TOKAT – Li gundê Bozyurt a navçeya Nîksarê di malekê de şewat derket û 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Li gundê Bozyurt ê girêdayî navçeya Nîksar a Tokatê nîvrokî di malekê de şewat derket. Di şewatê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Sedema qewimandina şewatê nehat hînbûn û di demek kurt de agir belavî hemû mala du qat a bi textik bû. Li gel mudaxeleya gundiyan agir venemirî û avahî hilweşiya. Di şewatê de 3 zarokên temenê wan nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan.
Lêpirsîna têkildarî şewatê hat destpêkirin didome.