Çîroka 3 nifşên di navbera çiyê û zindanê de mayî

  • rojane
  • 09:23 9 Kanûn 2017
  • |
img

ENQERE - Israra di polîtîkayên ji bo neçareserkirina pirsgirêka kurd de, tevî mirin û hilweşandinan bi hezaran malbatî di navbera çiya û girtîgehan de asê kiriye. Yek ji van çîrokan jî ya malbata Tekînê ye ku çîroka wan di salên 90'î de dest pê dike û niha tesîrê li ser 3 nifşan dike. 

Hevjînên hev Gûrbet û Fettah Aran, di salên 90'î de ji ber zext û zoriyên dijwar ên dewletê ji gundê Aran ê girêdayî navenda Mêrdînê koçî Stenbolê dikin. Lê belê li Stenbolê jî tim polîs davêjin ser malê û dema di avêtina ser malê de bav Fettah tê binçavkirin, zarok jî nesîbê xwe ji vê yekê werdigirin. 10 zarokên malbata Tekînê hene û ji van kurê malê yê herî mezin Suleyman dema hîn 15 salî ye ji ber zext û zoriyên dewletê di sala 1997'an de ji Stenbolê lê dixe û tev li PKK'ê dibe û di sala 2015'an de li Dersimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. 
 
4 XWÎŞK Û BIRA TEV LI PKK'Ê BÛN 
 
Li gel ewqas zext û zoriyan jî bav Fettah li Stenbolê hewl da jiyana xwe îdame bike û di partiyên siyasî yên wek DTP û BDP'ê de cih girt û ferdên din ên malbatê jî ji bo debara xwe bikin li tekstîlan xebitîn. Di sala 2010'an de rojekê polîs careke din davêjin ser mala Tekîn û di vê avêtina ser malê de kurê wan Delîlê 16 salî tê binçavkirin û girtin. 
 
Ji wan 35 zarokên ku di raya giştî de wek "zarokên keviravêj" tên zanîn yek jê jî Delîl e û piştî girtineke 7 mehan tê berdan. Lê belê piştî ew tê binçavkirin çend rojan şûnde kekê wî Selîm jî tev li PKK'ê dibe. Piştî Selîm xwîşka wî Cîhan û piştî Cîhanê bi 3 mehan jî xwişka wî Yeter tev li nav PKK'ê dibin. Selîm di Nîsana 2016'an de jiyana xwe ji dest dide. 
 
HER NAVEK XWEDÎ ÇÎROKEK E 
 
Çîroka navê hemû zarokên malbata Tekîn heye. Yek ji zarokên malbatê Zindan, çîroka navê wî xwe dispêra sala rojbûna wî 1999'an. Zindan zarokê malê yê herî biçûk e û di 21'ê Sibata 1999'an de çê dibe. Ji ber di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan tê girtin, malbat navê Zindan li zarokê xwe dike. Heta malbat dema Zindan çê bûye, gotiye heta ku Ocalan ji girtîgehê dernekeve ew ê porê Zindan jê nekin û tam 12 salan porê wî jê nekirine. Lê belê malbat bi riya parêzeran xeberê ji Ocalan re dişînin û piştî ku Ocalan erê dike, porê Zindan tê jêkirin. 
 
GIRTÎGEH BÛ MALA WAN 
 
Piştî ewqas girtin û avêtina ser malan, malbat hew îdare dike û di sala 2011'an de ji Stenbolê vedigerin bajarê xwe. Piştî malbat vedigere bajarê xwe, hevjînên hev Gurbet û Fettah Tekîn li vir jî bi awayekî aktîf kar û barên xwe yên siyasî dikin. Lê belê piştî zarokê navîn Delîl di sala 2011'an de careke din tê girtin û malbat careke dikin riya girtîgehê digire. Piştî girtina zarokên wan salek şûnde dîsa polîs davêjin ser mala wan û vê carê hevjînên hev digirin û wan dişînin girtîgehê. Piştî dê û bav jî wek kurê navîn Delîl tên girtin, zarokên wan ên din Yilmaz, Zindan, Zîlan û Îsmaîl ji ber ku biçûk in xwişka wan a zewicandî Vesîle wan dibe cem xwe. 
 
Piştî 6 mehan wan Gurbet û Fettah Tekîn tên berdan. 
 
DÎSA GIRTIN DÎSA GIRTÎGEH 
 
Di sala 2016'an de ku kurê wan Selîm li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dide û Delîl di girtîgehê de ye, vê carê keça wan Vesîle Tekîn (Yuksel) tê girtin. Ji ber ku Vesîle wêneyê birayê xwe Selîm ku li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da li ser medyaya civakî parve dike tê girtin. Ji ber ku Vesîle zewicandiye, tevî keça wê ya 2 salî Arîn Mîrkan û Avestaya 4 salî dixin girtîgehê. Piştî keça wan Vesîle bi çend mehan şûnde bav Fettah Tekîn û piştî wî bi çend rojan jî dayik Hevşaredara Stewrê Gurbet Tekîn tê girtin. Hîn jî her 4 ferdên malbatê girtî ne. Delîl di Girtîgeha Tîpa F a Şakranê û her sêyên din jî di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ne. 
 
