Kirman a Îranê bi erdhejeke dijwar hejiya 2017-12-12 12:43:40 NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarê Hocêtik yê girêdayî parêzgeha Kirman a Îranê erdhejeke bi dijwariya pileya 6.2 pêk hat.  Li bajarê Hocêtik ê girêdayî parêzgeha Kirman a dikeve Başûr Rojhilatê Îranê saet 11:43’an  erdhejek pêk hat.  Li gorî agahiyan pileya erdhejê 6.2 ye. Heya niha têkildarî zerar û ziyanên madî û canî  tu agahiyeke nehat bidestxistin.