STENBOL - Kurê Serokwezîrê berê Mesut Yilmaz Mehmet Yavuz Yilmaz li mala xwe ya Beykozê kuştî hat dîtin.
Kurê Serokwezîrê berê Mesut Yilmaz Mehmet Yavuz Yilmaz li mala xwe ya Konakên Beykoz a Stenbolê kuştî hat dîtin. Ji ber ku Yilmaz bi çekê hatiye kuştin, polîs û yekîneya tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Yekîneyên tenduristiyê diyar kirin ku Mehmet Yavuz Yilmaz miriye.
Hat diyar kirin ku Yilmaz întîhar kiriye. Lêpirsîna polîsan a li cihê bûyer didome.