‘Şidet çiqas dewam bike dê travma jî ew qas kûr bibin’

  • rojane
  • 10:02 14 Kanûn 2017
  • |
img

AMED - Xebatkara DÎTAM'ê Dîlan Kaya diyar kir ku şerê li herêmê çiqasî kûr bibe, dê şidet û travma kûrtir bibe, heke li dijî şer aştiya civakî pêk bê dê şidet û travma ji holê rabe.

Şerê ku dewlet li Kurdistanê dimeşîne, binpêkirinên mafan di asta herî jor de ne. Şer bandoreke xirab li ser mirovan dike, bi xwe re şidet û travmayên cidî derdixe holê. Bi îlankirina OHAL'ê re, şidet û travmaya ku dewlet diafirîne, civakê roj bi roj dipelçiqîne. Ev travmayên civakî bi rêya medya, nûçe, fîlm û rêzefîlman hêj tên berfirehkirin û wekî ku rewşek asayî be bi derdikeve pêş. Xebatkara Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Dîlan Kaya, bandora şidetê ya li ser civakê çi bi xwe re tîne wiha şîrove kir: "Heta şideta li ser civakê neguhere, dê travmayên heyî ji holê ranebin."
 
‘EM XEBATÊN QADÊ DIMEŞÎNIN’
 
Kaya destnîşan kir ku bi piştî şer li herêmê dest pê kir, DÎTAM zêdetir li herêmê di warê aborî, siyasî û civakî de lêkolînan dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêşniyaran dike û daneyên heyî digire û ev tişt got: "Ji derveyê herêmên bi şer, li qadê jî xebatên me pêk tên û li ser tiştên diqewimin xebatên lêkolîn tên kirin û dane tên berhevkirin. Em herî zêde li Sûrê xebatan dimeşînin. Malbatên li vir mafên wan hatine îhlalkirin, daneyên di vê der barê de tên girtin, di warê xizmeta civakî, hiqûq û derûnî de em piştgiriyê didin wan. Me heta nih xwe gihand 390 malbatên Sûrê û li ser jiyana welatiyên Sûrê çavdêrî hat kirin. Li navçeyên Rezan, Yenîşehîr û Peyasê yên Amedê xebat tên meşandin."
 
‘ŞER TRAVMAYÊ KÛR DIKE’
 
Kaya aşkera kir ku dema ew li qadê lêkolînan dikin, travma û şidetek dijwar derdikeve pêşberî çavan û da zanîn ku malabtên Sûrê nikarin bandora şer li ser xwe bavêjin û ev jî di wan de travmayên cidî çê dike û wiha axivî: "Li ser navê wan malbatan gotinek gotin gelekî zehmet e. Travmayên wan jî gelekî zehmet e. Mînak yek dengê êrîşeke bombeyî dibihîse, yek li pêş çavê xwe kesekî hatiye kuştin dibîne. Yek di mala xwe de girtî dimîne. Travmaya her kesî ew qas cuda ye û şîrovekirina van gelekî zehmet e."
 
‘PÊDIVÎ NAHÊLIN BINPÊKIRINÊN MAFAN BÊN DÎTIN’ 
 
Kaya anî ziman ku şidet di jiyana civakî de bûye tiştek asayî, ev tiştekî ne ji rêzê ye divê mekanîzmayên ku bikaribe civakê vebêje daynin holê û wiha pê de çû: "Ev şideta divê wekî binpêkirineke mafan ji civakê re bê vegotin. Mafên me yên perwerde, hewîn, tenduristî heye û heke em welatiyên vî welatî bin û di nav dewleteke civakî de em bijîn, ev hemû ne alîkarî ne, maf in. Dibe di vê çarçoveyê de ev ji malbatan re bê vegotin û beyî ku bibe rewşek ji rêzê, bi wan bidin fêmkirin. Lê pêwîstiyên aborî nahêle binpêkirinên mafan bên dîtin. Vê yekê wekî binpêkirineke mafan nabînin."
 
