Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan xeta sor a kurdan e, ji bo Tirkiye yê jî fersende

  • rojane
  • 09:58 8 Kanûn 2017
  • |
img

 AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin diyar kir ku tecrîd li dijî tewahiya kurdan e. Ozturk, hikûmeta AKP’ê hişyar kir û got: “Ocalan xeta sor a gelê kurd e. Ji bo Tirkiye yê û rojhilatanavîn ji fersend e. Heger tecrîd wisa bidome tu kes nikare pêşerojê bibîne.”

 
 Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Gireva Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzer nikarin biçin hevditin bikin û bi tu awayî nikarin bi Ocalan re diyalogê çêkin. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan 11’ê Îlona 2016’an hevdîtin pêk anî û ji wê rojê şûnda bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk tecrîda li ser Ocalan nirxand, balkişand ser bandora tecrîde ya li ser heremê û hikûmeta AKP’ê di milê polîtîkayên tecrîdê de hişyar kir.
 
‘TECRÎD NE TENÊ LI SER  OCALAN E’
 
Ozturk, destnîşan kir ku Ocalan ji sala 1993’an ve ji bo aştiya Tirkiye tedikoşe û wihagot: “Dive di serî de pêvajoya navbera salên 2013 û 2015’an bibîr bîne. Ocalan her tim destê aşitiyê dirêj kir. Ji bo rawestandina xwîna diherike tevgeriya û ji bo çareser kirina pirskiran jî riya diyalogê nîşan da. Bi rastî tecrîda li ser Ocalan nezîkbûna dewletê ya li hemberî gelê kurd nîşan dide. Tecrîd ne tenê li dijî Ocalan e. Li dijî gelê kurd û vîna milyonan e. Dema mirov lê dinêre armanca dewleta tirk jî derdikeve holê.”
 
‘BI TECRÎDÊ DIXWAZIN KURDÊ XWE AVA BIKIN' 
 
Ozturk diyar kir ku bi Ocalan re astengkirina hevdîtinan dijî hiqûqa netewî û navnetewî ye û wiha pê de çû: “Ocalan nikare ji mafên yên wekî hemû girtiyan jî bi kar bêne. Giran kirin û domandina tecrîdê ji gelê kurd re jî peyamek e. Bi tecrîdê dixwazin kurdê xwe biafrênin. Qala rêberê gelê kurd dikin, bi tecrîdê pirsgirikan jî kûr dikin. Raya giştî ya Tirkiye yê jî pêvajoya navbera salên 2013 û 2015’an dîtin. Çareserî heye û xwîn nayê rijandin.”
 
‘BILA JEHRA ZIRGÊJNOKÊ VENEXWIN’
 
 Ozturk gotina Serokê AKP’ê Erdogan “Hewce bike ez ê jehrê jî wexwim” bibîrxist û wiha berdewam kir: “Heger armanc aştî be bila tu kes jehrê venexwe. Muxatap diyare, dema derfetên bi muxatabê re çareserkirina pirsgirîkan hebe, çima tecrîd tê girankirin? Sedema wî tûnebûna armancên aştî û çareseriyê ye. Her wiha armanca wan tûne kirina vîna gelê kurd e. Armanca faşîzma AKP û MHP’ê bi temamî gelê kurd ji holê rakirin e. Ji beriya niha gelek caran hat ceribandin û encam ne standin. Ji bo domandina îktîdara xwe li hemberî gelê kurd şer didin destpê kirin. Sedema giran kirina tecrîda li ser Ocalan jî ev e. Dive baş bê zanîn ku hemû pêk anînên li ser Ocalan, ji gelê kurd re jî peyame.”
 
‘OCALAN XETA ME YA SOR E’
 
Ozturk da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan bi serê xwe banga şer e û axaftina xwe domand: “Tecrîd nayê qebûlkirin. Ji ber ku Ocalan xeta sor ya gelê kurd e. Dewlet bi vê yekê şerek qirêj dimeşîne. Dive demekê nêz de derbarê tendûristî û ewlehiya Ocalan de agahî bê standin. Dive bi riya malbat, parêzer an go Heyeta Îmraliyê hevdîtin bi Ocalan re pêk were û raya giştî ji bê agahdarkirin. Baweriya me bi Serdozgeriya Bursayê nayê. Parêzer bi cara 711’an ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da lê bi hincetan ev serlêdan hat redkirin. Bawerî bi serdozgeriya hincetan nayê. Ji bo qûr nekirina pirsgirîkan hevdîtin pêwîste. Ji beriya niha heman rewşên bi vî avayê hat jiyîn, bersiva gelê kurd ji tecrîdê re aşkere ye. Ji vê rojê şûnde jî heman bersiv dê were dayîn.”
 
