TUBÎTAK: Her dem îhtîmala ku kobra mirovan bikuje heye

  • rojane
  • 13:36 8 Kanûn 2017
  • |
img
AMED - TUBÎTAK'ê têkildarî kuştina 4 sivîlên li Geverê ji aliyê maşîna zirxî ya Kobra ve li ser kobrayê lêkolîn kir.  TUBÎTAK'ê di raporê de diyar kir ku “Neliheviya sazkirinê" ku rê li pêş teqînê veke hatiye dîtin û xwest tenê di dema guleavêtinê de çekê bînin rewşa ‘amade' bûnê.  
 
Saziya Lêkolînên Teknolojîk û Zanistî ya Tirkiyeyê (TUBİTAK) têkildarî bûyera ku polisan bi maşîna kobra 4 sivîlên li Geverê di 8'ê Cotmeha 2016’an de qetil kirin, li ser maşîna kobra lêkolîn kir û rapor amade kir. TUBÎTAK'ê li ser kuleya maşina zirxî ya Kobra lêkolîn kir û xwest her dem cîhaz ji teqandina guleyan re ne amade be. 
 
Piştî buyerê doz hatibû vekirin û doz li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam dike. Di danişina doza berê de heyeta dadgehê ji Midûriyeta Polîsan xwestibû ku têkildarî bikaranîna maşîna zirxî ya kobra de TUBÎTAK rapor amade bike. Li ser vê yekê Midûriyeta polîsan der barê firmaya Otokar a Koç Holdîngê de ji TUBÎTAK'ê xwestibû rapor amade bike. Heyeta ku ji mufeşîşan pêk dihat li ser maşina zirxî ya kobra ku plakeya wê 30 A 0593'ê lêkolîn kirin û TUBİTAK erkdar kirin. Yekîneya TUBÎTAK'ê, der barê maşîna zirxî ya ku bû sedema kuştina 4 kesan de di 28'ê kanûna 2016’an de rapora ku ji 42 rûpelan pêk tê amade kir. Yekîneyê pispor ê TUBİTAK'ê piştî lekolînê rapor amade kir û şand ji Midûriyeta Giştî ya Polîsan re.
 
‘JI BO GULEYAN BAVÊJE DIVÊ 3 EMNÎYET VEKIRÎ BE' 
 
Li gorî lêkolîna li ser maşîn zirxî ya Kobra hat kirin, hat diyar kirin ku di beşa kuleya maxîna zirxî de tu arîze û xerabe tune ye. Tu nîşaneya hişyariyê jî tune ye. Hat diyar kirin ku di dema teqîna guleyan de maşîne hêdî meşiya ye. Di pergala kuleyê ku li ser maşîna kobra hatiye bicih kirin û bi kumanda dixebite ji 5 pergalên sereke pêk tê. Ev ji kuleya çekê, ûnîteya dîmenan, unîteya kontrolê, unîteya kumanda ya sekvanan, û kilîta erkdayina guleavêtinê heye. Dîsa ji bo çeka li ser kuleyê guleyan bavêje divê 3 kilîtên emniyetê vekirî bin." 
 
Di rapora "Pergala Kuleyê ya Kumandaya Sekvan" ya maşîna Kobra ku bi pereyên pir zêde te kirîn û wekî "Maşîna mirinê" tê zanîn de hat diyar kirin ku "Neliheviya sazkirinê" ku rê li pêş teqînê veke hatiye ditin. TUBÎTAK'ê pêşniyar kir ku “Ji ber milê arastekirinê ne ergonomik  e îhtîmala şaşiyan gelek e. Di dema krîtîk de ji muxaxaleya bikariner re vekirî ye. Divê tedbir bên girtin. Divê pergala çekê ya sazkirina elektronik ji nûve di ber çavan re bê derbaskirin. Divê dema tetîkê milê arastekirinê kirin di ekranê de bê dîtin û bê qeydkirin. 
 
Dadgehê dîsa xwestibû fîrmaya OTOKAR'ê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Musteşariya Sanaya Parastinê ASELSAN, MKE û TUBİTAK’ê  navê kesên pispor bişîne. Tekildarî mijarê ASELSAN navê kesên pispor neşand. 
 
