Şahidên komkujiya Dîgorê: Êşên me hêj jan didin 2017-12-08 12:13:03 QERS - Şahidê komkujiya Dîgarê Mehmet Çagdavul, diyar kir ku di ser komkujiyê re 24 sal derbas bûn, lê hêj êşên wan wekî duh germ in û jan didin. Çagdavul, anî ziman ku hêj polîtîkayên bişaftin, înkar û komkujiyê berdewam dikin û wiha got: "Gel çawa heta niha li dijî van komkujiyan paşve gav neavêt, dê ji niha û şûnde jî gavan neavêje.  Di 14'ê Tebaxa 1993'an de li navçeya Dîgorê ya Qersê leşkeran li dijî welatiyan komkujî pêk anî. Gelê Dîgorê ji ber pergala cerdevaniye red kir, leşkeran êrîşî gel kir. Di êrîşê de 5 jê zarok 17 welatî hatin kuştin. 134 welatî birîndar bûn. Ev bûyer di dirokê de wekî “Komkujiya Dîgorê" derbas dibe. Di ser komkujiyê re 24 sal derbas bûn. li Navçeya Dîgora Qersê welatiyên ku nedihiştin biçin ser erd, bax û bexçeyan û di bin ambargoya erzaqan de dihatin girtin, bi meşek bêdeng vê rewşê şermezarkiribûn, hatibûn gulebarankirin. Di encama gulebaranê de 5 jê zarok, 17 kes jiyana xwe ji dest dabûn.    Piştî bûyerê der barê 8 polîsên tîmên taybet yên bûn sedema komkujiyê de bi sucdariya "Bi zanebûn kuştine" û "Bi zanebûn teşebûsî kuştinê kirine" doz hat vekirin. Polîsên bersûc îdîa kirin ku ji nava girsê gule avêtin wan. Lê piştî bûyerê di hemû lêkolînan de ji bilî guleyên çekên polîsên taybet guleyên din nehat dîtin. Lêpirsîn di sala 2006'an de bi dawî bû. Di darizandinê de der barê polîsan de bi hinceta "Parastina xwe ya rewa kirine" biryara beraetê hat dayîn. Xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) DMME Tirkiye mahkûm kir.    ŞAHID AXIVΠ   Şahidê komkujiya Digorê ku wê demê 23 salî û niha 48 salî Mehmet Çagdavul li ser wê rojê axivî. Çagdavul diyar kir ku tevî 25 sal di ser bûyerê re derbas bûne hêj bûyer û êşa wê demê wekî berê zindî û bi jan e. Çagdavul, anî ziman ku her tişt wekî duh li ber çavên wî ne û wiah got: “Di meşê de jin li pêş bûn. Li ser jin û ciwanan gule reşandin. Jinên ku cilên herêmî li xwe kiribûn kiribûn hedef. Nîşan girtin û gule reşandin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dan cenazeyên hin kesan ketin destê leşkeran. Dema me cenaze ji nexweşxaneyê girtin îşkence li wan hatibû kirin. Di meşê de kevirek jî nehat avêtin. Çalakiyek aştiyane û demokratik bû. Têvî ku ji milê me êrîş pêk nehat jî dîsa leşkeran li ser me gule barandin."    Çagdavul anî ziman ku ji Gundê Newşîwanê meşiyan û li gundê Newşîwanê zarok û ciwan jî tev li meşê bûn û wiha berdewam kir: "Bi coş û kelecanek mezin meş pêk hatibû. Ji ber ku gel ziman û çanda xwe dixwest. Hemû kes bi coşek mezin û dildarî tev li meşê bûbûn. Di nava 17 kesên jiyana xwe ji dest dan de 4 xizmên min jî hene. Di nava wan de Hasan Çagdavul (42),  Gulcan Çagdavul (8) û Selvî Çagdavul (14) û Zeynep Çagdavul jî hebûn. Êş û jana wan wekî duh nû ye. Dewletê li aliyekî xizmên me kuxtin, li aliyê din zextên li dijî me kêm nekirin. Her dem li ser me zext zêde kirin. Meş ji meşa salên 1992'an a Cizîr û Sîlopiya Şirnexê ne cudatir e. Çagdavul, anî ziman dewletê hemû rê li wan girt nehişt ku birîndaran bibin nexweşxaneyê û rê li pêş mirinê vekir.    ‘ZEXT DIDOMIN   Çagdavul, anî ziman ku zextên li ser wan hêj berdewam dikin û wiha got: "Kurd di sala 1924'an de xwest bi guhertinê zagonê kurdan asîmîle bikin. Di sala 1927’an de kurd sirgûn kirin. Di sala 1993’an de li ser me komkujî pêk anîn. Niha jî hêj binçavkirin, girtin û zextên li ser me didomin. Gelê ku ji wê demê heta niha li dijî zilmê di ber xwe  daye dê ji niha û şunde jî di ber xwe bide.    GEL PAŞVE GAVAN NAVÊJE   Çagdavul,  destnişan kir ku gelê wê demê li dijî hemû zext û zoran paşve gav neavêtiye dê ji niha û şûnde jî gavan paşve navêje û wiha bi dawî kir: "Li Roboskê 34 welatiyên sivîl bi balafiran qetil kirin. Wekî vê komkujiyê gelek komkujiyên sivîl hene. Ji avakirina komarê heta niha gelek êşên mezin bi serê kurdan de anîn û hêj tînin. Lê kurdan her dem di ber xwe da û dê ji niha û şûnde jî di ber xwe bidin.    Ev bi tazmînatê nayên ji bîr kirin. Her çend DMME Tirkiye mahkûm bike ji ev êş nayê ji bîr kirin. Di çavê gel de 8 polîs dê her dem sûcdar bin. Polîs û leşkeran çekên dewletê li dijî gel teqandin. Piştre jî darazê ew bê sûc dît. Ew polîs dê di çavê gel de her dem wekî qatîl bên nasîn. Kurd êşên bi serê wan de hatine dê qet ji bîr neke. Êş û janên kurdan hêj nû ne. Her ku kuştinek çê dibe êşa me ya salên 1993'an dubare dibe. Tu tişt nikare me ji têkoşîn û lêgerîna mafan paşve bixe. Mirovan piştî komkujiyê êş dît û bêtir li têkoşîna xwe xwedî derkeatin."   MA / Mahmut Ruvanas