TUBÎTAK: Her dem îhtîmala ku kobra mirovan bikuje heye 2017-12-08 13:36:36   AMED - TUBÎTAK'ê têkildarî kuştina 4 sivîlên li Geverê ji aliyê maşîna zirxî ya Kobra ve li ser kobrayê lêkolîn kir.  TUBÎTAK'ê di raporê de diyar kir ku “Neliheviya sazkirinê" ku rê li pêş teqînê veke hatiye dîtin û xwest tenê di dema guleavêtinê de çekê bînin rewşa ‘amade' bûnê.     Saziya Lêkolînên Teknolojîk û Zanistî ya Tirkiyeyê (TUBİTAK) têkildarî bûyera ku polisan bi maşîna kobra 4 sivîlên li Geverê di 8'ê Cotmeha 2016’an de qetil kirin, li ser maşîna kobra lêkolîn kir û rapor amade kir. TUBÎTAK'ê li ser kuleya maşina zirxî ya Kobra lêkolîn kir û xwest her dem cîhaz ji teqandina guleyan re ne amade be.    Piştî buyerê doz hatibû vekirin û doz li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam dike. Di danişina doza berê de heyeta dadgehê ji Midûriyeta Polîsan xwestibû ku têkildarî bikaranîna maşîna zirxî ya kobra de TUBÎTAK rapor amade bike. Li ser vê yekê Midûriyeta polîsan der barê firmaya Otokar a Koç Holdîngê de ji TUBÎTAK'ê xwestibû rapor amade bike. Heyeta ku ji mufeşîşan pêk dihat li ser maşina zirxî ya kobra ku plakeya wê 30 A 0593'ê lêkolîn kirin û TUBİTAK erkdar kirin. Yekîneya TUBÎTAK'ê, der barê maşîna zirxî ya ku bû sedema kuştina 4 kesan de di 28'ê kanûna 2016’an de rapora ku ji 42 rûpelan pêk tê amade kir. Yekîneyê pispor ê TUBİTAK'ê piştî lekolînê rapor amade kir û şand ji Midûriyeta Giştî ya Polîsan re.   ‘JI BO GULEYAN BAVÊJE DIVÊ 3 EMNÎYET VEKIRÎ BE'    Li gorî lêkolîna li ser maşîn zirxî ya Kobra hat kirin, hat diyar kirin ku di beşa kuleya maxîna zirxî de tu arîze û xerabe tune ye. Tu nîşaneya hişyariyê jî tune ye. Hat diyar kirin ku di dema teqîna guleyan de maşîne hêdî meşiya ye. Di pergala kuleyê ku li ser maşîna kobra hatiye bicih kirin û bi kumanda dixebite ji 5 pergalên sereke pêk tê. Ev ji kuleya çekê, ûnîteya dîmenan, unîteya kontrolê, unîteya kumanda ya sekvanan, û kilîta erkdayina guleavêtinê heye. Dîsa ji bo çeka li ser kuleyê guleyan bavêje divê 3 kilîtên emniyetê vekirî bin."    Di rapora "Pergala Kuleyê ya Kumandaya Sekvan" ya maşîna Kobra ku bi pereyên pir zêde te kirîn û wekî "Maşîna mirinê" tê zanîn de hat diyar kirin ku "Neliheviya sazkirinê" ku rê li pêş teqînê veke hatiye ditin. TUBÎTAK'ê pêşniyar kir ku “Ji ber milê arastekirinê ne ergonomik  e îhtîmala şaşiyan gelek e. Di dema krîtîk de ji muxaxaleya bikariner re vekirî ye. Divê tedbir bên girtin. Divê pergala çekê ya sazkirina elektronik ji nûve di ber çavan re bê derbaskirin. Divê dema tetîkê milê arastekirinê kirin di ekranê de bê dîtin û bê qeydkirin.    Dadgehê dîsa xwestibû fîrmaya OTOKAR'ê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Musteşariya Sanaya Parastinê ASELSAN, MKE û TUBİTAK’ê  navê kesên pispor bişîne. Tekildarî mijarê ASELSAN navê kesên pispor neşand.    Di pêşniyaran de hat xwestin ku dema çek Ji teqînê re amade be klita emniyetê li dervê dewrê ye û îhtimala ji xwe ber biteqe pir zêde ye. Ji ber vê yekê dema pêwist û di rewşê krîtik de divê emniyet bê vekirin û ji teqînê re amade be. Dema pergala "amade" de divê kesê bikar tîne pir baldar be. Dîsa ji bo tevgera Operator kontrol bike divê di maşînê de jî kamera hebe.