Elîaçik: Meseleya Qudusê dozên Girava Manê û Zarrab nuxamt

  • rojane
  • 10:59 9 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL - Îlahyatnas Îhsan Elîaçik destnîşan kir ku Tirkiyeyê yek jî ji wan welatan e ku Qudus wekî paytexta Îsraîlê ditiye û ev tişt got: "Welat belgeyên der barê doza Reza Zarrab û Girava Manê de nîqaş dike, biryara Qudusê ji bo hikumetê bû ruhekî nû. Ji bo rojevê biguherînin dê li gorî dilê xwe şekil bidinê û li ser doza Reza Zarrab û belgeyên Girava Manê binuxumînin."

Îlahyatnas Îhsan Elîaçik da zanîn ku biryara DYA'yê ya der barê Qudusê de, ji bo hikumetê tiştek nedîtî bû û wiha axivî: "Li welat belgeyên Girava Manê û doza Reza Zarrab tê nîqaşkirin, lê hikumetê bi rojeva Qudusê re hemû nîqaş dan ji bîrkirin. Bi gotinên wekî 'Bimre Îsraîl û bimre Amerîka', mirovan li kuçeyan belav dikin. Dixwazin bi meseleya Îsraîlê re li ser nelêrêtî û diziyên xwe binuxumînin. Beyî ku bidin ji bîrkirin, paşve xistin û guhertina rojevê, dê li gorî dilê xwe bixebitînin."
 
'LOBIYA CIHÛYAN LI PIŞT BIRYARÊ YE'
 
Elîaçik destnîşan kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netenyahu û Trump bi hev re ne û ev her du kes têkiliyên wan gelekî baş in û wiha axivî: "Trump li DYA'yê ekîm ava nekir û ji ber wê li gel wî kesek nema. Di serî de şêwirmendên wî yên ewlehiyê û hwd. hemû îstifa dikin û bi tena serê xwe ma. Gelek biryarên ku girtin, saziyên Amerîkayê ew qebûl nekirin û neanîn cih. Tê fikirîn ku Trump ji serokatiyê bê xistin, bi awayê hiqûqî serokatiya wî bê xistin û wî derxin pêşberî dadgehê. Yanî Trump li Amerîkayê zehmetiyan dikişîne. Hat dîtin ku dê bi vê rêveçûnê serokatiyê neke. Ji ber wê, ji bo ji serokatiyê nekeve, di nav hewldanan de ye. Qet nebe ji bo li piyan bimîne, jêre peree lazim e û ji ber wê xwest piştgiriya lobiya cihû bigire. Li ser vê ev biryar girt."
 
'BERÎ DYA'YÊ TIRKIYEYÊ QUDUS WEK PAYTEXTÊ ÎSRAÎLÊ NAS KIR'
 
Elîaçik anî ziman ku berî bi fermî nebe jî DYA'yê Qudus bi fîlî wekî paytext îlankiribû û wiha pê de çû: "Îro jî balyazxaneya xwe kişandin Qudusê û ev bi fermî îlankirin. Gelek welatan hêj balyozxaneyên xwe nebirin Qudusê, ev der wekî paytext hat îlankirin. Di serî de jî Tirkiye tê. Di peymana Mavî Marmarayê de, wekî peymana Enqere û Qudusê hatiye îmzekirin. Ev peyman di dîplomasiya di navbera her du welatan de hat îmzekirin û bi awayekî fîlî Qudus wekî paytext îlan kirin. Serokwezîr Tayyîp Erdogan di sala 2005'an de çûbû Îsraîlê û dema serdana Muzeya Komkujiyê yê de, bi dirûşmên 'Hûn bi xêr hatin paytexta Îsraîlê Qudusê' hatibû pêşwazîkirin. Li wir qet dengê xwe dernexistibû û ev yek di sala 2005'an de qebûl kiribû."
 
'BERTEKA WANA LI DIJÎ QUDUSÊ DEREW E'
 
Elîaçik, diyar kir ku hikumet wekî ku der barê meseleya Qudusê de "serwext" xwe dide nîşan, lê tu bingeha vê yekê tune, dixwaze tiştekî wiha nîşanê raya giştî bide û dê tu tiştek ji vê yekê dernekeve. Elîaçik, aşkera kir ku heke hikumet samîmî bûya, dê mijara Mavî Marmarayê bi 20 milyon dolarî nefrota û wiha axivî: "Hemû peymanên aborî, bazirganî yên bi Îsraîlê re betal kirin. Peymana bazirganî ya 11 milyar dolarî bi Amerîkayê re hatibû kirin, betal kirin. Lê dema derdikevin qadan, axaftinên bê bingeh ji civakê re dikin. Qaşo li dijî Îsraîlê ne û bi gotinên 'Ey Îsraîl' qirewir derdikevin pêş. Ev hemû derew in. Ji ber ku biryara DYA'yê ya der barê Qudusê de, ji bo hikumetê bû ruhekî nû. Li welat doza Reza Zarrab û belgeyên Girava Manê dihatin nîqaşkirin, lê desthilatdariyê rojeva Qudusê avêt holê. Bi vê dizî û nelêrêtiyên xwe nuxamtin."
 