‘ŞER BANDOR LI SER LÎSTIKÊN ZAROKAN KIR’
 
Kaya der barê travmayên zarokan de jî agahî da û axaftina xwe wiha dewam kir: "Mînak di çavdêriyên me yên li qadê de hat dîtin ku zarok zêde bir bi şidetê ve diçin. Di lîstikên xwe de 'lîstikên şer' zêdetir tercîh dikin, ji deng bandorbûn û her çendî temenê wan hatibe astekî jî ji ber tiştên di pêvajoya şer de jiyan kirine, binê xwe şil dikin û hin refleksên derûnî xwe didin der. Bêguman ev hemû di her yekî de xwe cuda dide nîşan."
 
‘DIVÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN MALBATAN’
 
Kaya anî ziman ku malbatên ku travma derbas kirne û bi şidetê re rû bi rû mane, heke piştgiriyekê negirin, dê her tişt zêdetir xirab bibe û aşkera kir ku di pêvajoya şer de herî zêde jin û zarok ji vê rewşê bandor bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di çavdêriyên me yên li ser zarokan de, hin zarokên li dibistanê bi mamoste û hevalên xwe re ne di nava danûnstandinê de ne û her dem bêdeng in. Ev zarok berê şer ne wiha bûn û piştî tişt jiyan kirin, ev di wan de derket holê."
 
‘HETA ŞIDET DEWAM BIKE...’
 
Kaya destnîşan kir ku ji ber aştiya civakî nehatiye sazkirin û bi vê re îlankirina OHAL'ê û girtina saziyên civakî re, travmaya di civakê de qet bi qet zêde bûye û ev tişt anî ziman: "Ev pêvajoyên dermankirinê de salek û du salan neqede. Heta ev şideta di nava civakê de neguhere, piştgiriya ji bo mirovan jî ne çareserî ye. Ev şidet her roj li bajêr bê afirandin, ji bo civakê aramî tune be, piştgiriya ji bo we dê encamê nede. Ji bo wê divê planeke çalakiyan a berfireh bê kirin û piştgiriyên lezgîn bên avakirin, ne xwe dê travmayên heyî neyên derskirin."
 
‘ÎSTISMAR Û ÊRÎŞ BI TUNDIYÊ VE GIRÊDAYÎ YE’
 
Kaya herî dawî derbirî ku şerê li hermê di warê derûnî, fîzîkî û şidetê de xwe dide der, bi vê ve girêdayî îstismara li dijî jin û zarokan bi şideta li wî bajarî ve girêdayî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo bajarek jiyaneke aram derbas bike, jiyana fîzîkî gelekî girîng e. Cih û warê ku bê avakirin, ji b aramiyê girîng e. Mînak sînorên ku hûn di bajêr de datînin, hem dîwarên hûn lê dikin e hemû teşe dide jiyana civakî. Ev piştgiriya şidetê jî dike. Heke ev neyên dîtin, dê şideta li bajêr neyê dîtin."
 

