rojnameger Ataman 20 meh şûnde amadekirin
11:08 Şaredariya AKP'î cihê şînê nedan malbata Araç
11:06 Oflas: Dosyaya Turfent wekî ezmûneke azadiya çapemeniyê li pêşberî Tirkiyeyê bû
10:40 Doza Manîsayê: Nepoxa wan her roj diteqe
10:26 Karkerên taşeron: Em naxwazin bibin pêlîstokê hikumetê
10:19 Îşkenceya li pişt kamerayan
09:41 ‘Li Akkuyuyê kesê pêzan agahî ji înternetê girtin û rapora ÇED'ê amade kir’
09:10 Berê bi kîsan kartol dikirîn, niha bi kîloyan
09:09 Esnaf: Ev mezinbûneke çawa ye, her diçe rewşa me xerabtir dibe
09:08 Mêşvan 2 salin hêvî dike lê qezenç tune
09:07 ‘Her ku li wê kuçeyê dinerim...'
09:06 Polis: Têkiliya te ya dilînî bi wî mêrî re heye?
09:05 Şaredariya CHP'î wêneyên komkujiya 38'an rakir
09:03 Parlementerê ANAP'î: Qedexekirin rastiya Kurdistanê neguherîne
09:03 Qeyûmê Wanê malê şaredariyê difiroşe
09:02 Koçyigit: Bi avakirina enternasyonalîzma jinê gaveke girîng tê avêtin
09:00 Rêxistinên çapemeniyê: Rojnameger dê ligel her tiştî nûçeyan çêkin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2017'AN
16/12/2017
18:48 Şahida komkujiya 38'an a Dersimê jiyana xwe ji dest da
18:38 Wêje û terha alegoriyê hat nîqaşkirin
18:16 Prof. Dr. Fîncanci: Îşkenceyê têxin qeydan
16:30 Malbatê cenazeyê Araç ê polîsan got 'întîhar kiriye' wergirt
16:07 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat berdan
15:51 Li Dêrsimê 30 herêm qedexe kirin
15:42 Xebatkarên TV10'ê: Qetilkirin serbest e, bîranîn qedexe ye
15:16 Xizmên windayan aqûbeta windayên Dersim û Sîweregê pirsîn
15:03 Di Rûniştina F'ê de xwestin Tîkît serbest bê berdan
15:02 Baydemîr: Ha qeyûm ha ziqûm
14:56 Dayikên Şemiyê: Tu gihişt bavê min pîrê?
14:40 Namzetê CHP’ê yê Şaredariya Ataşehîrê diyar bû
14:34 Li Kolana Yukselê 6 çalakvan hatin binçavkirin
14:23 ‘Êrîşa zayendî ya Rezanê polîtîkayên dewletê ye’
14:12 Jinên girtî bi nameyan tev li Konferansê bûn
13:46 Kesê li Rezane îstîsmara du zarokan kir, hêj serbest e
13:31 Piştî binçav kirin û birin TEM'ê gotin 'întihar kiriye'
13:25 Baran: Kirin û gotinên wan hev nagirin
Bîlgen: Têkiliya welatên ÎÎT’ê bi Îsraîlê re hene
12:54 Kurê Mesut Yilmaz kuştî hat dîtin
12:23 Jinên HDK’î ‘Enternasyonalizma Jinê’ ava dikin
11:32 Welatiyê ku nikarîbû bimeşiya binçav kirin
11:27 7 bersûcên Reîna li Stenbolê serbest in
11:19 Ji Hikûmeta Îrlandayê banga ‘Pirsgirêka kurd bi diyalogê çareser bikin'
11:11 ‘Tu qîmeta karkerê kadroyê li Tirkiyeyê tune’
10:57 'Chalak Events' derdorên cuda li dora kurdî dicivîne
10:57 ‘Qedexeya’ li Amed, Heskîf û Bedlîsê hat rakirin
10:07 Ji 13 gundiyan 4 gundî hatin berdan
10:04 Koordinatora ÎHOP'ê Salman: 'Mirina medenî' li civakê ferz dikin
10:01 Deng û rengê Newala Dîcleyê bi maşîneyên kar tune dikin
10:00 Nameya rojnameger Oruç ‘bifikar’ hat dîtin
09:51 Girtiya nexweş Seyran Demîr li ber mirinê ye!
09:49 Meclîs li dijî binpêkirinên mafan ker e
09:49 DEDAŞ'ê li kuçeya koşka trafo ava kir
09:48 Qedexeyên derketina derve jiyan li gundiyan herimand
09:16 Parêzer Delebe: Ji bo îfadeyê ji girtîgehê birina TEM'ê dijqanûnî ye
09:15 Ji bav û kalan ve gravyer û qaşar hildiberînin
09:14 Bi goreyan debarê dike
09:11 ‘Dans sekneke ciddî ye'
09:11 Dîroka jinên Tirkiyeyî di vê ajandayê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2017'AN
15/12/2017
20:44 Rojnameger Nedîm Turfent rastî 8 sal û 9 meh ceza hat
16:44 Ozturk: Ji şewitandinê heta hilweşandinê polîtîka wan bi ser neket
16:23 Dozger xwest Rojnameger Turfent neyê berdan
16:02 8 sal u 9 meh ceza li Edîbe Şahîn birîn
15:52 Ruhavîoglu: Em difikirin ku lêpirsîna Elçî bi qisûr e
15:52 KESK'iyên Îzmirê faks ji Serokwezîr re şandin
15:20 Siyasetmedarê kurd Ferhan Turk hat berdan
14:56 Hevşaredarên Seray û Qelqeliyê hatin berdan
14:52 Serokê dadgehê: Biryara qedexeyê tune, îdianameyê wiha nirxandiye
14:48 Danişîna rojnameger Turfent dest pê kir
14:45 Ûca xwest Cejna Êzî bibe wesîleya azadiya jinên di destê DAIŞ'ê de
14:35 Di şewata li Tokatê de 3 zarok mirin
14:34 Sancar: Kurdistanê ji Erdogan bipirsin
14:23 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
14:23 Bîlgen: Tişta ji bo fars, ereb û tirkan caîz be divê ji bo kurdan ne heram be
13:53 Erdogan got 'Kurdistan' li çepikan dan
Baydemir got 'Kurdistan' ceza dan
13:34 Di lêpirsîna Zarrab de 3 kes hatin girtin
13:08 Şaredarê AKP'î yê Esenyurtê îstîfa kir
13:08 Sîvrî: Tirkiyeyê li Rojava û Rojhilata Navîn winda kir
12:55 Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk nehat berdan