‘Şidet çiqas dewam bike dê travma jî ew qas kûr bibin’ 2017-12-14 10:02:58 AMED - Xebatkara DÎTAM'ê Dîlan Kaya diyar kir ku şerê li herêmê çiqasî kûr bibe, dê şidet û travma kûrtir bibe, heke li dijî şer aştiya civakî pêk bê dê şidet û travma ji holê rabe. Şerê ku dewlet li Kurdistanê dimeşîne, binpêkirinên mafan di asta herî jor de ne. Şer bandoreke xirab li ser mirovan dike, bi xwe re şidet û travmayên cidî derdixe holê. Bi îlankirina OHAL'ê re, şidet û travmaya ku dewlet diafirîne, civakê roj bi roj dipelçiqîne. Ev travmayên civakî bi rêya medya, nûçe, fîlm û rêzefîlman hêj tên berfirehkirin û wekî ku rewşek asayî be bi derdikeve pêş. Xebatkara Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Dîlan Kaya, bandora şidetê ya li ser civakê çi bi xwe re tîne wiha şîrove kir: "Heta şideta li ser civakê neguhere, dê travmayên heyî ji holê ranebin."   ‘EM XEBATÊN QADÊ DIMEŞÎNIN’   Kaya destnîşan kir ku bi piştî şer li herêmê dest pê kir, DÎTAM zêdetir li herêmê di warê aborî, siyasî û civakî de lêkolînan dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêşniyaran dike û daneyên heyî digire û ev tişt got: "Ji derveyê herêmên bi şer, li qadê jî xebatên me pêk tên û li ser tiştên diqewimin xebatên lêkolîn tên kirin û dane tên berhevkirin. Em herî zêde li Sûrê xebatan dimeşînin. Malbatên li vir mafên wan hatine îhlalkirin, daneyên di vê der barê de tên girtin, di warê xizmeta civakî, hiqûq û derûnî de em piştgiriyê didin wan. Me heta nih xwe gihand 390 malbatên Sûrê û li ser jiyana welatiyên Sûrê çavdêrî hat kirin. Li navçeyên Rezan, Yenîşehîr û Peyasê yên Amedê xebat tên meşandin."   ‘ŞER TRAVMAYÊ KÛR DIKE’   Kaya aşkera kir ku dema ew li qadê lêkolînan dikin, travma û şidetek dijwar derdikeve pêşberî çavan û da zanîn ku malabtên Sûrê nikarin bandora şer li ser xwe bavêjin û ev jî di wan de travmayên cidî çê dike û wiha axivî: "Li ser navê wan malbatan gotinek gotin gelekî zehmet e. Travmayên wan jî gelekî zehmet e. Mînak yek dengê êrîşeke bombeyî dibihîse, yek li pêş çavê xwe kesekî hatiye kuştin dibîne. Yek di mala xwe de girtî dimîne. Travmaya her kesî ew qas cuda ye û şîrovekirina van gelekî zehmet e."   ‘PÊDIVÎ NAHÊLIN BINPÊKIRINÊN MAFAN BÊN DÎTIN’    Kaya anî ziman ku şidet di jiyana civakî de bûye tiştek asayî, ev tiştekî ne ji rêzê ye divê mekanîzmayên ku bikaribe civakê vebêje daynin holê û wiha pê de çû: "Ev şideta divê wekî binpêkirineke mafan ji civakê re bê vegotin. Mafên me yên perwerde, hewîn, tenduristî heye û heke em welatiyên vî welatî bin û di nav dewleteke civakî de em bijîn, ev hemû ne alîkarî ne, maf in. Dibe di vê çarçoveyê de ev ji malbatan re bê vegotin û beyî ku bibe rewşek ji rêzê, bi wan bidin fêmkirin. Lê pêwîstiyên aborî nahêle binpêkirinên mafan bên dîtin. Vê yekê wekî binpêkirineke mafan nabînin."   ‘ŞER BANDOR LI SER LÎSTIKÊN ZAROKAN KIR’   Kaya der barê travmayên zarokan de jî agahî da û axaftina xwe wiha dewam kir: "Mînak di çavdêriyên me yên li qadê de hat dîtin ku zarok zêde bir bi şidetê ve diçin. Di lîstikên xwe de 'lîstikên şer' zêdetir tercîh dikin, ji deng bandorbûn û her çendî temenê wan hatibe astekî jî ji ber tiştên di pêvajoya şer de jiyan kirine, binê xwe şil dikin û hin refleksên derûnî xwe didin der. Bêguman ev hemû di her yekî de xwe cuda dide nîşan."   ‘DIVÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN MALBATAN’   Kaya anî ziman ku malbatên ku travma derbas kirne û bi şidetê re rû bi rû mane, heke piştgiriyekê negirin, dê her tişt zêdetir xirab bibe û aşkera kir ku di pêvajoya şer de herî zêde jin û zarok ji vê rewşê bandor bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di çavdêriyên me yên li ser zarokan de, hin zarokên li dibistanê bi mamoste û hevalên xwe re ne di nava danûnstandinê de ne û her dem bêdeng in. Ev zarok berê şer ne wiha bûn û piştî tişt jiyan kirin, ev di wan de derket holê."   ‘HETA ŞIDET DEWAM BIKE...’   Kaya destnîşan kir ku ji ber aştiya civakî nehatiye sazkirin û bi vê re îlankirina OHAL'ê û girtina saziyên civakî re, travmaya di civakê de qet bi qet zêde bûye û ev tişt anî ziman: "Ev pêvajoyên dermankirinê de salek û du salan neqede. Heta ev şideta di nava civakê de neguhere, piştgiriya ji bo mirovan jî ne çareserî ye. Ev şidet her roj li bajêr bê afirandin, ji bo civakê aramî tune be, piştgiriya ji bo we dê encamê nede. Ji bo wê divê planeke çalakiyan a berfireh bê kirin û piştgiriyên lezgîn bên avakirin, ne xwe dê travmayên heyî neyên derskirin."   ‘ÎSTISMAR Û ÊRÎŞ BI TUNDIYÊ VE GIRÊDAYÎ YE’   Kaya herî dawî derbirî ku şerê li hermê di warê derûnî, fîzîkî û şidetê de xwe dide der, bi vê ve girêdayî îstismara li dijî jin û zarokan bi şideta li wî bajarî ve girêdayî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo bajarek jiyaneke aram derbas bike, jiyana fîzîkî gelekî girîng e. Cih û warê ku bê avakirin, ji b aramiyê girîng e. Mînak sînorên ku hûn di bajêr de datînin, hem dîwarên hûn lê dikin e hemû teşe dide jiyana civakî. Ev piştgiriya şidetê jî dike. Heke ev neyên dîtin, dê şideta li bajêr neyê dîtin."