Çîroka 3 nifşên di navbera çiyê û zindanê de mayî 2017-12-09 09:23:46 ENQERE - Israra di polîtîkayên ji bo neçareserkirina pirsgirêka kurd de, tevî mirin û hilweşandinan bi hezaran malbatî di navbera çiya û girtîgehan de asê kiriye. Yek ji van çîrokan jî ya malbata Tekînê ye ku çîroka wan di salên 90'î de dest pê dike û niha tesîrê li ser 3 nifşan dike.  Hevjînên hev Gûrbet û Fettah Aran, di salên 90'î de ji ber zext û zoriyên dijwar ên dewletê ji gundê Aran ê girêdayî navenda Mêrdînê koçî Stenbolê dikin. Lê belê li Stenbolê jî tim polîs davêjin ser malê û dema di avêtina ser malê de bav Fettah tê binçavkirin, zarok jî nesîbê xwe ji vê yekê werdigirin. 10 zarokên malbata Tekînê hene û ji van kurê malê yê herî mezin Suleyman dema hîn 15 salî ye ji ber zext û zoriyên dewletê di sala 1997'an de ji Stenbolê lê dixe û tev li PKK'ê dibe û di sala 2015'an de li Dersimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide.    4 XWÎŞK Û BIRA TEV LI PKK'Ê BÛN    Li gel ewqas zext û zoriyan jî bav Fettah li Stenbolê hewl da jiyana xwe îdame bike û di partiyên siyasî yên wek DTP û BDP'ê de cih girt û ferdên din ên malbatê jî ji bo debara xwe bikin li tekstîlan xebitîn. Di sala 2010'an de rojekê polîs careke din davêjin ser mala Tekîn û di vê avêtina ser malê de kurê wan Delîlê 16 salî tê binçavkirin û girtin.    Ji wan 35 zarokên ku di raya giştî de wek "zarokên keviravêj" tên zanîn yek jê jî Delîl e û piştî girtineke 7 mehan tê berdan. Lê belê piştî ew tê binçavkirin çend rojan şûnde kekê wî Selîm jî tev li PKK'ê dibe. Piştî Selîm xwîşka wî Cîhan û piştî Cîhanê bi 3 mehan jî xwişka wî Yeter tev li nav PKK'ê dibin. Selîm di Nîsana 2016'an de jiyana xwe ji dest dide.    HER NAVEK XWEDÎ ÇÎROKEK E    Çîroka navê hemû zarokên malbata Tekîn heye. Yek ji zarokên malbatê Zindan, çîroka navê wî xwe dispêra sala rojbûna wî 1999'an. Zindan zarokê malê yê herî biçûk e û di 21'ê Sibata 1999'an de çê dibe. Ji ber di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan tê girtin, malbat navê Zindan li zarokê xwe dike. Heta malbat dema Zindan çê bûye, gotiye heta ku Ocalan ji girtîgehê dernekeve ew ê porê Zindan jê nekin û tam 12 salan porê wî jê nekirine. Lê belê malbat bi riya parêzeran xeberê ji Ocalan re dişînin û piştî ku Ocalan erê dike, porê Zindan tê jêkirin.    GIRTÎGEH BÛ MALA WAN    Piştî ewqas girtin û avêtina ser malan, malbat hew îdare dike û di sala 2011'an de ji Stenbolê vedigerin bajarê xwe. Piştî malbat vedigere bajarê xwe, hevjînên hev Gurbet û Fettah Tekîn li vir jî bi awayekî aktîf kar û barên xwe yên siyasî dikin. Lê belê piştî zarokê navîn Delîl di sala 2011'an de careke din tê girtin û malbat careke dikin riya girtîgehê digire. Piştî girtina zarokên wan salek şûnde dîsa polîs davêjin ser mala wan û vê carê hevjînên hev digirin û wan dişînin girtîgehê. Piştî dê û bav jî wek kurê navîn Delîl tên girtin, zarokên wan ên din Yilmaz, Zindan, Zîlan û Îsmaîl ji ber ku biçûk in xwişka wan a zewicandî Vesîle wan dibe cem xwe.    Piştî 6 mehan wan Gurbet û Fettah Tekîn tên berdan.    DÎSA GIRTIN DÎSA GIRTÎGEH    Di sala 2016'an de ku kurê wan Selîm li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dide û Delîl di girtîgehê de ye, vê carê keça wan Vesîle Tekîn (Yuksel) tê girtin. Ji ber ku Vesîle wêneyê birayê xwe Selîm ku li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da li ser medyaya civakî parve dike tê girtin. Ji ber ku Vesîle zewicandiye, tevî keça wê ya 2 salî Arîn Mîrkan û Avestaya 4 salî dixin girtîgehê. Piştî keça wan Vesîle bi çend mehan şûnde bav Fettah Tekîn û piştî wî bi çend rojan jî dayik Hevşaredara Stewrê Gurbet Tekîn tê girtin. Hîn jî her 4 ferdên malbatê girtî ne. Delîl di Girtîgeha Tîpa F a Şakranê û her sêyên din jî di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ne.    Tê payîn ku kurê malê Delîl di 2023'yan de bê berdan. Ji bo rojên xwe li cem malbata xwe ya ku beşek jê di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye derbas bike gelek caran ji bo sewqê serî li rêveberiya girtîgehê daye, lê belê heta niha ji bo sewqên wî bersiv nehatine dayîn. Xwîşk Vesîle jî di meha Adarê de hat tehliyekirin, lê belê ji ber piştî tehliyeyê Dadgeha Îstinafê ceza pesend kir hikumxwar û niha li benda roja tehliyeyê ye. Dayik Gurbet jî ji ber di sala 2012'an de hatibû binçavkirin 3 sal ceza ji bo wê hatibû xwestin û ew ceza hatiye pesendkirin û her wiha ji ber fealiyetên wê yên şaredariyê jî hin doz lê hatibûn vekirin û ew doz jî didomin. Doza ku bav Fettah jî pê tê darizandin hîn didome.    Piştî girtina dê û bav û xwîşk û bira, Zindan û Zilan jî li cem xalên xwe dimînin û li benda wê rojê ne ku dê û bavên wan û xwîşk û birayên wan bên berdan. Îsmaîl û Yilmaz jî li Stenbolê ji bo debara xwişk û birayên xwe û dê û bavên xwe bikin dixebitin.    MA / Hayri Demir