Şahidên komkujiya Dîgorê: Êşên me hêj jan didin

  • rojane
  • 12:13 8 Kanûn 2017
  • |
img

QERS - Şahidê komkujiya Dîgarê Mehmet Çagdavul, diyar kir ku di ser komkujiyê re 24 sal derbas bûn, lê hêj êşên wan wekî duh germ in û jan didin. Çagdavul, anî ziman ku hêj polîtîkayên bişaftin, înkar û komkujiyê berdewam dikin û wiha got: "Gel çawa heta niha li dijî van komkujiyan paşve gav neavêt, dê ji niha û şûnde jî gavan neavêje. 

Di 14'ê Tebaxa 1993'an de li navçeya Dîgorê ya Qersê leşkeran li dijî welatiyan komkujî pêk anî. Gelê Dîgorê ji ber pergala cerdevaniye red kir, leşkeran êrîşî gel kir. Di êrîşê de 5 jê zarok 17 welatî hatin kuştin. 134 welatî birîndar bûn. Ev bûyer di dirokê de wekî “Komkujiya Dîgorê" derbas dibe. Di ser komkujiyê re 24 sal derbas bûn. li Navçeya Dîgora Qersê welatiyên ku nedihiştin biçin ser erd, bax û bexçeyan û di bin ambargoya erzaqan de dihatin girtin, bi meşek bêdeng vê rewşê şermezarkiribûn, hatibûn gulebarankirin. Di encama gulebaranê de 5 jê zarok, 17 kes jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
Piştî bûyerê der barê 8 polîsên tîmên taybet yên bûn sedema komkujiyê de bi sucdariya "Bi zanebûn kuştine" û "Bi zanebûn teşebûsî kuştinê kirine" doz hat vekirin. Polîsên bersûc îdîa kirin ku ji nava girsê gule avêtin wan. Lê piştî bûyerê di hemû lêkolînan de ji bilî guleyên çekên polîsên taybet guleyên din nehat dîtin. Lêpirsîn di sala 2006'an de bi dawî bû. Di darizandinê de der barê polîsan de bi hinceta "Parastina xwe ya rewa kirine" biryara beraetê hat dayîn. Xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) DMME Tirkiye mahkûm kir. 
 
ŞAHID AXIVΠ
 
Şahidê komkujiya Digorê ku wê demê 23 salî û niha 48 salî Mehmet Çagdavul li ser wê rojê axivî. Çagdavul diyar kir ku tevî 25 sal di ser bûyerê re derbas bûne hêj bûyer û êşa wê demê wekî berê zindî û bi jan e. Çagdavul, anî ziman ku her tişt wekî duh li ber çavên wî ne û wiah got: “Di meşê de jin li pêş bûn. Li ser jin û ciwanan gule reşandin. Jinên ku cilên herêmî li xwe kiribûn kiribûn hedef. Nîşan girtin û gule reşandin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dan cenazeyên hin kesan ketin destê leşkeran. Dema me cenaze ji nexweşxaneyê girtin îşkence li wan hatibû kirin. Di meşê de kevirek jî nehat avêtin. Çalakiyek aştiyane û demokratik bû. Têvî ku ji milê me êrîş pêk nehat jî dîsa leşkeran li ser me gule barandin." 
 
Çagdavul anî ziman ku ji Gundê Newşîwanê meşiyan û li gundê Newşîwanê zarok û ciwan jî tev li meşê bûn û wiha berdewam kir: "Bi coş û kelecanek mezin meş pêk hatibû. Ji ber ku gel ziman û çanda xwe dixwest. Hemû kes bi coşek mezin û dildarî tev li meşê bûbûn. Di nava 17 kesên jiyana xwe ji dest dan de 4 xizmên min jî hene. Di nava wan de Hasan Çagdavul (42),  Gulcan Çagdavul (8) û Selvî Çagdavul (14) û Zeynep Çagdavul jî hebûn. Êş û jana wan wekî duh nû ye. Dewletê li aliyekî xizmên me kuxtin, li aliyê din zextên li dijî me kêm nekirin. Her dem li ser me zext zêde kirin. Meş ji meşa salên 1992'an a Cizîr û Sîlopiya Şirnexê ne cudatir e. Çagdavul, anî ziman dewletê hemû rê li wan girt nehişt ku birîndaran bibin nexweşxaneyê û rê li pêş mirinê vekir. 
 
‘ZEXT DIDOMIN
 
Çagdavul, anî ziman ku zextên li ser wan hêj berdewam dikin û wiha got: "Kurd di sala 1924'an de xwest bi guhertinê zagonê kurdan asîmîle bikin. Di sala 1927’an de kurd sirgûn kirin. Di sala 1993’an de li ser me komkujî pêk anîn. Niha jî hêj binçavkirin, girtin û zextên li ser me didomin. Gelê ku ji wê demê heta niha li dijî zilmê di ber xwe  daye dê ji niha û şunde jî di ber xwe bide. 
 
