NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarê Hocêtik yê girêdayî parêzgeha Kirman a Îranê erdhejeke bi dijwariya pileya 6.2 pêk hat.
Li bajarê Hocêtik ê girêdayî parêzgeha Kirman a dikeve Başûr Rojhilatê Îranê saet 11:43’an erdhejek pêk hat. Li gorî agahiyan pileya erdhejê 6.2 ye. Heya niha têkildarî zerar û ziyanên madî û canî tu agahiyeke nehat bidestxistin.