Oztuzun: Ocalan mîmarê jiyana hevpar a gelan e

  • rojane
  • 10:59 13 Kanûn 2017
  • |
img

ÊLIH – Parêzer Mehdî Oztuzun ê parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û di nav 250 parêzerên daxwaza serlêdana hevdîtina bi Ocalan re kirin de cih digire wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan rêberê ku nefes daye sosyalîzmê ye û mîmarê jiyana hevpar a gelan e. 

Tecrîda gran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ku hemû serlêdanên malbatê û parêzerên Ocalan red dike, serlêdana daxwaza hevdîtinê ya 250 parêzeran jî red kiribû. Parêzer Mêhdî Oztuzun ku ji sala 2007’an heta 2010’an bi Ocalan re gelek caran hevdîtin kir, bi 250 parêzeran re serlêdana daxwaza hevdîtinê kir. Oztuzun tecrîda li ser Ocalan nirxand û diyar kir ku Rêberê PKK’ê rêberekî nefes daye sosyalîzmê û got: “Rêberê Gelê Kurd mîmarê projeya ku hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi hevre bijîn e." 
 
‘RÊBERÊ GELÊ KURD: EZ NÛNERÊ BINDESTAN IM’ 
 
Oztuzun anî ziman ku hevdîtinên bi Ocalan re li ser jiyana wî guherandinên girîng kiriye û got: “Min dît û ferq kir ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo sosyalîzmê nefesek nû daye sitendin. Tenê ne ji bo gelê kurd û tirk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn şansek e. Heke ku li Bakûrê Kurdistanê gel bi hev re şer nake bi saya ramanên Birêz Ocalan e. Niha bi hev re jiyankirina gelan tekane riya wê projeya netewa demokratîk e. Birêz Ocalan rêberê hemû bindestan e û em dizanin ku Birêz Ocalan ji bo têkoşîna hevpar a bindestan birêxistin kiriye.” 
 
Oztuzun behsa hevdîtinên li gel Ocalan kir û wiha dewam kir: “Rêberê Gelê Kurd digot ‘Ez nûnerê bindestan im.’ Ya ku herî zêde li ser min bandorê kir jî ev bû. Van gotinên wî li ser min bandorek mezin çêkir.” 
 
‘HILBIJARTINA ROJAVA MÎNAK E’ 
 
Oztuzun projeya netewa demokratîk nirxand û wiha axivî: “Netew bi destê mirovan tê avakirin. Ya herî zêde ji vê avakirinê feyde girtiye buruvazî ye. Di şoreşa Fransayê de yên canê xwe dan bindestin. Ji ber ku burjuvazi bi rêxistinkirîbû di dîrokê de ev şoreş wek ‘şoreşa demokratîk a burjuvazî’ hat bibîranîn. Pênasekirina netewî ya xwe nasipêre etnîsîte û baweriyê dê li dijî ‘netewa demokratîk’ derbikeve. Li Rojava hilbijartin pêk hatin. Em lê dinêrin ku her kes xwe temsîl dike. Demokrasiya gel ku em diparêzin û kêmasiya sosyalîzma derket holê û bi netewa demokratîk pêk hat.” 
 
‘XETEREYÊN LI BENDA KURDAN E HENE’ 
 
Oztuzun da zanîn ku li Rojhilata Navîn xetereyên girîng li benda kurdan e û ev hişyarî kir: “Niha bîrdozaiya YPG’ê û bîrdoziya PKK’ê heman e. Dema em di aliyê Tirkiyeyê de lê dinêrin, ‘YPG’iyek hemû gelan di nav hev de diparêze? Ango YPG’iyek li ser xeta nijadperestiyê ye?’ pirsek wiha derdikeve pêşiya mirov. Li vir a ku hemû gelên Rojhilata Navîn lê baldar be ev nokte ye. Bi taybetî di vê serdemê de hêzên hegomon dixwazin li Rojava YPG’ê ji ramanên Rêberê Gelê Kurd dûr bike û jê veqetîne. Talûkeya herî mezin a li pêşiya kurdan ev e û divê mirov girankirina tecrîdê jî wiha bixwîne.” 
 
‘HEVDÎTIN DÊ FEYDEYÊ LI GELAN BIKE’ 
 
Oztuzun destnîşan kir ku di her hevdîtina bi Ocalan re raya giştî rehet bûye û ev pêşniyar kir: “Her hevdîtina bi Rêberê Gelê kurd re Tirkiye nefesek nû distend. Viya ne tenê ez dibêjim, nivîskarên nêzî AKP’ê jî vê di kuncikên xwe de nivîsandin û gotin. Heke ku hûn dixwazin welat rehet bibe keremke va ji te re şans. Îmrali cihek pir nêzî te ye. Hevdîtinek li Îmraliyê pêk bê dê feydeyê bide te jî û gelan jî.” 
 
