Prz.Yolerî: NY û DMME'ê mafên mirovan neparastin

  • rojane
  • 10:12 8 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL - Seroka ÎHD'a Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî berî 10'ê Mijdarê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, der barê rewşa li Tirkiyeyê de axivî. Yolerî aşkera kir ku ji xwe binpêkirinên mafan zêde bûn, bi OHAL'ê re ev derketiye asta herî jor û ev tişt got: "Saziyên navneteweyî yên wekî NY, DMME û CPT, li dijî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê bê deng man û tu helwest nedan nîşan."

Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî, diyar kir ku mekanîzmaya mafên mirovan a di destê Peymana Mafên Mirovan a Ewroyapê (PMME) û Neteweyên Yekbûyî (NY) bê bandor bûye û wiha axivî: "Dewlet vê mekanîzmayê ji bo li ser binpêkirinên mafan binixumînin, bi kar tînin."
 
10'ê Kanûnê, Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan berî 69 salan ji hêla NY'ê vê hat qebûlkirin. Li gorî daneyên fermî, di 2'yemîn Şerê Cîhanê de 65 milyon mirovan jiyana xwe ji dest da. Dewletên cîhanê hatin gel hev û bi dirûşma "Careke din teqes" li dijî şer helwesta xwe dan nîşan. Di sala 1948'an de Konîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), "Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan" amade kir, di 10'ê Kanûna 1948'an de li Parîsê hat qebûlkirin. Wê rojê re 10'e Kanûnê wekî "Roja Mafên Mirovan a Cîhanê" di salnameyan de cih girt. 
 
Rêxistin, sazî û aktivîstên di warê mafên mirovan de têkoşîn didin, aşkera kirin kku Tirkiye îro bi tabloyeke reş re rû bi rû ye.
 
Seroka Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Stenbolê û Prz. Gulseren Yolerî, aşkera kir ku di tu serdemê de ew qas binpêkirinên mafan neqewimî bûn.
 
Yolerî got ku "Binpêkirinên mafan ên li welat her dem zêde bûne û wiha axivî: "Bi taybetî piştî qedexeya derketina derve û îlana OHAL'ê, binpêkirinên mafan gelekî zêde bûn. Binpêkirinên mafan di warê îşkence, muameleya xirab, azadiya remanê, zextên li ser karkeran û di warê perwerde, tenduristiyê de gelekî zêde bûn. Sed mixabin em nikarin bêjin di tu warî de rewşeke baş heye. Binpêkirinên mafan îro jî di asta herî jor de ne."
 
‘MEKANÎZMAYEKE KU TU XWE BIPARÊZÎ TUNE’
 
Yolerî destnîşan kir ku bi OHAL û KHK'ê re, gelek mafên destkeftî ji dest çûn û ev tişt got: "Di civakê de rewşeke ruhî ya bê çaretiyê derket holê. Ji ber ku niheqiya ku li mirovan tê kirin, dê serî li ku bide û xwe çawa biparêze ji destê wan hat girtin. Hikumet îro bê aramî û kaosê bi pêş dixe. Civak dibêje ku 'Em çi bikin jî dê ev zilamana çi bixwazin dê wê bikin.' Difikirin ku rê û rêbazeke ku em mafê xwe biparêzin tune. Mafê wan heye wisa bifikirin. Têkoşîna civakî gelekî ji vê rewşê bandor bûye."
 
‘EM JÎ DI NAV VÊ NEDIYARIYÊ DE NE’
 
Yolerî anî ziman ku ew jî wekî parastvanên mafên mirovan û parêzer, ji vê rewşê bandor dibin û wiha pê de çû: "Di hemû qadên jiyanê de binpêkirinên mafan zêde ne, di serlêdanan de jî zêdebûnek heye. Lê em li hemberî van serlêdanan, em ê wekî çareserî çi daynin pêşiya wan, em jî zehmetiyan dikişînin. Em nikarin bêjin dê teqes ev pirsgirêk di vê xalê de çareser bibe. Ji ber ku em jî di nava wê nediyariya ku hikumetê avakirî de ne. Têkoşîna li dijî vê nediyariyê, ya rast heta asteke girîng hat. Mixabin em nikarin der barê mafên mirovan ên li Tirkiyeyê de tiştekî baş bêjin."
 
Yolerî diyar kir ku pirsgirêkek mezin a Tirkiyeyê jî "Bêcezayî" ye û piştrast kir ku peywirdarên cemaweriyê yên ku mafên mirovan binpê dikin, di her şert û mercî de tên parastin.
 
