Elîaçik: Meseleya Qudusê dozên Girava Manê û Zarrab nuxamt 2017-12-09 10:59:48 STENBOL - Îlahyatnas Îhsan Elîaçik destnîşan kir ku Tirkiyeyê yek jî ji wan welatan e ku Qudus wekî paytexta Îsraîlê ditiye û ev tişt got: "Welat belgeyên der barê doza Reza Zarrab û Girava Manê de nîqaş dike, biryara Qudusê ji bo hikumetê bû ruhekî nû. Ji bo rojevê biguherînin dê li gorî dilê xwe şekil bidinê û li ser doza Reza Zarrab û belgeyên Girava Manê binuxumînin." Îlahyatnas Îhsan Elîaçik da zanîn ku biryara DYA'yê ya der barê Qudusê de, ji bo hikumetê tiştek nedîtî bû û wiha axivî: "Li welat belgeyên Girava Manê û doza Reza Zarrab tê nîqaşkirin, lê hikumetê bi rojeva Qudusê re hemû nîqaş dan ji bîrkirin. Bi gotinên wekî 'Bimre Îsraîl û bimre Amerîka', mirovan li kuçeyan belav dikin. Dixwazin bi meseleya Îsraîlê re li ser nelêrêtî û diziyên xwe binuxumînin. Beyî ku bidin ji bîrkirin, paşve xistin û guhertina rojevê, dê li gorî dilê xwe bixebitînin."   'LOBIYA CIHÛYAN LI PIŞT BIRYARÊ YE'   Elîaçik destnîşan kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netenyahu û Trump bi hev re ne û ev her du kes têkiliyên wan gelekî baş in û wiha axivî: "Trump li DYA'yê ekîm ava nekir û ji ber wê li gel wî kesek nema. Di serî de şêwirmendên wî yên ewlehiyê û hwd. hemû îstifa dikin û bi tena serê xwe ma. Gelek biryarên ku girtin, saziyên Amerîkayê ew qebûl nekirin û neanîn cih. Tê fikirîn ku Trump ji serokatiyê bê xistin, bi awayê hiqûqî serokatiya wî bê xistin û wî derxin pêşberî dadgehê. Yanî Trump li Amerîkayê zehmetiyan dikişîne. Hat dîtin ku dê bi vê rêveçûnê serokatiyê neke. Ji ber wê, ji bo ji serokatiyê nekeve, di nav hewldanan de ye. Qet nebe ji bo li piyan bimîne, jêre peree lazim e û ji ber wê xwest piştgiriya lobiya cihû bigire. Li ser vê ev biryar girt."   'BERÎ DYA'YÊ TIRKIYEYÊ QUDUS WEK PAYTEXTÊ ÎSRAÎLÊ NAS KIR'   Elîaçik anî ziman ku berî bi fermî nebe jî DYA'yê Qudus bi fîlî wekî paytext îlankiribû û wiha pê de çû: "Îro jî balyazxaneya xwe kişandin Qudusê û ev bi fermî îlankirin. Gelek welatan hêj balyozxaneyên xwe nebirin Qudusê, ev der wekî paytext hat îlankirin. Di serî de jî Tirkiye tê. Di peymana Mavî Marmarayê de, wekî peymana Enqere û Qudusê hatiye îmzekirin. Ev peyman di dîplomasiya di navbera her du welatan de hat îmzekirin û bi awayekî fîlî Qudus wekî paytext îlan kirin. Serokwezîr Tayyîp Erdogan di sala 2005'an de çûbû Îsraîlê û dema serdana Muzeya Komkujiyê yê de, bi dirûşmên 'Hûn bi xêr hatin paytexta Îsraîlê Qudusê' hatibû pêşwazîkirin. Li wir qet dengê xwe dernexistibû û ev yek di sala 2005'an de qebûl kiribû."   'BERTEKA WANA LI DIJÎ QUDUSÊ DEREW E'   Elîaçik, diyar kir ku hikumet wekî ku der barê meseleya Qudusê de "serwext" xwe dide nîşan, lê tu bingeha vê yekê tune, dixwaze tiştekî wiha nîşanê raya giştî bide û dê tu tiştek ji vê yekê dernekeve. Elîaçik, aşkera kir ku heke hikumet samîmî bûya, dê mijara Mavî Marmarayê bi 20 milyon dolarî nefrota û wiha axivî: "Hemû peymanên aborî, bazirganî yên bi Îsraîlê re betal kirin. Peymana bazirganî ya 11 milyar dolarî bi Amerîkayê re hatibû kirin, betal kirin. Lê dema derdikevin qadan, axaftinên bê bingeh ji civakê re dikin. Qaşo li dijî Îsraîlê ne û bi gotinên 'Ey Îsraîl' qirewir derdikevin pêş. Ev hemû derew in. Ji ber ku biryara DYA'yê ya der barê Qudusê de, ji bo hikumetê bû ruhekî nû. Li welat doza Reza Zarrab û belgeyên Girava Manê dihatin nîqaşkirin, lê desthilatdariyê rojeva Qudusê avêt holê. Bi vê dizî û nelêrêtiyên xwe nuxamtin."   'DIVÊ PEYMANA MEDÎNÊ ESAS BÊ GIRTIN'   Elîaçik anî ziman ku ji bo xwîna li herêmê tê rijandin raweste û gelên li Rojhilata Navîn xwe bigihînin aştiyê, divê di çarçoveya Peymana Medîneyê de, statuya Qudusê jî bê dest girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê hemû filistînî, cihû, ereb, misliman, xiristiyan, hemû olên li wir, mezheb û civakên cuda dikarin di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de û li gorî Peymana Medîneyê bi hev re bijîn. Dikare welatekî hevpar û rêveberiyeke hevpar bi hev re bê avakirin. An na dê hemû tiştên ku me behsa wan kir, dê li bin guhê hev kevin. Dê şerê netew û olan dest pê bike. Dê bi tu awayî aştî neyê herêmê."     MA / Bilal Seçkin