Sernavên din

15/12/2017
12:35 Ondul: Di her kêliyê de dibe em bên girtin
12:33 Waliyê Amedê ‘Mîhrîcana Mafê Mirovan’ qedexe kir
12:30 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
12:11 Malbat ji bo xizmên xwe yên li Îmraliyê bibînin daxwazname dan
12:06 ‘Wê hesab neyê dayîn’ li Îzmîrê derket ser dikê
11:51 Zabite firotina şîr û mastê gundan asteng dike
10:41 Kaya ÎÎT nirxand: Li Riyadê ‘Filîstîn terorîst’ hat nîşandan çima we bertek nîşan neda?
10:32 Dadgeh: Dibe ku dirûşm berz nekiribe, lê divê ji vê rewşê aciz bûbûna
10:21 Serokê Meclîsê: Em ji bo berdana wekîlên girtî mesrefê nakin
10:14 ESP: Her tecrîd giran bibe dê parçebûn zêde bibe
10:08 Baydemîr: Li Deriyê Çiyê sêdar jî daynin Kurdistan di dilê 40 milyonî de ye
10:02 Dozger qusûra rayedaran di kuştinên li bajarên qedexe de nedît
09:31 1HaberVar: Em li gorî polîtîkayên îktîdarê rojnamegeriyê nakin
09:25 'Jiyana ekolojîk û komun esas digirin'
09:24 Helbestvan Loran: Helbesta 90'î hebûna kurdan, a îro jî komkujiyan îspat dike
09:23 Mamosteya hat îxrackirin: Em ê tu carî serî netewînin
09:22 Kesên teqawîd meaş û jiyaneke mirovane dixwazin
09:21 Ajokarên koçberên Sûrî bar dikin rastî 1000 tl ceza tên
09:21 Hindik maye esnafên xana dîrokî jî dikanên xwe bigirin
09:11 Polîsê ku Oner kuşt wê li dadgeha cezayê giran bê darizandin
09:10 Sîxurî qebûl nekir sirgûn bû
09:09 Li şûna malên Sûrê yên rûxandin otelên bûtîk û vîlla ava dikin
09:09 Qedexekirina tûtinê pişta tûtinvanan şikand
09:08 Jinên Bedlîsî çanda pêtina nanê tenûrê belav dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2017'AN
14/12/2017
18:52 Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok hat berdan
17:30 Malbatên Roboskê: Gelo em vê êşê çawa pênase bikin?
17:03 Polîsan rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî şewitand
16:47 Bîlgen: Berteka li dijî 'Kurdistan' înkara dîroka Meclisê ye
16:33 Dadgehê daxwaza girtina polîsê ku Kemal kuşt red kir
16:16 Serokê dadgehê SEGBÎS rexne kir: Tim qût dibe
16:00 Kerestecîoglu: Hikumet ne ji bo jinan, ji bo şer dixebite
15:46 DAIŞ’ê hevjînê xwe birîndar kir li ser sînorê Sûriyeyê hat girtin
15:43 Polîsê Kemal Kurkut kuşt hêj li ser kar e
15:03 HDP'ê ji bo Cizîr û Silopiyê pêşnûmeya lêkolînê da
15:01 Şaredariya DBP'i avakir qayûm xerakir!
14:48 Endamên KESK'ê faks ji Serokwezîr re şandin
14:34 Di çalakiya Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin
14:14 Parêzerên Ocalan daxwaznameya 713'emîn ji bo hevdîtinê da dozgeriyê
14:13 Şahid îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
14:11 Parêzer Ozbîngol: Tundiya li ser jinê zêdebû, lê nayê dîtin
13:58 ‘Li darxistina mîhrîcana fîlman jî berxwedanek e’
13:29 Rojnameger Turfent sibê derdikeve dadgehê
13:28 Bi hinceta Demîrtaş 'kesekî naskirî ye' neanîn dadgehê!
12:59 Parastina AKP'ê ya DMME'ê: Girtina parlamenterên HDP'ê pêwist bû
12:41 Girtiyên Osmaniyê dikevin greva birçîbûnê
12:29 Tunç: Pênaseya gotina şehîd ne karê dadgehê ye
12:21 Hawara Dayika Kurkut: Cihê Kurkut lê hat kuştin vir e?