'DI 19'Ê KANÛNÊ Û LI CIZÎRÊ BÊ DENG MAN’
 
Yolerî ji derveyê vê der barê mîsyona mekanîzmayên serlêdanê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî nirxandin kirin. Yolerî, da zanîn ku demên borî jî xebatên van mekanîzmayan bi pirsgirêk bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ez li mirovên li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de di jêrzemînan de hatin şewitandin mêze dikin, li vir bi vekirî mafê mirovan tê binpêkirin. Mixabin ev mekanîzmayên mafên mirovan bêdeng man. Em li wan geriya lê me xwe negihand wan. Serlêdan bê encam man. Îro jî ev bandor hêj dewam dike. Lê em dikarin bêjin di hin demên navborî de piçekî bi bandor bûn. Lê dema ku civak û dewlet tên hemberî hev, desthilatdarî ji bo xwe biparêze serî li êrîşan dide û şidetê bi pêş dixe, mixabin ev mekanîzmayên ku em qala wan dikin, dîsa dikevin bin bandora van dewletan."
 
‘JI BO DEWLETÊ BIPARÊZIN XWE KER DOKIN’
 
Yolerî hebûna dewletê wekî binpêkirina mafan pênase kir, da zanîn ku îro jî OHAL heye û hemû maf hatine binpêkirin û ev tişt anî ziman: "Bi tu awayî mafên mirovan ne di bin parastinê de ne. Îşkenceya di gerdûnê de qedexe ye, bi zêdebûnê dewam dike. Ruxmê vê jî me tu hewldanên CPT'yê nedît. Dîsa me tu hewldaneke DMME'ê ya li dijî îşkenceyê nedît û mafê mirovan naparêze. Ji ber wê jî DMME di warê parastina mafên mirovan de gelekî lewaz bûye û em vê yekê nîqaş dikin."
 
Yolerî herî dawî aşkera kir ku îro binpêkirinên mafên mirovan, demokrasî û pirsgirêka kurd ketine nava hev û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heke meseleya kurd neyê çareserkirin, dê li vî welatî behsa demokrasiyê neyê kirin. Heta meseleya kurd çareser nebe, kes nikare qala mafên mirovan jî bike. Ji ber wê jî pêwîst e li Tirkiyeyê têkoşîneke topyekun bê meşandin. Ji ber ku ev hemû tev li hev bûne. Em qala pirsgirêkên ku bi hev re bên çareserkirin dikin."
 
