Oztuzun: Ocalan mîmarê jiyana hevpar a gelan e 2017-12-13 10:59:19 ÊLIH – Parêzer Mehdî Oztuzun ê parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û di nav 250 parêzerên daxwaza serlêdana hevdîtina bi Ocalan re kirin de cih digire wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan rêberê ku nefes daye sosyalîzmê ye û mîmarê jiyana hevpar a gelan e.  Tecrîda gran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ku hemû serlêdanên malbatê û parêzerên Ocalan red dike, serlêdana daxwaza hevdîtinê ya 250 parêzeran jî red kiribû. Parêzer Mêhdî Oztuzun ku ji sala 2007’an heta 2010’an bi Ocalan re gelek caran hevdîtin kir, bi 250 parêzeran re serlêdana daxwaza hevdîtinê kir. Oztuzun tecrîda li ser Ocalan nirxand û diyar kir ku Rêberê PKK’ê rêberekî nefes daye sosyalîzmê û got: “Rêberê Gelê Kurd mîmarê projeya ku hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi hevre bijîn e."    ‘RÊBERÊ GELÊ KURD: EZ NÛNERÊ BINDESTAN IM’    Oztuzun anî ziman ku hevdîtinên bi Ocalan re li ser jiyana wî guherandinên girîng kiriye û got: “Min dît û ferq kir ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo sosyalîzmê nefesek nû daye sitendin. Tenê ne ji bo gelê kurd û tirk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn şansek e. Heke ku li Bakûrê Kurdistanê gel bi hev re şer nake bi saya ramanên Birêz Ocalan e. Niha bi hev re jiyankirina gelan tekane riya wê projeya netewa demokratîk e. Birêz Ocalan rêberê hemû bindestan e û em dizanin ku Birêz Ocalan ji bo têkoşîna hevpar a bindestan birêxistin kiriye.”    Oztuzun behsa hevdîtinên li gel Ocalan kir û wiha dewam kir: “Rêberê Gelê Kurd digot ‘Ez nûnerê bindestan im.’ Ya ku herî zêde li ser min bandorê kir jî ev bû. Van gotinên wî li ser min bandorek mezin çêkir.”    ‘HILBIJARTINA ROJAVA MÎNAK E’    Oztuzun projeya netewa demokratîk nirxand û wiha axivî: “Netew bi destê mirovan tê avakirin. Ya herî zêde ji vê avakirinê feyde girtiye buruvazî ye. Di şoreşa Fransayê de yên canê xwe dan bindestin. Ji ber ku burjuvazi bi rêxistinkirîbû di dîrokê de ev şoreş wek ‘şoreşa demokratîk a burjuvazî’ hat bibîranîn. Pênasekirina netewî ya xwe nasipêre etnîsîte û baweriyê dê li dijî ‘netewa demokratîk’ derbikeve. Li Rojava hilbijartin pêk hatin. Em lê dinêrin ku her kes xwe temsîl dike. Demokrasiya gel ku em diparêzin û kêmasiya sosyalîzma derket holê û bi netewa demokratîk pêk hat.”    ‘XETEREYÊN LI BENDA KURDAN E HENE’    Oztuzun da zanîn ku li Rojhilata Navîn xetereyên girîng li benda kurdan e û ev hişyarî kir: “Niha bîrdozaiya YPG’ê û bîrdoziya PKK’ê heman e. Dema em di aliyê Tirkiyeyê de lê dinêrin, ‘YPG’iyek hemû gelan di nav hev de diparêze? Ango YPG’iyek li ser xeta nijadperestiyê ye?’ pirsek wiha derdikeve pêşiya mirov. Li vir a ku hemû gelên Rojhilata Navîn lê baldar be ev nokte ye. Bi taybetî di vê serdemê de hêzên hegomon dixwazin li Rojava YPG’ê ji ramanên Rêberê Gelê Kurd dûr bike û jê veqetîne. Talûkeya herî mezin a li pêşiya kurdan ev e û divê mirov girankirina tecrîdê jî wiha bixwîne.”    ‘HEVDÎTIN DÊ FEYDEYÊ LI GELAN BIKE’    Oztuzun destnîşan kir ku di her hevdîtina bi Ocalan re raya giştî rehet bûye û ev pêşniyar kir: “Her hevdîtina bi Rêberê Gelê kurd re Tirkiye nefesek nû distend. Viya ne tenê ez dibêjim, nivîskarên nêzî AKP’ê jî vê di kuncikên xwe de nivîsandin û gotin. Heke ku hûn dixwazin welat rehet bibe keremke va ji te re şans. Îmrali cihek pir nêzî te ye. Hevdîtinek li Îmraliyê pêk bê dê feydeyê bide te jî û gelan jî.”    ‘PARÊZER LI DIJÎ TECRÎDÊ DÊ BÊTIR ÇALAK BIBIN’    Oztuzun da zanîn ku serî li Serokatiya Baroya Êlihê jî daye û wiha lê zêde kir: “Bi sedan car e ji bo hevdîtina li gel Birêz Ocalan pêk tê. Herî dawî min serî li Baroya Êlihê da. Serokatiya Baroyê got ku rewşê ji wezaretê re ragihandin e. Di mijara tecrîdê de em jî bi kêmasî tevgeriyan. Tenê ser lê bide, har redkirin dîsa ser lê bide. Divê em vê derbas bikin. Çunkî îro divê rojeva sereke ya ya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tecrîd be. Dema îro tecrîd rabibe Rêberê Gelê Kurd û tevgera kurd dema gihişt hev dê Rojhilata Navînek gelek cuda derbikeve holê. Ji ber vê yekê em parêzer ser lê bide bisekine nakin. Em ê serî li serokatiyên Baroyan bidin. Ji bo raya giştî bikeve nav li liv û tevgerê em ê serî li her rêbazî bidin û biceribînin. Tişta em dikin ne parêzeriyek ji rêzê ye divê em parêzvaniya bandorê li ser dem û dîrokê bike pêk bînin.”    ‘GEL DIKARIN TECRÎDÊ RAKIN’    Oztuzun anî ziman ku têkoşîna gelan a li dijî tecrîdê girînge û got: “Ya ku tecrîdê ji holê rabike tenê gel dikarin pêk bînin û bişkênin. Tecrîd rabibe dê carek din ji nû ve Tirkiye nefes bistîne û rehet bibe.”    MA / Rifat Şahîn