‘OCALAN NÛNERÊ GELÊ KURD Û AŞTIYÊ YE’
 
Ozturk anî ziman Ocalan nûnerê gelê kurd û aştiyê ye û wiha got: “Tecrîd her çiqas bê giran kirin, bêçareserî ji ev qas kûr dibe. Dewlet baş dizane gelê kurd çawa bertek nîşanê van polîtîkayan dide. Mîmarê modela Rojava Ocalan e, ne bes ji bo gelê kurd modelek ji bo gelan e. Li ser mîmarê vê modolê tecrîd tê pêk anîn. Dema azadiya Ocalan pêk were, xwîn, çek û yekparêz ji holê radibe, jiyanek her kes xwe nav de bibîne destpê dike. Ev di pratîkê de tê dijîn”
 
‘OCALAN JI BO TIRKIYE YÊ FIRSEN DE’
 
Ozturk destnîşan kir ku bi azadiya Ocalan re şer û pevçûnên li heremê bi dawî dibe û hikûmeta AKP’ê wiha hişyar kir: “Ocalan ji bo Tirkiye û rojhilatanavîn fersende. Lê hûn ji bo tune kirina Ocalan tevbigerin û tecrîdê giran bikin, tu kes nikare pêşerojê bibîne. Azadiya Ocalan ji bo hemû gelan deriyê azadî û wekheviyê vedike.”
 
Ozturk herî dawî da zanîn ku wekî siyaseta kurd dê çalakiyên li dijî tecrîdê bidomînin û çalakiyên berfireh didin destpêkirin.
 
