Parlementerê ANAP'î: Qedexekirin rastiya Kurdistanê neguherîne 2017-12-17 09:03:54 STENBOL - Parlementerê ANAP'ê yê berê Abdulbakî Erdogmûş wiha got: "Heke kurd nebêjin Kurdistan jî dê Kurdistan wek Kurdistan bimîne." Her wiha Erdogmûş ji bo pirsa "Kurdistan kuderê ye" jî heneka êdî wê her kes bibêje "Di dilê Osman Baydemîr de ye" kir.    Di dema hevdîtinên budçeyê yên li Meclîsê de, ji ber Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr îfadeya "Kurdistanê" bi kar anî du roj cezayê derxistina ji desteya giştî lê hat birîn. Parlementerê ANAP'ê yê berê Abdulbakî Erdogmûş vê rewşê nirxand û wiha got: "Heke ev têgeh neyê bikaranîn jî lê realîteyeke Kurdistanê heye. Nehesibandina vê rastiyê ne rast e. Jixwe Kurdistan pênaseya erdnîgariyekê ye. Ji dema Selçûkiyan ve ev pênase heye û tim hatiye bikaranîn û îro jî tê bikaranîn."    Erdogmûş, diyar kir ku li Tirkiyeyê dem bi dem bikaranîna navê Kurdistanê hatiye qedexekirin, lê belê tu hêleke vê rewşê ya huqûqî tune ye û nîqaşa wê ya li Meclîsê jî nîşan dide ku ka Tirkiye di warê azadiya ramanê de hatiye kîjan radeyê. Erdogmûş got ku bi taybetî divê li kursiya Meclîsê tu tişt nemîne ku bi awayekî azad neyê îfadekirin. Erdogmûş diyar kir ku erdnîgarî qeder in û mirov erdnîgariyên xwe hilnabijêrin û ji ber vê divê bi awayekî cudaparêzî neyên îfadekirin. Erdogmûş got ku ew nîqaşên bi vî rengî rast nabîne û wiha domand: "Mixabin di warê demokrasi, azadî û azadiya ramanê de asta ku em hatinê cihê xemgîniyê ye. Ev yek ji bo pêşeroja Tirkiyeyê jî cihê şik û gumana ye. Divê ev helwest tenê di der barê kurdan de neyê nirxandin. Divê ev di der barê hemû mirovên welat de bê nirxandin.    'DEMA KURD BÊJIN KURDISATN SÛC E'    Erdogmûş ev tişt gotin: "Di nîqaşên Meclîsê de henekeke xweş jî derket holê, dema pirsa 'Kurdistan kuderê ye' bê pirsîn, em ê mecbûr bimînin ku bêjin 'Di dilê Osman Baydemîr de ye'. Yanî ev yek wisa kirin, heke Kurdistan sûc be berpirsiyarê vê jî dilê Osman Baydemîr e. Wê ew jî vî sûcî bikişîne. Em ê jî hewaleyî dilê wî bikin." Erdogmûş, got ku têgeha Kurdistanê ji aliyê serokwezîran, kesên welat bi rê ve dibin tê bikaranîn û li kursiya Meclîsê jî hatiye gotin. Erdogmûş wiha domand: "Têgeheke 'siyasî' ya ku hin kes bi lêv dikin, dema kurd wê bi lêv bikin ma sûc e? Ev neqehî ye û li nasnameya Meclîsê jî nayê. Em bi vê rewşê zaf xemgîn bûn, helbet wê nîqaşên siyasî polîtîk çê bibin." Erdogmûş divê ev yek wek mafekî demokratîk ê kursiyê û çeşîdariyekê bê dîtin.    Erdogmûş ku got "Heke kurd nebêjin Kurdistan jî dê Kurdistan wek Kurdistan bimîne" diyar kir ku bilivêkirina vî navî zirarê nade yekpareyiya Tirkiyeyê û ev tişt gotin: "Yanî dema Tirkiye hat avakirin jî paşê pênaseya Kurdistanê hatiye kirin û bi vê yekê Tirkiye nehatiye perçekirin. Pênaseya Kurdistanê heta niha bi tu awayî Tirkiyeyê parçe nekiriye û wê ji niha û pê ve jî neke."    MA / Muhammed Dogru - Bilal Seçkin