GEL PAŞVE GAVAN NAVÊJE
 
Çagdavul,  destnişan kir ku gelê wê demê li dijî hemû zext û zoran paşve gav neavêtiye dê ji niha û şûnde jî gavan paşve navêje û wiha bi dawî kir: "Li Roboskê 34 welatiyên sivîl bi balafiran qetil kirin. Wekî vê komkujiyê gelek komkujiyên sivîl hene. Ji avakirina komarê heta niha gelek êşên mezin bi serê kurdan de anîn û hêj tînin. Lê kurdan her dem di ber xwe da û dê ji niha û şûnde jî di ber xwe bidin. 
 
Ev bi tazmînatê nayên ji bîr kirin. Her çend DMME Tirkiye mahkûm bike ji ev êş nayê ji bîr kirin. Di çavê gel de 8 polîs dê her dem sûcdar bin. Polîs û leşkeran çekên dewletê li dijî gel teqandin. Piştre jî darazê ew bê sûc dît. Ew polîs dê di çavê gel de her dem wekî qatîl bên nasîn. Kurd êşên bi serê wan de hatine dê qet ji bîr neke. Êş û janên kurdan hêj nû ne. Her ku kuştinek çê dibe êşa me ya salên 1993'an dubare dibe. Tu tişt nikare me ji têkoşîn û lêgerîna mafan paşve bixe. Mirovan piştî komkujiyê êş dît û bêtir li têkoşîna xwe xwedî derkeatin."
 
MA / Mahmut Ruvanas
 
 
 