Di pêşniyaran de hat xwestin ku dema çek Ji teqînê re amade be klita emniyetê li dervê dewrê ye û îhtimala ji xwe ber biteqe pir zêde ye. Ji ber vê yekê dema pêwist û di rewşê krîtik de divê emniyet bê vekirin û ji teqînê re amade be. Dema pergala "amade" de divê kesê bikar tîne pir baldar be. Dîsa ji bo tevgera Operator kontrol bike divê di maşînê de jî kamera hebe. 
 
 
 
 

Sernavên din

10/12/2017
16:14 Danezana Gerdûnî 69 salî ye: Ne OHAL mafên mirovan
16:03 Raportora HRW'ê Webb: Mafê mirovan bi keyfî tê binpêkirin
15:42 2 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man
15:41 Çalakavanên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
15:27 8’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê dê bê lidarxistin
15:20 Fîlma ‘Heft roj û heft şev’ layîqî xelat hat dîtin
14:46 5 kesên pankart bi pira Bogazîçî ve kirin hatin binçavkirin
14:33 Danişîna HDP’iyên Manîsa sibe dest pê dike
12:30 Doza komkujiya Reina sibê dest pê dike
12:26 Înşaet hilweşiya 3 karker birîndar bûn
12:20 Endamê Partiya Karkeran: Hemû rêberên otokratik bi dawî ne
11:27 Waliyê Mêrdîn çoltarên Kerboran û Nisêbînê qedexe kir
11:08 Av li Qersê qerizî
10:22 Rojnameger Alayumat dê 2'ê Sibatê derkeve pêşberî dadger
09:56 Saleke îdianameya du hevserokên jin nehatiye amadekirin
09:26 Lozan: Ocalan netewa demokratik, Erdogan desthilatdariyê dixwaze
09:15 TÎHV: Berê veşarî îro aşkere tundiyê dikin
09:14 Li dijî Moderniteya Kapitalist Halan Di Hev Dan II derket
09:13 Navenda penaberan e an girtîgeh e
09:12 Ji ber milê qutbûyî bi 2 îdîayên cuda hat darizandin
09:10 Bi makîneyekê ji 35 jinan re kar ava kir
09:09 Meleyê KÎD'ê: Di definkirinê de bi çekê li ser serê me disekinin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2017'AN
09/12/2017
22:42 Rêveberê HDP'ê yên Artvînê hatin berdan
21:23 Prof. Dr. Aksu: Baş bû ku min îmze avêt û hatim îxrackirin
17:56 Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îfadeya wî negirtin û şandin girtîgehê
17:28 'Bila qanal û rojnameyên dibin dengê me bên vekirin'
16:56 Ji bo Kirboga şîn danîn
16:37 ‘Girtiyên nexweş demildest serbest berdin’
16:08 ÎHD: Girtiyê nexweş Taniş berdin
15:43 Çalakiyên Rêxistinên Demokratîk: Kuştin û tundî zêde bû
14:48 Di çalakiaya li Kolana Yukselê de 6 kes hatin binçavkirin
14:47 Tabloya herî tarî ya binpêkirinan
14:36 Arslan: Tecrîda li ser Ocalan gefa li dijî aştiyê ye
14:25 Xizmên windayan aqubeta Haci Şîlî pirsî
14:18 Dayikên Şemiyê: Dewlet lîstika ker û lalan dilîze
14:05 Di serdagirtina malê de li ser nimêjê rakirin
13:43 Rojnameger Ogreten: Tenê hewşa girtîgeha derve mezin e
13:42 ‘Divê ji rapora TUBÎTAK'ê baldar bin, wan maşînên zirxî ji herêmê vekişînin’
12:59 Ji bo aştî bê parastin bang li civaka navneteweyî kirin
12:48 Li Sûrê dîrok jî binax kirin
12:47 Qeyûm şertê ‘ultrason’ û ‘beravêtinê’ danî pêşiya goştfiroşan
12:18 Wekîla yewnanî: Hikumeta wê demê ji mijara Ocalan berpirsyar e
11:55 Ekonomist Altintaş: Aramî di aştiyê de ye
11:35 HDP'iyên tahliye bûn qala Girtîgeha Tarsusê kirin