Tê payîn ku kurê malê Delîl di 2023'yan de bê berdan. Ji bo rojên xwe li cem malbata xwe ya ku beşek jê di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye derbas bike gelek caran ji bo sewqê serî li rêveberiya girtîgehê daye, lê belê heta niha ji bo sewqên wî bersiv nehatine dayîn. Xwîşk Vesîle jî di meha Adarê de hat tehliyekirin, lê belê ji ber piştî tehliyeyê Dadgeha Îstinafê ceza pesend kir hikumxwar û niha li benda roja tehliyeyê ye. Dayik Gurbet jî ji ber di sala 2012'an de hatibû binçavkirin 3 sal ceza ji bo wê hatibû xwestin û ew ceza hatiye pesendkirin û her wiha ji ber fealiyetên wê yên şaredariyê jî hin doz lê hatibûn vekirin û ew doz jî didomin. Doza ku bav Fettah jî pê tê darizandin hîn didome. 
 
Piştî girtina dê û bav û xwîşk û bira, Zindan û Zilan jî li cem xalên xwe dimînin û li benda wê rojê ne ku dê û bavên wan û xwîşk û birayên wan bên berdan. Îsmaîl û Yilmaz jî li Stenbolê ji bo debara xwişk û birayên xwe û dê û bavên xwe bikin dixebitin. 
 
MA / Hayri Demir
 
 