Sernavên din

10/12/2017
16:14 Danezana Gerdûnî 69 salî ye: Ne OHAL mafên mirovan
16:03 Raportora HRW'ê Webb: Mafê mirovan bi keyfî tê binpêkirin
15:42 2 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man
15:41 Çalakavanên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
15:27 8’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê dê bê lidarxistin
15:20 Fîlma ‘Heft roj û heft şev’ layîqî xelat hat dîtin
14:46 5 kesên pankart bi pira Bogazîçî ve kirin hatin binçavkirin
14:33 Danişîna HDP’iyên Manîsa sibe dest pê dike
12:30 Doza komkujiya Reina sibê dest pê dike
12:26 Înşaet hilweşiya 3 karker birîndar bûn
12:20 Endamê Partiya Karkeran: Hemû rêberên otokratik bi dawî ne
11:27 Waliyê Mêrdîn çoltarên Kerboran û Nisêbînê qedexe kir
11:08 Av li Qersê qerizî
10:22 Rojnameger Alayumat dê 2'ê Sibatê derkeve pêşberî dadger
09:56 Saleke îdianameya du hevserokên jin nehatiye amadekirin
09:26 Lozan: Ocalan netewa demokratik, Erdogan desthilatdariyê dixwaze
09:15 TÎHV: Berê veşarî îro aşkere tundiyê dikin
09:14 Li dijî Moderniteya Kapitalist Halan Di Hev Dan II derket
09:13 Navenda penaberan e an girtîgeh e
09:12 Ji ber milê qutbûyî bi 2 îdîayên cuda hat darizandin
09:10 Bi makîneyekê ji 35 jinan re kar ava kir
09:09 Meleyê KÎD'ê: Di definkirinê de bi çekê li ser serê me disekinin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2017'AN
09/12/2017
22:42 Rêveberê HDP'ê yên Artvînê hatin berdan
21:23 Prof. Dr. Aksu: Baş bû ku min îmze avêt û hatim îxrackirin
17:56 Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îfadeya wî negirtin û şandin girtîgehê
17:28 'Bila qanal û rojnameyên dibin dengê me bên vekirin'
16:56 Ji bo Kirboga şîn danîn
16:37 ‘Girtiyên nexweş demildest serbest berdin’
16:08 ÎHD: Girtiyê nexweş Taniş berdin
15:43 Çalakiyên Rêxistinên Demokratîk: Kuştin û tundî zêde bû
14:48 Di çalakiaya li Kolana Yukselê de 6 kes hatin binçavkirin
14:47 Tabloya herî tarî ya binpêkirinan
14:36 Arslan: Tecrîda li ser Ocalan gefa li dijî aştiyê ye
14:25 Xizmên windayan aqubeta Haci Şîlî pirsî
14:18 Dayikên Şemiyê: Dewlet lîstika ker û lalan dilîze
14:05 Di serdagirtina malê de li ser nimêjê rakirin
13:43 Rojnameger Ogreten: Tenê hewşa girtîgeha derve mezin e
13:42 ‘Divê ji rapora TUBÎTAK'ê baldar bin, wan maşînên zirxî ji herêmê vekişînin’
12:59 Ji bo aştî bê parastin bang li civaka navneteweyî kirin
12:48 Li Sûrê dîrok jî binax kirin
12:47 Qeyûm şertê ‘ultrason’ û ‘beravêtinê’ danî pêşiya goştfiroşan
12:18 Wekîla yewnanî: Hikumeta wê demê ji mijara Ocalan berpirsyar e
11:55 Ekonomist Altintaş: Aramî di aştiyê de ye
11:35 HDP'iyên tahliye bûn qala Girtîgeha Tarsusê kirin
11:10 '18 hezar karker mirin'
10:59 Elîaçik: Meseleya Qudusê dozên Girava Manê û Zarrab nuxamt
09:55 DBP 11'ê kanûnê rapora qayûman aşkere dike
09:47 Ji HDP û CHP’ê şerh: Ev butçeya şer e
09:46 Endezyarên madenê: Ketina kanên komirê ya bê tedbîr mirin e
09:44 Trafo li hewşa dibistanê bi cih kirin
09:43 Federasyona Komeleyên Jinan: Em dê bi yekîtiyê bi ser kevin
09:42 Meclîsê pêşniyaznameya Komkujiya Roboskiyê 'qebe' û 'tahl' dît
09:42 'Pêlîstok rê li pêş zewaca zarokantiyê vedikin'
09:26 Jinên vî gundî şîfayê belav dikin
09:24 Qeyûm bostan jî hişk kir
09:23 Çîroka 3 nifşên di navbera çiyê û zindanê de mayî
09:22 Dozger 'mafê bêdengiyê' helwesta rêxistinî binav kir
09:22 Midûrê Girtgeha Bolu dixwaze bibe 'pîlot'ê cilên yek tîp
09:21 Ji Çiyayê Şengalê dayikên Bakurî silav kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2017'AN
08/12/2017
16:07 Di bîranîna Elçî de banga tevlîbûna çalakiyan kirin
15:58 Şaxa SES'ê ya Wanê: Em vê budceyê qebûl nakin
15:43 Karkerên Kargoyê: Em ê bi serkevin
15:26 ‘275 rojin edalet birçî ye'
15:18 Binpêkirinên mafan ji hemû salên borî derbas kir
15:15 ‘Polîs ji bo şopa îşkenceyê winda bikin merhemê dide'
15:14 Çawa ji girtîgehê derket dîsa binçavkirin
14:47 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
14:23 Midurê girtîgehê: Em ê cenazeyê te bişînin malê!
14:00 Welatî ji lêpirsîna GBT’ê bêzar in
13:36 TUBÎTAK: Her dem îhtîmala ku kobra mirovan bikuje heye
13:23 DÎSK: Divê heqdestiya herî kêm 2 hezar û 300 TL be
12:58 ‘Jin herî zêde li qereqolan rastî tundiyê tên'
12:55 Kemalbay: Sedema astengiyan tirs bû
12:26 Dixwazin li Sûriyeyê agirê şerekî nû gur bikin
12:13 Şahidên komkujiya Dîgorê: Êşên me hêj jan didin
12:09 2 kes li Geverê binçav kirin
12:08 Êzidî û komên îşkencekar li heman qadê tên hiştin
11:53 NY hêj bêdeng e
11:43 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:13 Amed ji sempozyuma mafê mirovan re amade ye
10:41 Karkerên Sûriye bi erzanî di avahiyên TOKÎ de dixebitînin
10:30 Rektorî ye yan daraz e?
10:29 Xebatkarên Radyo 14 meh in li benda îdianameyê ne
10:27 Ji ber nameya ji girtîgehê 90 sal ceza dixwaz in
10:24 Mele Arkan: Wek mizgeftan malên şînê jî yên gel in
10:22 Serokê VANTSO'yê îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
10:12 Prz.Yolerî: NY û DMME'ê mafên mirovan neparastin
10:11 Li Girtîgehê werem heye lê bijîşk tune
10:09 Li dijî 'taciz'ê derket 3 mehan dernexistin hevdîtinê
10:00 Dikandarê bajar bi bajar ketiye pêyî şopa dengbêjan
09:58 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan xeta sor a kurdan e, ji bo Tirkiye yê jî fersende
09:38 Pêngava destpêkê ya pêvajoyek nû ye
09:35 23 salin li dijî bişavtinê têdikoşe
09:13 Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen: Azadiya jinê bingehîn azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2017'AN
08:46 Walî derketina derve ya 51 gundên Amedê qedexe kir
07:01 Cenazeyên 5 parazvanên Mexmûrê bi merasimekê oxir kirin
07/12/2017
21:48 Kekê Çekwar Çûbûk hat girtin