11:10 '18 hezar karker mirin'
10:59 Elîaçik: Meseleya Qudusê dozên Girava Manê û Zarrab nuxamt
09:55 DBP 11'ê kanûnê rapora qayûman aşkere dike
09:47 Ji HDP û CHP’ê şerh: Ev butçeya şer e
09:46 Endezyarên madenê: Ketina kanên komirê ya bê tedbîr mirin e
09:44 Trafo li hewşa dibistanê bi cih kirin
09:43 Federasyona Komeleyên Jinan: Em dê bi yekîtiyê bi ser kevin
09:42 Meclîsê pêşniyaznameya Komkujiya Roboskiyê 'qebe' û 'tahl' dît
09:42 'Pêlîstok rê li pêş zewaca zarokantiyê vedikin'
09:26 Jinên vî gundî şîfayê belav dikin
09:24 Qeyûm bostan jî hişk kir
09:23 Çîroka 3 nifşên di navbera çiyê û zindanê de mayî
09:22 Dozger 'mafê bêdengiyê' helwesta rêxistinî binav kir
09:22 Midûrê Girtgeha Bolu dixwaze bibe 'pîlot'ê cilên yek tîp
09:21 Ji Çiyayê Şengalê dayikên Bakurî silav kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2017'AN
08/12/2017
16:07 Di bîranîna Elçî de banga tevlîbûna çalakiyan kirin
15:58 Şaxa SES'ê ya Wanê: Em vê budceyê qebûl nakin
15:43 Karkerên Kargoyê: Em ê bi serkevin
15:26 ‘275 rojin edalet birçî ye'
15:18 Binpêkirinên mafan ji hemû salên borî derbas kir
15:15 ‘Polîs ji bo şopa îşkenceyê winda bikin merhemê dide'
15:14 Çawa ji girtîgehê derket dîsa binçavkirin
14:47 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
14:23 Midurê girtîgehê: Em ê cenazeyê te bişînin malê!
14:00 Welatî ji lêpirsîna GBT’ê bêzar in
13:36 TUBÎTAK: Her dem îhtîmala ku kobra mirovan bikuje heye
13:23 DÎSK: Divê heqdestiya herî kêm 2 hezar û 300 TL be
12:58 ‘Jin herî zêde li qereqolan rastî tundiyê tên'
12:55 Kemalbay: Sedema astengiyan tirs bû
12:26 Dixwazin li Sûriyeyê agirê şerekî nû gur bikin
12:13 Şahidên komkujiya Dîgorê: Êşên me hêj jan didin
12:09 2 kes li Geverê binçav kirin
12:08 Êzidî û komên îşkencekar li heman qadê tên hiştin
11:53 NY hêj bêdeng e
11:43 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:13 Amed ji sempozyuma mafê mirovan re amade ye
10:41 Karkerên Sûriye bi erzanî di avahiyên TOKÎ de dixebitînin
10:30 Rektorî ye yan daraz e?
10:29 Xebatkarên Radyo 14 meh in li benda îdianameyê ne
10:27 Ji ber nameya ji girtîgehê 90 sal ceza dixwaz in
10:24 Mele Arkan: Wek mizgeftan malên şînê jî yên gel in
10:22 Serokê VANTSO'yê îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
10:12 Prz.Yolerî: NY û DMME'ê mafên mirovan neparastin
10:11 Li Girtîgehê werem heye lê bijîşk tune
10:09 Li dijî 'taciz'ê derket 3 mehan dernexistin hevdîtinê
10:00 Dikandarê bajar bi bajar ketiye pêyî şopa dengbêjan
09:58 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan xeta sor a kurdan e, ji bo Tirkiye yê jî fersende
09:38 Pêngava destpêkê ya pêvajoyek nû ye
09:35 23 salin li dijî bişavtinê têdikoşe
09:13 Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen: Azadiya jinê bingehîn azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2017'AN
08:46 Walî derketina derve ya 51 gundên Amedê qedexe kir
07:01 Cenazeyên 5 parazvanên Mexmûrê bi merasimekê oxir kirin
07/12/2017
21:48 Kekê Çekwar Çûbûk hat girtin