Kurê Mesut Yilmaz kuştî hat dîtin 2017-12-16 12:54:47 STENBOL - Kurê Serokwezîrê berê Mesut Yilmaz Mehmet Yavuz Yilmaz li mala xwe ya Beykozê kuştî hat dîtin.  Kurê Serokwezîrê berê Mesut Yilmaz Mehmet Yavuz Yilmaz li mala xwe ya Konakên Beykoz a Stenbolê kuştî hat dîtin. Ji ber ku Yilmaz bi çekê hatiye kuştin, polîs û yekîneya tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Yekîneyên tenduristiyê diyar kirin ku Mehmet Yavuz Yilmaz miriye.  Hat diyar kirin ku Yilmaz întîhar kiriye. Lêpirsîna polîsan a li cihê bûyer didome.