12:19 ‘Gelo Mustafa Kemal bi peyva Kurdistan cudakarî kir?’
11:56 2 jê parêzer 10 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
11:55 Bi hinceta 'dê lêkolîn bikin' dest danîn ser parastina girtiyan
11:46 Dadgeha herêmî cezayê hevseroka DBP'ê xirab kir
11:33 Parêzer Bek: Pêkanîna nû ya Ewlekariyê îtirafkariye
11:32 Dayika Kemal: Ji Kemalê min çi xwestin
11:17 Bersûcên Aladagê ji berpirsyariyê direvin
10:47 Dînç: Êrîşa li dijî Şengalê êrîşa li dijî baweriyê bû
10:42 Tomerîfiroş: Esnaf bi deynê qilopanî dide avêtin
10:31 Gelo li Rezanê çi diqewime: Tacîz kir û çek lê kişand
10:05 Dozger Pirtûka Rojnameger Aykol 'materyala rêxistinî' hesiband
10:04 29 roj in aqûbeta Çelîkê ku Walîtiyê got 'tevkar' e nayê zanîn
10:03 Ka ne tê firotin û ne tê kirîn
10:02 ‘Şidet çiqas dewam bike dê travma jî ew qas kûr bibin’
09:42 Esnafên Wanê: Derî heye lê bazirganî tune ye
09:42 Qazek bûye 150 TL
09:34 Banga ji bo ‘Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira’
09:33 Aborîzan Sonmez: Di aboriya mezin bibe de çawa betalî zêde dibe?
09:13 Jinên HDK'î li dijî faşîzmê, konferansa jin û jiyanê li dar dixin
09:13 Dijberî Kurdan Lozana duyem!
09:12 Rojnameger Çelebî: Trump bi serê xwe biryara Qudusê nedaye
09:11 22 sal şûnde kujer ji nûve tên darizandin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2017'AN
13/12/2017
18:04 Rojnameger herî zêde li Tirkiye girtîne
17:45 Teşkîlata Hevkariya Îslamê: Qudus paytexta Fîlîstîn a di bin dagirkeriyê de ye
16:55 Di salekê de 40 kes li Wanê hatin kuştin
16:43 Zeydanê HDP'î nehat berdan
16:31 Dijberiya 'Kurdistan' derbasî girtekan bû
16:16 Zeydan: AKP, ji bo nemiriya xwe darazê bi kar tîne
15:54 Îdîaya li Kobanê 2 leşker hatin kuştin
15:51 Erdal Eren û hevrêyên wî bibîranîn
15:34 Yuksekdag ji şandeya navneteweyî re name şand
15:16 Meclîsa Tirkiye li peyva 'Kurdistan' ceza birî
15:06 Endama MYK KESK’ê Atasoy: Emê tirsê belav bikin
15:05 Endama DÎK’ê Suheyla Înal: ÎÎT zîrveya durûtiyê ye
14:47 Doza Elvan taloq bû: Dê polîs bên guhdarkirin
14:40 Di çalakiya Yukselê de 7 binçav kirin
14:17 104 kesan ji bo Gulmen û Ozakça îlan dan rojnameyê
14:10 Wekîla HDP’ê xwest rûxandina li Sûrê bê lêkolînkirin
13:49 Peyva 'Kurdistan' wekîlên AKP'ê aciz kir
13:38 Erebistana Siûdî Yemen bombe kir 39 kes kuştin
13:30 Dadgeha bilind cezayê li kujerê Ethem Sarisuluk hat birîn kêm dît
12:40 'Heta rola Ocalan a li Rojhilata Navîn neyê dîtin dê aştî pêk neyê'
12:39 Di nav welatiyên binçavkirî de yên 85 salî û 82 salî jî hene
12:25 Îlham Ehmed: Ger rewşenbir rola xwe nelîzin dê ji trêna şoreşê bimînin
12:09 Doza Berkîn Elvan dest pê kir: Dayik li ser hişê xwe çû
12:06 Serokê Meclîsê rekora redkirinan şikand!
11:41 Dadgehê xwest Demîrtaş bînin danişînê
11:35 Cenazeyê Hakan Arslan ê li Sûrê 23 mehin nayê dîtin
11:21 Zilamê li Amedê tecawizê 2 zarokan kir, dîmenên wî derketin holê
11:20 Waliyê Êlihê derve li Heskîfê qedexe kir
10:59 Oztuzun: Ocalan mîmarê jiyana hevpar a gelan e