Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan xeta sor a kurdan e, ji bo Tirkiye yê jî fersende 2017-12-08 09:58:24  AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin diyar kir ku tecrîd li dijî tewahiya kurdan e. Ozturk, hikûmeta AKP’ê hişyar kir û got: “Ocalan xeta sor a gelê kurd e. Ji bo Tirkiye yê û rojhilatanavîn ji fersend e. Heger tecrîd wisa bidome tu kes nikare pêşerojê bibîne.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Gireva Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzer nikarin biçin hevditin bikin û bi tu awayî nikarin bi Ocalan re diyalogê çêkin. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan 11’ê Îlona 2016’an hevdîtin pêk anî û ji wê rojê şûnda bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk tecrîda li ser Ocalan nirxand, balkişand ser bandora tecrîde ya li ser heremê û hikûmeta AKP’ê di milê polîtîkayên tecrîdê de hişyar kir.   ‘TECRÎD NE TENÊ LI SER  OCALAN E’   Ozturk, destnîşan kir ku Ocalan ji sala 1993’an ve ji bo aştiya Tirkiye tedikoşe û wihagot: “Dive di serî de pêvajoya navbera salên 2013 û 2015’an bibîr bîne. Ocalan her tim destê aşitiyê dirêj kir. Ji bo rawestandina xwîna diherike tevgeriya û ji bo çareser kirina pirskiran jî riya diyalogê nîşan da. Bi rastî tecrîda li ser Ocalan nezîkbûna dewletê ya li hemberî gelê kurd nîşan dide. Tecrîd ne tenê li dijî Ocalan e. Li dijî gelê kurd û vîna milyonan e. Dema mirov lê dinêre armanca dewleta tirk jî derdikeve holê.”   ‘BI TECRÎDÊ DIXWAZIN KURDÊ XWE AVA BIKIN'    Ozturk diyar kir ku bi Ocalan re astengkirina hevdîtinan dijî hiqûqa netewî û navnetewî ye û wiha pê de çû: “Ocalan nikare ji mafên yên wekî hemû girtiyan jî bi kar bêne. Giran kirin û domandina tecrîdê ji gelê kurd re jî peyamek e. Bi tecrîdê dixwazin kurdê xwe biafrênin. Qala rêberê gelê kurd dikin, bi tecrîdê pirsgirikan jî kûr dikin. Raya giştî ya Tirkiye yê jî pêvajoya navbera salên 2013 û 2015’an dîtin. Çareserî heye û xwîn nayê rijandin.”   ‘BILA JEHRA ZIRGÊJNOKÊ VENEXWIN’    Ozturk gotina Serokê AKP’ê Erdogan “Hewce bike ez ê jehrê jî wexwim” bibîrxist û wiha berdewam kir: “Heger armanc aştî be bila tu kes jehrê venexwe. Muxatap diyare, dema derfetên bi muxatabê re çareserkirina pirsgirîkan hebe, çima tecrîd tê girankirin? Sedema wî tûnebûna armancên aştî û çareseriyê ye. Her wiha armanca wan tûne kirina vîna gelê kurd e. Armanca faşîzma AKP û MHP’ê bi temamî gelê kurd ji holê rakirin e. Ji beriya niha gelek caran hat ceribandin û encam ne standin. Ji bo domandina îktîdara xwe li hemberî gelê kurd şer didin destpê kirin. Sedema giran kirina tecrîda li ser Ocalan jî ev e. Dive baş bê zanîn ku hemû pêk anînên li ser Ocalan, ji gelê kurd re jî peyame.”   ‘OCALAN XETA ME YA SOR E’   Ozturk da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan bi serê xwe banga şer e û axaftina xwe domand: “Tecrîd nayê qebûlkirin. Ji ber ku Ocalan xeta sor ya gelê kurd e. Dewlet bi vê yekê şerek qirêj dimeşîne. Dive demekê nêz de derbarê tendûristî û ewlehiya Ocalan de agahî bê standin. Dive bi riya malbat, parêzer an go Heyeta Îmraliyê hevdîtin bi Ocalan re pêk were û raya giştî ji bê agahdarkirin. Baweriya me bi Serdozgeriya Bursayê nayê. Parêzer bi cara 711’an ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da lê bi hincetan ev serlêdan hat redkirin. Bawerî bi serdozgeriya hincetan nayê. Ji bo qûr nekirina pirsgirîkan hevdîtin pêwîste. Ji beriya niha heman rewşên bi vî avayê hat jiyîn, bersiva gelê kurd ji tecrîdê re aşkere ye. Ji vê rojê şûnde jî heman bersiv dê were dayîn.”   ‘OCALAN NÛNERÊ GELÊ KURD Û AŞTIYÊ YE’   Ozturk anî ziman Ocalan nûnerê gelê kurd û aştiyê ye û wiha got: “Tecrîd her çiqas bê giran kirin, bêçareserî ji ev qas kûr dibe. Dewlet baş dizane gelê kurd çawa bertek nîşanê van polîtîkayan dide. Mîmarê modela Rojava Ocalan e, ne bes ji bo gelê kurd modelek ji bo gelan e. Li ser mîmarê vê modolê tecrîd tê pêk anîn. Dema azadiya Ocalan pêk were, xwîn, çek û yekparêz ji holê radibe, jiyanek her kes xwe nav de bibîne destpê dike. Ev di pratîkê de tê dijîn”   ‘OCALAN JI BO TIRKIYE YÊ FIRSEN DE’   Ozturk destnîşan kir ku bi azadiya Ocalan re şer û pevçûnên li heremê bi dawî dibe û hikûmeta AKP’ê wiha hişyar kir: “Ocalan ji bo Tirkiye û rojhilatanavîn fersende. Lê hûn ji bo tune kirina Ocalan tevbigerin û tecrîdê giran bikin, tu kes nikare pêşerojê bibîne. Azadiya Ocalan ji bo hemû gelan deriyê azadî û wekheviyê vedike.”   Ozturk herî dawî da zanîn ku wekî siyaseta kurd dê çalakiyên li dijî tecrîdê bidomînin û çalakiyên berfireh didin destpêkirin.   MA / Ozgur Paksoy