'DIVÊ PEYMANA MEDÎNÊ ESAS BÊ GIRTIN'
 
Elîaçik anî ziman ku ji bo xwîna li herêmê tê rijandin raweste û gelên li Rojhilata Navîn xwe bigihînin aştiyê, divê di çarçoveya Peymana Medîneyê de, statuya Qudusê jî bê dest girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê hemû filistînî, cihû, ereb, misliman, xiristiyan, hemû olên li wir, mezheb û civakên cuda dikarin di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de û li gorî Peymana Medîneyê bi hev re bijîn. Dikare welatekî hevpar û rêveberiyeke hevpar bi hev re bê avakirin. An na dê hemû tiştên ku me behsa wan kir, dê li bin guhê hev kevin. Dê şerê netew û olan dest pê bike. Dê bi tu awayî aştî neyê herêmê."
 
 
MA / Bilal Seçkin 
 

Sernavên din

10/12/2017
16:14 Danezana Gerdûnî 69 salî ye: Ne OHAL mafên mirovan
16:03 Raportora HRW'ê Webb: Mafê mirovan bi keyfî tê binpêkirin
15:42 2 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man
15:41 Çalakavanên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
15:27 8’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê dê bê lidarxistin
15:20 Fîlma ‘Heft roj û heft şev’ layîqî xelat hat dîtin
14:46 5 kesên pankart bi pira Bogazîçî ve kirin hatin binçavkirin
14:33 Danişîna HDP’iyên Manîsa sibe dest pê dike
12:30 Doza komkujiya Reina sibê dest pê dike
12:26 Înşaet hilweşiya 3 karker birîndar bûn
12:20 Endamê Partiya Karkeran: Hemû rêberên otokratik bi dawî ne
11:27 Waliyê Mêrdîn çoltarên Kerboran û Nisêbînê qedexe kir
11:08 Av li Qersê qerizî
10:22 Rojnameger Alayumat dê 2'ê Sibatê derkeve pêşberî dadger
09:56 Saleke îdianameya du hevserokên jin nehatiye amadekirin
09:26 Lozan: Ocalan netewa demokratik, Erdogan desthilatdariyê dixwaze
09:15 TÎHV: Berê veşarî îro aşkere tundiyê dikin
09:14 Li dijî Moderniteya Kapitalist Halan Di Hev Dan II derket
09:13 Navenda penaberan e an girtîgeh e
09:12 Ji ber milê qutbûyî bi 2 îdîayên cuda hat darizandin
09:10 Bi makîneyekê ji 35 jinan re kar ava kir
09:09 Meleyê KÎD'ê: Di definkirinê de bi çekê li ser serê me disekinin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2017'AN
09/12/2017
22:42 Rêveberê HDP'ê yên Artvînê hatin berdan
21:23 Prof. Dr. Aksu: Baş bû ku min îmze avêt û hatim îxrackirin
17:56 Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îfadeya wî negirtin û şandin girtîgehê
17:28 'Bila qanal û rojnameyên dibin dengê me bên vekirin'
16:56 Ji bo Kirboga şîn danîn
16:37 ‘Girtiyên nexweş demildest serbest berdin’
16:08 ÎHD: Girtiyê nexweş Taniş berdin
15:43 Çalakiyên Rêxistinên Demokratîk: Kuştin û tundî zêde bû
14:48 Di çalakiaya li Kolana Yukselê de 6 kes hatin binçavkirin
14:47 Tabloya herî tarî ya binpêkirinan
14:36 Arslan: Tecrîda li ser Ocalan gefa li dijî aştiyê ye
14:25 Xizmên windayan aqubeta Haci Şîlî pirsî
14:18 Dayikên Şemiyê: Dewlet lîstika ker û lalan dilîze
14:05 Di serdagirtina malê de li ser nimêjê rakirin
13:43 Rojnameger Ogreten: Tenê hewşa girtîgeha derve mezin e
13:42 ‘Divê ji rapora TUBÎTAK'ê baldar bin, wan maşînên zirxî ji herêmê vekişînin’
12:59 Ji bo aştî bê parastin bang li civaka navneteweyî kirin
12:48 Li Sûrê dîrok jî binax kirin
12:47 Qeyûm şertê ‘ultrason’ û ‘beravêtinê’ danî pêşiya goştfiroşan