‘PARÊZER LI DIJÎ TECRÎDÊ DÊ BÊTIR ÇALAK BIBIN’ 
 
Oztuzun da zanîn ku serî li Serokatiya Baroya Êlihê jî daye û wiha lê zêde kir: “Bi sedan car e ji bo hevdîtina li gel Birêz Ocalan pêk tê. Herî dawî min serî li Baroya Êlihê da. Serokatiya Baroyê got ku rewşê ji wezaretê re ragihandin e. Di mijara tecrîdê de em jî bi kêmasî tevgeriyan. Tenê ser lê bide, har redkirin dîsa ser lê bide. Divê em vê derbas bikin. Çunkî îro divê rojeva sereke ya ya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tecrîd be. Dema îro tecrîd rabibe Rêberê Gelê Kurd û tevgera kurd dema gihişt hev dê Rojhilata Navînek gelek cuda derbikeve holê. Ji ber vê yekê em parêzer ser lê bide bisekine nakin. Em ê serî li serokatiyên Baroyan bidin. Ji bo raya giştî bikeve nav li liv û tevgerê em ê serî li her rêbazî bidin û biceribînin. Tişta em dikin ne parêzeriyek ji rêzê ye divê em parêzvaniya bandorê li ser dem û dîrokê bike pêk bînin.” 
 
‘GEL DIKARIN TECRÎDÊ RAKIN’ 
 
Oztuzun anî ziman ku têkoşîna gelan a li dijî tecrîdê girînge û got: “Ya ku tecrîdê ji holê rabike tenê gel dikarin pêk bînin û bişkênin. Tecrîd rabibe dê carek din ji nû ve Tirkiye nefes bistîne û rehet bibe.” 
 
MA / Rifat Şahîn 
 
 