Sernavên din

10/12/2017
16:14 Danezana Gerdûnî 69 salî ye: Ne OHAL mafên mirovan
16:03 Raportora HRW'ê Webb: Mafê mirovan bi keyfî tê binpêkirin
15:42 2 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man
15:41 Çalakavanên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
15:27 8’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê dê bê lidarxistin
15:20 Fîlma ‘Heft roj û heft şev’ layîqî xelat hat dîtin
14:46 5 kesên pankart bi pira Bogazîçî ve kirin hatin binçavkirin
14:33 Danişîna HDP’iyên Manîsa sibe dest pê dike
12:30 Doza komkujiya Reina sibê dest pê dike
12:26 Înşaet hilweşiya 3 karker birîndar bûn
12:20 Endamê Partiya Karkeran: Hemû rêberên otokratik bi dawî ne
11:27 Waliyê Mêrdîn çoltarên Kerboran û Nisêbînê qedexe kir
11:08 Av li Qersê qerizî
10:22 Rojnameger Alayumat dê 2'ê Sibatê derkeve pêşberî dadger
09:56 Saleke îdianameya du hevserokên jin nehatiye amadekirin
09:26 Lozan: Ocalan netewa demokratik, Erdogan desthilatdariyê dixwaze
09:15 TÎHV: Berê veşarî îro aşkere tundiyê dikin
09:14 Li dijî Moderniteya Kapitalist Halan Di Hev Dan II derket
09:13 Navenda penaberan e an girtîgeh e
09:12 Ji ber milê qutbûyî bi 2 îdîayên cuda hat darizandin
09:10 Bi makîneyekê ji 35 jinan re kar ava kir
09:09 Meleyê KÎD'ê: Di definkirinê de bi çekê li ser serê me disekinin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2017'AN
09/12/2017
22:42 Rêveberê HDP'ê yên Artvînê hatin berdan
21:23 Prof. Dr. Aksu: Baş bû ku min îmze avêt û hatim îxrackirin
17:56 Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îfadeya wî negirtin û şandin girtîgehê
17:28 'Bila qanal û rojnameyên dibin dengê me bên vekirin'
16:56 Ji bo Kirboga şîn danîn
16:37 ‘Girtiyên nexweş demildest serbest berdin’
16:08 ÎHD: Girtiyê nexweş Taniş berdin
15:43 Çalakiyên Rêxistinên Demokratîk: Kuştin û tundî zêde bû
14:48 Di çalakiaya li Kolana Yukselê de 6 kes hatin binçavkirin
14:47 Tabloya herî tarî ya binpêkirinan
14:36 Arslan: Tecrîda li ser Ocalan gefa li dijî aştiyê ye
14:25 Xizmên windayan aqubeta Haci Şîlî pirsî
14:18 Dayikên Şemiyê: Dewlet lîstika ker û lalan dilîze
14:05 Di serdagirtina malê de li ser nimêjê rakirin
13:43 Rojnameger Ogreten: Tenê hewşa girtîgeha derve mezin e
13:42 ‘Divê ji rapora TUBÎTAK'ê baldar bin, wan maşînên zirxî ji herêmê vekişînin’
12:59 Ji bo aştî bê parastin bang li civaka navneteweyî kirin
12:48 Li Sûrê dîrok jî binax kirin
12:47 Qeyûm şertê ‘ultrason’ û ‘beravêtinê’ danî pêşiya goştfiroşan
12:18 Wekîla yewnanî: Hikumeta wê demê ji mijara Ocalan berpirsyar e
11:55 Ekonomist Altintaş: Aramî di aştiyê de ye
11:35 HDP'iyên tahliye bûn qala Girtîgeha Tarsusê kirin
11:10 '18 hezar karker mirin'
10:59 Elîaçik: Meseleya Qudusê dozên Girava Manê û Zarrab nuxamt
09:55 DBP 11'ê kanûnê rapora qayûman aşkere dike
09:47 Ji HDP û CHP’ê şerh: Ev butçeya şer e
09:46 Endezyarên madenê: Ketina kanên komirê ya bê tedbîr mirin e
09:44 Trafo li hewşa dibistanê bi cih kirin
09:43 Federasyona Komeleyên Jinan: Em dê bi yekîtiyê bi ser kevin
09:42 Meclîsê pêşniyaznameya Komkujiya Roboskiyê 'qebe' û 'tahl' dît
09:42 'Pêlîstok rê li pêş zewaca zarokantiyê vedikin'
09:26 Jinên vî gundî şîfayê belav dikin
09:24 Qeyûm bostan jî hişk kir
09:23 Çîroka 3 nifşên di navbera çiyê û zindanê de mayî
09:22 Dozger 'mafê bêdengiyê' helwesta rêxistinî binav kir
09:22 Midûrê Girtgeha Bolu dixwaze bibe 'pîlot'ê cilên yek tîp
09:21 Ji Çiyayê Şengalê dayikên Bakurî silav kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2017'AN
08/12/2017
16:07 Di bîranîna Elçî de banga tevlîbûna çalakiyan kirin
15:58 Şaxa SES'ê ya Wanê: Em vê budceyê qebûl nakin
15:43 Karkerên Kargoyê: Em ê bi serkevin
15:26 ‘275 rojin edalet birçî ye'
15:18 Binpêkirinên mafan ji hemû salên borî derbas kir
15:15 ‘Polîs ji bo şopa îşkenceyê winda bikin merhemê dide'
15:14 Çawa ji girtîgehê derket dîsa binçavkirin
14:47 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
14:23 Midurê girtîgehê: Em ê cenazeyê te bişînin malê!
14:00 Welatî ji lêpirsîna GBT’ê bêzar in
13:36 TUBÎTAK: Her dem îhtîmala ku kobra mirovan bikuje heye
13:23 DÎSK: Divê heqdestiya herî kêm 2 hezar û 300 TL be
12:58 ‘Jin herî zêde li qereqolan rastî tundiyê tên'
12:55 Kemalbay: Sedema astengiyan tirs bû
12:26 Dixwazin li Sûriyeyê agirê şerekî nû gur bikin
12:13 Şahidên komkujiya Dîgorê: Êşên me hêj jan didin
12:09 2 kes li Geverê binçav kirin
12:08 Êzidî û komên îşkencekar li heman qadê tên hiştin
11:53 NY hêj bêdeng e
11:43 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:13 Amed ji sempozyuma mafê mirovan re amade ye
10:41 Karkerên Sûriye bi erzanî di avahiyên TOKÎ de dixebitînin
10:30 Rektorî ye yan daraz e?
10:29 Xebatkarên Radyo 14 meh in li benda îdianameyê ne
10:27 Ji ber nameya ji girtîgehê 90 sal ceza dixwaz in
10:24 Mele Arkan: Wek mizgeftan malên şînê jî yên gel in
10:22 Serokê VANTSO'yê îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
10:12 Prz.Yolerî: NY û DMME'ê mafên mirovan neparastin
10:11 Li Girtîgehê werem heye lê bijîşk tune
10:09 Li dijî 'taciz'ê derket 3 mehan dernexistin hevdîtinê
10:00 Dikandarê bajar bi bajar ketiye pêyî şopa dengbêjan
09:58 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan xeta sor a kurdan e, ji bo Tirkiye yê jî fersende
09:38 Pêngava destpêkê ya pêvajoyek nû ye
09:35 23 salin li dijî bişavtinê têdikoşe
09:13 Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen: Azadiya jinê bingehîn azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2017'AN
08:46 Walî derketina derve ya 51 gundên Amedê qedexe kir
07:01 Cenazeyên 5 parazvanên Mexmûrê bi merasimekê oxir kirin
07/12/2017
21:48 Kekê Çekwar Çûbûk hat girtin