12:18 Wekîla yewnanî: Hikumeta wê demê ji mijara Ocalan berpirsyar e
11:55 Ekonomist Altintaş: Aramî di aştiyê de ye
11:35 HDP'iyên tahliye bûn qala Girtîgeha Tarsusê kirin
11:10 '18 hezar karker mirin'
10:59 Elîaçik: Meseleya Qudusê dozên Girava Manê û Zarrab nuxamt
09:55 DBP 11'ê kanûnê rapora qayûman aşkere dike
09:47 Ji HDP û CHP’ê şerh: Ev butçeya şer e
09:46 Endezyarên madenê: Ketina kanên komirê ya bê tedbîr mirin e
09:44 Trafo li hewşa dibistanê bi cih kirin
09:43 Federasyona Komeleyên Jinan: Em dê bi yekîtiyê bi ser kevin
09:42 Meclîsê pêşniyaznameya Komkujiya Roboskiyê 'qebe' û 'tahl' dît
09:42 'Pêlîstok rê li pêş zewaca zarokantiyê vedikin'
09:26 Jinên vî gundî şîfayê belav dikin
09:24 Qeyûm bostan jî hişk kir
09:23 Çîroka 3 nifşên di navbera çiyê û zindanê de mayî
09:22 Dozger 'mafê bêdengiyê' helwesta rêxistinî binav kir
09:22 Midûrê Girtgeha Bolu dixwaze bibe 'pîlot'ê cilên yek tîp
09:21 Ji Çiyayê Şengalê dayikên Bakurî silav kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2017'AN
08/12/2017
16:07 Di bîranîna Elçî de banga tevlîbûna çalakiyan kirin
15:58 Şaxa SES'ê ya Wanê: Em vê budceyê qebûl nakin
15:43 Karkerên Kargoyê: Em ê bi serkevin
15:26 ‘275 rojin edalet birçî ye'
15:18 Binpêkirinên mafan ji hemû salên borî derbas kir
15:15 ‘Polîs ji bo şopa îşkenceyê winda bikin merhemê dide'
15:14 Çawa ji girtîgehê derket dîsa binçavkirin
14:47 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
14:23 Midurê girtîgehê: Em ê cenazeyê te bişînin malê!
14:00 Welatî ji lêpirsîna GBT’ê bêzar in
13:36 TUBÎTAK: Her dem îhtîmala ku kobra mirovan bikuje heye
13:23 DÎSK: Divê heqdestiya herî kêm 2 hezar û 300 TL be
12:58 ‘Jin herî zêde li qereqolan rastî tundiyê tên'
12:55 Kemalbay: Sedema astengiyan tirs bû
12:26 Dixwazin li Sûriyeyê agirê şerekî nû gur bikin
12:13 Şahidên komkujiya Dîgorê: Êşên me hêj jan didin
12:09 2 kes li Geverê binçav kirin
12:08 Êzidî û komên îşkencekar li heman qadê tên hiştin
11:53 NY hêj bêdeng e
11:43 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:13 Amed ji sempozyuma mafê mirovan re amade ye
10:41 Karkerên Sûriye bi erzanî di avahiyên TOKÎ de dixebitînin
10:30 Rektorî ye yan daraz e?
10:29 Xebatkarên Radyo 14 meh in li benda îdianameyê ne
10:27 Ji ber nameya ji girtîgehê 90 sal ceza dixwaz in
10:24 Mele Arkan: Wek mizgeftan malên şînê jî yên gel in
10:22 Serokê VANTSO'yê îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
10:12 Prz.Yolerî: NY û DMME'ê mafên mirovan neparastin
10:11 Li Girtîgehê werem heye lê bijîşk tune
10:09 Li dijî 'taciz'ê derket 3 mehan dernexistin hevdîtinê
10:00 Dikandarê bajar bi bajar ketiye pêyî şopa dengbêjan
09:58 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan xeta sor a kurdan e, ji bo Tirkiye yê jî fersende
09:38 Pêngava destpêkê ya pêvajoyek nû ye
09:35 23 salin li dijî bişavtinê têdikoşe
09:13 Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen: Azadiya jinê bingehîn azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2017'AN
08:46 Walî derketina derve ya 51 gundên Amedê qedexe kir
07:01 Cenazeyên 5 parazvanên Mexmûrê bi merasimekê oxir kirin
07/12/2017
21:48 Kekê Çekwar Çûbûk hat girtin