Di şewata li Tokatê de 3 zarok mirin 2017-12-15 14:35:11 TOKAT – Li gundê Bozyurt a navçeya Nîksarê di malekê de şewat derket û 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.  Li gundê Bozyurt ê girêdayî navçeya Nîksar a Tokatê nîvrokî di malekê de şewat derket. Di şewatê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Sedema qewimandina şewatê nehat hînbûn û di demek kurt de agir belavî hemû  mala du qat a bi textik bû. Li gel mudaxeleya gundiyan agir venemirî û avahî hilweşiya. Di şewatê de 3 zarokên temenê wan nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan.    Lêpirsîna têkildarî şewatê hat destpêkirin didome.