MA / Ozgur Paksoy 
 

Sernavên din

10/12/2017
16:14 Danezana Gerdûnî 69 salî ye: Ne OHAL mafên mirovan
16:03 Raportora HRW'ê Webb: Mafê mirovan bi keyfî tê binpêkirin
15:42 2 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man
15:41 Çalakavanên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
15:27 8’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê dê bê lidarxistin
15:20 Fîlma ‘Heft roj û heft şev’ layîqî xelat hat dîtin
14:46 5 kesên pankart bi pira Bogazîçî ve kirin hatin binçavkirin
14:33 Danişîna HDP’iyên Manîsa sibe dest pê dike
12:30 Doza komkujiya Reina sibê dest pê dike
12:26 Înşaet hilweşiya 3 karker birîndar bûn
12:20 Endamê Partiya Karkeran: Hemû rêberên otokratik bi dawî ne
11:27 Waliyê Mêrdîn çoltarên Kerboran û Nisêbînê qedexe kir
11:08 Av li Qersê qerizî
10:22 Rojnameger Alayumat dê 2'ê Sibatê derkeve pêşberî dadger
09:56 Saleke îdianameya du hevserokên jin nehatiye amadekirin
09:26 Lozan: Ocalan netewa demokratik, Erdogan desthilatdariyê dixwaze
09:15 TÎHV: Berê veşarî îro aşkere tundiyê dikin
09:14 Li dijî Moderniteya Kapitalist Halan Di Hev Dan II derket
09:13 Navenda penaberan e an girtîgeh e
09:12 Ji ber milê qutbûyî bi 2 îdîayên cuda hat darizandin
09:10 Bi makîneyekê ji 35 jinan re kar ava kir
09:09 Meleyê KÎD'ê: Di definkirinê de bi çekê li ser serê me disekinin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2017'AN
09/12/2017
22:42 Rêveberê HDP'ê yên Artvînê hatin berdan
21:23 Prof. Dr. Aksu: Baş bû ku min îmze avêt û hatim îxrackirin
17:56 Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îfadeya wî negirtin û şandin girtîgehê
17:28 'Bila qanal û rojnameyên dibin dengê me bên vekirin'
16:56 Ji bo Kirboga şîn danîn
16:37 ‘Girtiyên nexweş demildest serbest berdin’
16:08 ÎHD: Girtiyê nexweş Taniş berdin
15:43 Çalakiyên Rêxistinên Demokratîk: Kuştin û tundî zêde bû
14:48 Di çalakiaya li Kolana Yukselê de 6 kes hatin binçavkirin
14:47 Tabloya herî tarî ya binpêkirinan
14:36 Arslan: Tecrîda li ser Ocalan gefa li dijî aştiyê ye
14:25 Xizmên windayan aqubeta Haci Şîlî pirsî
14:18 Dayikên Şemiyê: Dewlet lîstika ker û lalan dilîze
14:05 Di serdagirtina malê de li ser nimêjê rakirin
13:43 Rojnameger Ogreten: Tenê hewşa girtîgeha derve mezin e
13:42 ‘Divê ji rapora TUBÎTAK'ê baldar bin, wan maşînên zirxî ji herêmê vekişînin’
12:59 Ji bo aştî bê parastin bang li civaka navneteweyî kirin
12:48 Li Sûrê dîrok jî binax kirin
12:47 Qeyûm şertê ‘ultrason’ û ‘beravêtinê’ danî pêşiya goştfiroşan
12:18 Wekîla yewnanî: Hikumeta wê demê ji mijara Ocalan berpirsyar e
11:55 Ekonomist Altintaş: Aramî di aştiyê de ye
11:35 HDP'iyên tahliye bûn qala Girtîgeha Tarsusê kirin
11:10 '18 hezar karker mirin'
10:59 Elîaçik: Meseleya Qudusê dozên Girava Manê û Zarrab nuxamt
09:55 DBP 11'ê kanûnê rapora qayûman aşkere dike
09:47 Ji HDP û CHP’ê şerh: Ev butçeya şer e
09:46 Endezyarên madenê: Ketina kanên komirê ya bê tedbîr mirin e
09:44 Trafo li hewşa dibistanê bi cih kirin
09:43 Federasyona Komeleyên Jinan: Em dê bi yekîtiyê bi ser kevin
09:42 Meclîsê pêşniyaznameya Komkujiya Roboskiyê 'qebe' û 'tahl' dît
09:42 'Pêlîstok rê li pêş zewaca zarokantiyê vedikin'
09:26 Jinên vî gundî şîfayê belav dikin
09:24 Qeyûm bostan jî hişk kir
09:23 Çîroka 3 nifşên di navbera çiyê û zindanê de mayî
09:22 Dozger 'mafê bêdengiyê' helwesta rêxistinî binav kir
09:22 Midûrê Girtgeha Bolu dixwaze bibe 'pîlot'ê cilên yek tîp
09:21 Ji Çiyayê Şengalê dayikên Bakurî silav kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2017'AN
08/12/2017
16:07 Di bîranîna Elçî de banga tevlîbûna çalakiyan kirin
15:58 Şaxa SES'ê ya Wanê: Em vê budceyê qebûl nakin
15:43 Karkerên Kargoyê: Em ê bi serkevin
15:26 ‘275 rojin edalet birçî ye'
15:18 Binpêkirinên mafan ji hemû salên borî derbas kir
15:15 ‘Polîs ji bo şopa îşkenceyê winda bikin merhemê dide'
15:14 Çawa ji girtîgehê derket dîsa binçavkirin
14:47 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
14:23 Midurê girtîgehê: Em ê cenazeyê te bişînin malê!
14:00 Welatî ji lêpirsîna GBT’ê bêzar in
13:36 TUBÎTAK: Her dem îhtîmala ku kobra mirovan bikuje heye
13:23 DÎSK: Divê heqdestiya herî kêm 2 hezar û 300 TL be
12:58 ‘Jin herî zêde li qereqolan rastî tundiyê tên'
12:55 Kemalbay: Sedema astengiyan tirs bû
12:26 Dixwazin li Sûriyeyê agirê şerekî nû gur bikin
12:13 Şahidên komkujiya Dîgorê: Êşên me hêj jan didin
12:09 2 kes li Geverê binçav kirin
12:08 Êzidî û komên îşkencekar li heman qadê tên hiştin
11:53 NY hêj bêdeng e
11:43 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:13 Amed ji sempozyuma mafê mirovan re amade ye
10:41 Karkerên Sûriye bi erzanî di avahiyên TOKÎ de dixebitînin
10:30 Rektorî ye yan daraz e?
10:29 Xebatkarên Radyo 14 meh in li benda îdianameyê ne
10:27 Ji ber nameya ji girtîgehê 90 sal ceza dixwaz in
10:24 Mele Arkan: Wek mizgeftan malên şînê jî yên gel in
10:22 Serokê VANTSO'yê îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
10:12 Prz.Yolerî: NY û DMME'ê mafên mirovan neparastin
10:11 Li Girtîgehê werem heye lê bijîşk tune
10:09 Li dijî 'taciz'ê derket 3 mehan dernexistin hevdîtinê
10:00 Dikandarê bajar bi bajar ketiye pêyî şopa dengbêjan
09:58 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan xeta sor a kurdan e, ji bo Tirkiye yê jî fersende
09:38 Pêngava destpêkê ya pêvajoyek nû ye
09:35 23 salin li dijî bişavtinê têdikoşe
09:13 Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen: Azadiya jinê bingehîn azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2017'AN
08:46 Walî derketina derve ya 51 gundên Amedê qedexe kir
07:01 Cenazeyên 5 parazvanên Mexmûrê bi merasimekê oxir kirin
07/12/2017
21:48 Kekê Çekwar Çûbûk hat girtin