MA/Sadiye Eser 
 

Sernavên din

10/12/2017
16:14 Danezana Gerdûnî 69 salî ye: Ne OHAL mafên mirovan
16:03 Raportora HRW'ê Webb: Mafê mirovan bi keyfî tê binpêkirin
15:42 2 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man
15:41 Çalakavanên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
15:27 8’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê dê bê lidarxistin
15:20 Fîlma ‘Heft roj û heft şev’ layîqî xelat hat dîtin
14:46 5 kesên pankart bi pira Bogazîçî ve kirin hatin binçavkirin
14:33 Danişîna HDP’iyên Manîsa sibe dest pê dike
12:30 Doza komkujiya Reina sibê dest pê dike
12:26 Înşaet hilweşiya 3 karker birîndar bûn
12:20 Endamê Partiya Karkeran: Hemû rêberên otokratik bi dawî ne
11:27 Waliyê Mêrdîn çoltarên Kerboran û Nisêbînê qedexe kir
11:08 Av li Qersê qerizî
10:22 Rojnameger Alayumat dê 2'ê Sibatê derkeve pêşberî dadger
09:56 Saleke îdianameya du hevserokên jin nehatiye amadekirin
09:26 Lozan: Ocalan netewa demokratik, Erdogan desthilatdariyê dixwaze
09:15 TÎHV: Berê veşarî îro aşkere tundiyê dikin
09:14 Li dijî Moderniteya Kapitalist Halan Di Hev Dan II derket
09:13 Navenda penaberan e an girtîgeh e
09:12 Ji ber milê qutbûyî bi 2 îdîayên cuda hat darizandin
09:10 Bi makîneyekê ji 35 jinan re kar ava kir
09:09 Meleyê KÎD'ê: Di definkirinê de bi çekê li ser serê me disekinin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2017'AN
09/12/2017
22:42 Rêveberê HDP'ê yên Artvînê hatin berdan
21:23 Prof. Dr. Aksu: Baş bû ku min îmze avêt û hatim îxrackirin
17:56 Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îfadeya wî negirtin û şandin girtîgehê
17:28 'Bila qanal û rojnameyên dibin dengê me bên vekirin'
16:56 Ji bo Kirboga şîn danîn
16:37 ‘Girtiyên nexweş demildest serbest berdin’
16:08 ÎHD: Girtiyê nexweş Taniş berdin
15:43 Çalakiyên Rêxistinên Demokratîk: Kuştin û tundî zêde bû
14:48 Di çalakiaya li Kolana Yukselê de 6 kes hatin binçavkirin
14:47 Tabloya herî tarî ya binpêkirinan
14:36 Arslan: Tecrîda li ser Ocalan gefa li dijî aştiyê ye
14:25 Xizmên windayan aqubeta Haci Şîlî pirsî
14:18 Dayikên Şemiyê: Dewlet lîstika ker û lalan dilîze
14:05 Di serdagirtina malê de li ser nimêjê rakirin
13:43 Rojnameger Ogreten: Tenê hewşa girtîgeha derve mezin e
13:42 ‘Divê ji rapora TUBÎTAK'ê baldar bin, wan maşînên zirxî ji herêmê vekişînin’
12:59 Ji bo aştî bê parastin bang li civaka navneteweyî kirin
12:48 Li Sûrê dîrok jî binax kirin
12:47 Qeyûm şertê ‘ultrason’ û ‘beravêtinê’ danî pêşiya goştfiroşan
12:18 Wekîla yewnanî: Hikumeta wê demê ji mijara Ocalan berpirsyar e
11:55 Ekonomist Altintaş: Aramî di aştiyê de ye
11:35 HDP'iyên tahliye bûn qala Girtîgeha Tarsusê kirin
11:10 '18 hezar karker mirin'
10:59 Elîaçik: Meseleya Qudusê dozên Girava Manê û Zarrab nuxamt
09:55 DBP 11'ê kanûnê rapora qayûman aşkere dike
09:47 Ji HDP û CHP’ê şerh: Ev butçeya şer e
09:46 Endezyarên madenê: Ketina kanên komirê ya bê tedbîr mirin e
09:44 Trafo li hewşa dibistanê bi cih kirin
09:43 Federasyona Komeleyên Jinan: Em dê bi yekîtiyê bi ser kevin
09:42 Meclîsê pêşniyaznameya Komkujiya Roboskiyê 'qebe' û 'tahl' dît
09:42 'Pêlîstok rê li pêş zewaca zarokantiyê vedikin'
09:26 Jinên vî gundî şîfayê belav dikin
09:24 Qeyûm bostan jî hişk kir
09:23 Çîroka 3 nifşên di navbera çiyê û zindanê de mayî
09:22 Dozger 'mafê bêdengiyê' helwesta rêxistinî binav kir
09:22 Midûrê Girtgeha Bolu dixwaze bibe 'pîlot'ê cilên yek tîp
09:21 Ji Çiyayê Şengalê dayikên Bakurî silav kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2017'AN
08/12/2017
16:07 Di bîranîna Elçî de banga tevlîbûna çalakiyan kirin
15:58 Şaxa SES'ê ya Wanê: Em vê budceyê qebûl nakin
15:43 Karkerên Kargoyê: Em ê bi serkevin
15:26 ‘275 rojin edalet birçî ye'
15:18 Binpêkirinên mafan ji hemû salên borî derbas kir
15:15 ‘Polîs ji bo şopa îşkenceyê winda bikin merhemê dide'
15:14 Çawa ji girtîgehê derket dîsa binçavkirin
14:47 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
14:23 Midurê girtîgehê: Em ê cenazeyê te bişînin malê!
14:00 Welatî ji lêpirsîna GBT’ê bêzar in
13:36 TUBÎTAK: Her dem îhtîmala ku kobra mirovan bikuje heye
13:23 DÎSK: Divê heqdestiya herî kêm 2 hezar û 300 TL be
12:58 ‘Jin herî zêde li qereqolan rastî tundiyê tên'
12:55 Kemalbay: Sedema astengiyan tirs bû
12:26 Dixwazin li Sûriyeyê agirê şerekî nû gur bikin
12:13 Şahidên komkujiya Dîgorê: Êşên me hêj jan didin
12:09 2 kes li Geverê binçav kirin
12:08 Êzidî û komên îşkencekar li heman qadê tên hiştin
11:53 NY hêj bêdeng e
11:43 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:13 Amed ji sempozyuma mafê mirovan re amade ye
10:41 Karkerên Sûriye bi erzanî di avahiyên TOKÎ de dixebitînin
10:30 Rektorî ye yan daraz e?
10:29 Xebatkarên Radyo 14 meh in li benda îdianameyê ne
10:27 Ji ber nameya ji girtîgehê 90 sal ceza dixwaz in
10:24 Mele Arkan: Wek mizgeftan malên şînê jî yên gel in
10:22 Serokê VANTSO'yê îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
10:12 Prz.Yolerî: NY û DMME'ê mafên mirovan neparastin
10:11 Li Girtîgehê werem heye lê bijîşk tune
10:09 Li dijî 'taciz'ê derket 3 mehan dernexistin hevdîtinê
10:00 Dikandarê bajar bi bajar ketiye pêyî şopa dengbêjan
09:58 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan xeta sor a kurdan e, ji bo Tirkiye yê jî fersende
09:38 Pêngava destpêkê ya pêvajoyek nû ye
09:35 23 salin li dijî bişavtinê têdikoşe
09:13 Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen: Azadiya jinê bingehîn azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2017'AN
08:46 Walî derketina derve ya 51 gundên Amedê qedexe kir
07:01 Cenazeyên 5 parazvanên Mexmûrê bi merasimekê oxir kirin
07/12/2017
21:48 Kekê Çekwar Çûbûk hat girtin