Sernavên din

15/12/2017
12:35 Ondul: Di her kêliyê de dibe em bên girtin
12:33 Waliyê Amedê ‘Mîhrîcana Mafê Mirovan’ qedexe kir
12:30 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
12:11 Malbat ji bo xizmên xwe yên li Îmraliyê bibînin daxwazname dan
12:06 ‘Wê hesab neyê dayîn’ li Îzmîrê derket ser dikê
11:51 Zabite firotina şîr û mastê gundan asteng dike
10:41 Kaya ÎÎT nirxand: Li Riyadê ‘Filîstîn terorîst’ hat nîşandan çima we bertek nîşan neda?
10:32 Dadgeh: Dibe ku dirûşm berz nekiribe, lê divê ji vê rewşê aciz bûbûna
10:21 Serokê Meclîsê: Em ji bo berdana wekîlên girtî mesrefê nakin
10:14 ESP: Her tecrîd giran bibe dê parçebûn zêde bibe
10:08 Baydemîr: Li Deriyê Çiyê sêdar jî daynin Kurdistan di dilê 40 milyonî de ye
10:02 Dozger qusûra rayedaran di kuştinên li bajarên qedexe de nedît
09:31 1HaberVar: Em li gorî polîtîkayên îktîdarê rojnamegeriyê nakin
09:25 'Jiyana ekolojîk û komun esas digirin'
09:24 Helbestvan Loran: Helbesta 90'î hebûna kurdan, a îro jî komkujiyan îspat dike
09:23 Mamosteya hat îxrackirin: Em ê tu carî serî netewînin
09:22 Kesên teqawîd meaş û jiyaneke mirovane dixwazin
09:21 Ajokarên koçberên Sûrî bar dikin rastî 1000 tl ceza tên
09:21 Hindik maye esnafên xana dîrokî jî dikanên xwe bigirin
09:11 Polîsê ku Oner kuşt wê li dadgeha cezayê giran bê darizandin
09:10 Sîxurî qebûl nekir sirgûn bû
09:09 Li şûna malên Sûrê yên rûxandin otelên bûtîk û vîlla ava dikin
09:09 Qedexekirina tûtinê pişta tûtinvanan şikand
09:08 Jinên Bedlîsî çanda pêtina nanê tenûrê belav dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2017'AN
14/12/2017
18:52 Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok hat berdan
17:30 Malbatên Roboskê: Gelo em vê êşê çawa pênase bikin?
17:03 Polîsan rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî şewitand
16:47 Bîlgen: Berteka li dijî 'Kurdistan' înkara dîroka Meclisê ye
16:33 Dadgehê daxwaza girtina polîsê ku Kemal kuşt red kir
16:16 Serokê dadgehê SEGBÎS rexne kir: Tim qût dibe
16:00 Kerestecîoglu: Hikumet ne ji bo jinan, ji bo şer dixebite
15:46 DAIŞ’ê hevjînê xwe birîndar kir li ser sînorê Sûriyeyê hat girtin
15:43 Polîsê Kemal Kurkut kuşt hêj li ser kar e
15:03 HDP'ê ji bo Cizîr û Silopiyê pêşnûmeya lêkolînê da
15:01 Şaredariya DBP'i avakir qayûm xerakir!
14:48 Endamên KESK'ê faks ji Serokwezîr re şandin
14:34 Di çalakiya Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin
14:14 Parêzerên Ocalan daxwaznameya 713'emîn ji bo hevdîtinê da dozgeriyê
14:13 Şahid îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
14:11 Parêzer Ozbîngol: Tundiya li ser jinê zêdebû, lê nayê dîtin
13:58 ‘Li darxistina mîhrîcana fîlman jî berxwedanek e’
13:29 Rojnameger Turfent sibê derdikeve dadgehê
13:28 Bi hinceta Demîrtaş 'kesekî naskirî ye' neanîn dadgehê!
12:59 Parastina AKP'ê ya DMME'ê: Girtina parlamenterên HDP'ê pêwist bû
12:41 Girtiyên Osmaniyê dikevin greva birçîbûnê
12:29 Tunç: Pênaseya gotina şehîd ne karê dadgehê ye
12:21 Hawara Dayika Kurkut: Cihê Kurkut lê hat kuştin vir e?
12:19 ‘Gelo Mustafa Kemal bi peyva Kurdistan cudakarî kir?’
11:56 2 jê parêzer 10 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
11:55 Bi hinceta 'dê lêkolîn bikin' dest danîn ser parastina girtiyan
11:46 Dadgeha herêmî cezayê hevseroka DBP'ê xirab kir
11:33 Parêzer Bek: Pêkanîna nû ya Ewlekariyê îtirafkariye
11:32 Dayika Kemal: Ji Kemalê min çi xwestin
11:17 Bersûcên Aladagê ji berpirsyariyê direvin
10:47 Dînç: Êrîşa li dijî Şengalê êrîşa li dijî baweriyê bû
10:42 Tomerîfiroş: Esnaf bi deynê qilopanî dide avêtin
10:31 Gelo li Rezanê çi diqewime: Tacîz kir û çek lê kişand
10:05 Dozger Pirtûka Rojnameger Aykol 'materyala rêxistinî' hesiband
10:04 29 roj in aqûbeta Çelîkê ku Walîtiyê got 'tevkar' e nayê zanîn
10:03 Ka ne tê firotin û ne tê kirîn
10:02 ‘Şidet çiqas dewam bike dê travma jî ew qas kûr bibin’
09:42 Esnafên Wanê: Derî heye lê bazirganî tune ye
09:42 Qazek bûye 150 TL
09:34 Banga ji bo ‘Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira’
09:33 Aborîzan Sonmez: Di aboriya mezin bibe de çawa betalî zêde dibe?
09:13 Jinên HDK'î li dijî faşîzmê, konferansa jin û jiyanê li dar dixin
09:13 Dijberî Kurdan Lozana duyem!
09:12 Rojnameger Çelebî: Trump bi serê xwe biryara Qudusê nedaye
09:11 22 sal şûnde kujer ji nûve tên darizandin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2017'AN
13/12/2017
18:04 Rojnameger herî zêde li Tirkiye girtîne
17:45 Teşkîlata Hevkariya Îslamê: Qudus paytexta Fîlîstîn a di bin dagirkeriyê de ye
16:55 Di salekê de 40 kes li Wanê hatin kuştin
16:43 Zeydanê HDP'î nehat berdan
16:31 Dijberiya 'Kurdistan' derbasî girtekan bû
16:16 Zeydan: AKP, ji bo nemiriya xwe darazê bi kar tîne
15:54 Îdîaya li Kobanê 2 leşker hatin kuştin
15:51 Erdal Eren û hevrêyên wî bibîranîn
15:34 Yuksekdag ji şandeya navneteweyî re name şand
15:16 Meclîsa Tirkiye li peyva 'Kurdistan' ceza birî
15:06 Endama MYK KESK’ê Atasoy: Emê tirsê belav bikin
15:05 Endama DÎK’ê Suheyla Înal: ÎÎT zîrveya durûtiyê ye
14:47 Doza Elvan taloq bû: Dê polîs bên guhdarkirin
14:40 Di çalakiya Yukselê de 7 binçav kirin
14:17 104 kesan ji bo Gulmen û Ozakça îlan dan rojnameyê
14:10 Wekîla HDP’ê xwest rûxandina li Sûrê bê lêkolînkirin
13:49 Peyva 'Kurdistan' wekîlên AKP'ê aciz kir
13:38 Erebistana Siûdî Yemen bombe kir 39 kes kuştin
13:30 Dadgeha bilind cezayê li kujerê Ethem Sarisuluk hat birîn kêm dît
12:40 'Heta rola Ocalan a li Rojhilata Navîn neyê dîtin dê aştî pêk neyê'
12:39 Di nav welatiyên binçavkirî de yên 85 salî û 82 salî jî hene
12:25 Îlham Ehmed: Ger rewşenbir rola xwe nelîzin dê ji trêna şoreşê bimînin
12:09 Doza Berkîn Elvan dest pê kir: Dayik li ser hişê xwe çû
12:06 Serokê Meclîsê rekora redkirinan şikand!
11:41 Dadgehê xwest Demîrtaş bînin danişînê
11:35 Cenazeyê Hakan Arslan ê li Sûrê 23 mehin nayê dîtin
11:21 Zilamê li Amedê tecawizê 2 zarokan kir, dîmenên wî derketin holê
11:20 Waliyê Êlihê derve li Heskîfê qedexe kir
10:59 Oztuzun: Ocalan mîmarê jiyana hevpar a gelan e