Prz.Yolerî: NY û DMME'ê mafên mirovan neparastin 2017-12-08 10:12:38 STENBOL - Seroka ÎHD'a Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî berî 10'ê Mijdarê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, der barê rewşa li Tirkiyeyê de axivî. Yolerî aşkera kir ku ji xwe binpêkirinên mafan zêde bûn, bi OHAL'ê re ev derketiye asta herî jor û ev tişt got: "Saziyên navneteweyî yên wekî NY, DMME û CPT, li dijî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê bê deng man û tu helwest nedan nîşan." Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî, diyar kir ku mekanîzmaya mafên mirovan a di destê Peymana Mafên Mirovan a Ewroyapê (PMME) û Neteweyên Yekbûyî (NY) bê bandor bûye û wiha axivî: "Dewlet vê mekanîzmayê ji bo li ser binpêkirinên mafan binixumînin, bi kar tînin."   10'ê Kanûnê, Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan berî 69 salan ji hêla NY'ê vê hat qebûlkirin. Li gorî daneyên fermî, di 2'yemîn Şerê Cîhanê de 65 milyon mirovan jiyana xwe ji dest da. Dewletên cîhanê hatin gel hev û bi dirûşma "Careke din teqes" li dijî şer helwesta xwe dan nîşan. Di sala 1948'an de Konîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), "Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan" amade kir, di 10'ê Kanûna 1948'an de li Parîsê hat qebûlkirin. Wê rojê re 10'e Kanûnê wekî "Roja Mafên Mirovan a Cîhanê" di salnameyan de cih girt.    Rêxistin, sazî û aktivîstên di warê mafên mirovan de têkoşîn didin, aşkera kirin kku Tirkiye îro bi tabloyeke reş re rû bi rû ye.   Seroka Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Stenbolê û Prz. Gulseren Yolerî, aşkera kir ku di tu serdemê de ew qas binpêkirinên mafan neqewimî bûn.   Yolerî got ku "Binpêkirinên mafan ên li welat her dem zêde bûne û wiha axivî: "Bi taybetî piştî qedexeya derketina derve û îlana OHAL'ê, binpêkirinên mafan gelekî zêde bûn. Binpêkirinên mafan di warê îşkence, muameleya xirab, azadiya remanê, zextên li ser karkeran û di warê perwerde, tenduristiyê de gelekî zêde bûn. Sed mixabin em nikarin bêjin di tu warî de rewşeke baş heye. Binpêkirinên mafan îro jî di asta herî jor de ne."   ‘MEKANÎZMAYEKE KU TU XWE BIPARÊZÎ TUNE’   Yolerî destnîşan kir ku bi OHAL û KHK'ê re, gelek mafên destkeftî ji dest çûn û ev tişt got: "Di civakê de rewşeke ruhî ya bê çaretiyê derket holê. Ji ber ku niheqiya ku li mirovan tê kirin, dê serî li ku bide û xwe çawa biparêze ji destê wan hat girtin. Hikumet îro bê aramî û kaosê bi pêş dixe. Civak dibêje ku 'Em çi bikin jî dê ev zilamana çi bixwazin dê wê bikin.' Difikirin ku rê û rêbazeke ku em mafê xwe biparêzin tune. Mafê wan heye wisa bifikirin. Têkoşîna civakî gelekî ji vê rewşê bandor bûye."   ‘EM JÎ DI NAV VÊ NEDIYARIYÊ DE NE’   Yolerî anî ziman ku ew jî wekî parastvanên mafên mirovan û parêzer, ji vê rewşê bandor dibin û wiha pê de çû: "Di hemû qadên jiyanê de binpêkirinên mafan zêde ne, di serlêdanan de jî zêdebûnek heye. Lê em li hemberî van serlêdanan, em ê wekî çareserî çi daynin pêşiya wan, em jî zehmetiyan dikişînin. Em nikarin bêjin dê teqes ev pirsgirêk di vê xalê de çareser bibe. Ji ber ku em jî di nava wê nediyariya ku hikumetê avakirî de ne. Têkoşîna li dijî vê nediyariyê, ya rast heta asteke girîng hat. Mixabin em nikarin der barê mafên mirovan ên li Tirkiyeyê de tiştekî baş bêjin."   Yolerî diyar kir ku pirsgirêkek mezin a Tirkiyeyê jî "Bêcezayî" ye û piştrast kir ku peywirdarên cemaweriyê yên ku mafên mirovan binpê dikin, di her şert û mercî de tên parastin.   'DI 19'Ê KANÛNÊ Û LI CIZÎRÊ BÊ DENG MAN’   Yolerî ji derveyê vê der barê mîsyona mekanîzmayên serlêdanê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî nirxandin kirin. Yolerî, da zanîn ku demên borî jî xebatên van mekanîzmayan bi pirsgirêk bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ez li mirovên li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de di jêrzemînan de hatin şewitandin mêze dikin, li vir bi vekirî mafê mirovan tê binpêkirin. Mixabin ev mekanîzmayên mafên mirovan bêdeng man. Em li wan geriya lê me xwe negihand wan. Serlêdan bê encam man. Îro jî ev bandor hêj dewam dike. Lê em dikarin bêjin di hin demên navborî de piçekî bi bandor bûn. Lê dema ku civak û dewlet tên hemberî hev, desthilatdarî ji bo xwe biparêze serî li êrîşan dide û şidetê bi pêş dixe, mixabin ev mekanîzmayên ku em qala wan dikin, dîsa dikevin bin bandora van dewletan."   ‘JI BO DEWLETÊ BIPARÊZIN XWE KER DOKIN’   Yolerî hebûna dewletê wekî binpêkirina mafan pênase kir, da zanîn ku îro jî OHAL heye û hemû maf hatine binpêkirin û ev tişt anî ziman: "Bi tu awayî mafên mirovan ne di bin parastinê de ne. Îşkenceya di gerdûnê de qedexe ye, bi zêdebûnê dewam dike. Ruxmê vê jî me tu hewldanên CPT'yê nedît. Dîsa me tu hewldaneke DMME'ê ya li dijî îşkenceyê nedît û mafê mirovan naparêze. Ji ber wê jî DMME di warê parastina mafên mirovan de gelekî lewaz bûye û em vê yekê nîqaş dikin."   Yolerî herî dawî aşkera kir ku îro binpêkirinên mafên mirovan, demokrasî û pirsgirêka kurd ketine nava hev û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heke meseleya kurd neyê çareserkirin, dê li vî welatî behsa demokrasiyê neyê kirin. Heta meseleya kurd çareser nebe, kes nikare qala mafên mirovan jî bike. Ji ber wê jî pêwîst e li Tirkiyeyê têkoşîneke topyekun bê meşandin. Ji ber ku ev hemû tev li hev bûne. Em qala pirsgirêkên ku bi hev re bên çareserkirin dikin."   MA/Sadiye Eser