‘Divê nîjadperestên tirk jî Ocalan fêm bike’

  • rojane
  • 10:26 6 Kanûn 2017
  • |
img

AMED - Ji hevserokên HDP’ê ya Amedê Mehmet Şerîf Çamçi bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û  xwest nîjadperestên tirk jî Ocalan fêm bike. Hevserok Fîlîz Bûlûttekîn jî anî ziman ku sedema tecrîdê destkeftiyên jinan e û got jin ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dê pêşengiyê bikin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27’ê Tirmeha 2011’an heta niha nikare bi parêzeran re hevdîtin bike. Ji 5 Nîsana 2015’an heta niha nikare bi Heyeta Îmraliyê re hevditin bike. Ji 11 Îlona 2016’an heta niha jî nikare bi malbatê re hevdîtin pêk bîne. Parêzerên Ocalan ji bo ku hevdîtin pêk bênin 710 caran serî li Serdozgeriya Bursa’yê dan. Li gel hemû serlêdanan bi hincetên cûr bi cûr daxwazên hevdîtinê hat redkirin. Herî dawî 250 parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin pêk  bînin serî li Serdozgeriya Bursayê dan. Lê ev serlêdan jî hat redkirin. Tecrîda giran a li ser Ocalan berdewam dike. Li dijî tecrîdê bertek û nerazîbûnên taybetî gelê kurd û beşên civakê jî zêde dibe. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Mehmet Şerîf Çamçi û Fîlîz Bûlûttekîn nerazîbûnên xwe yên li hemberî tecrîdê nîşan dan û polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Ocalan nirxandin. 
 
‘OCALAN JI BO ÇARESERIYÊ KOMARA DEMOKRATÎK DANÎ HOLÊ’
 
Hevserokê HDP'a Amedê Mehmet Şerîf Çamçi anî ziman Ocalan ji rêberên navdar yên cîhanê ye û wiha axivî: “Hûn statukoya gelê kurd û asta Ocalan fêm nakin. Rastiya kurd û rastiya Ocalan di nav hev de ye. Gelê Amedê vê rastiyê dibîne. Ocalan li hemberî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk, li hemberî faşîzmê konfederalîzma demokratîk daniye holê. Li hemberî pirsgirîkên Tirkiye yê, komara demokratîk daniye holê.”
 
‘TECRÎD LI SER TIRKIYE YÊ DE DIAVÊJE’
 
Çamçi diyar kir ku bi tecrîda li ser Ocalan re tewahiya Tirkiye yê hatiye tecrîdkirin û wiha berdewam kir: “Tecrîd ji beriya her tiştê gelê kurd dişkîne. Ev tecrîd li ser Tirkiye yê de diavêje. Ji ber ku Ocalan derbarê tewahiya cîhanê de diaxive. Derbarê tewahiya cihanê de pêşniyarên wî hene. Modela li Rojava şîn bûyî, bingehên hegemonîk qilqilandiye. Ji ber vê yekê tecrîd bes Tirkiye yê berpirsyar dîtin, qels dimîne. Lê rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan ji pêşeroja Tirkiye yê re xizmetê dike.”
 
‘AKP ALA FAŞÎZMÊ BILIND KIR’
 
Çamçi dest nîşan kir ku giran bûnatecrîdê re şerê li heremê jî kûr dibe û ev tişt got: “Sîstem her diçe tengav dibe. Encamên 7’ê Hezîranê dewletê qilqiland. Gelên Tirkiye yê daxwaza gelê kurd dît. Daxwazên gelê kurd yên aştiyane, ji pêşeroja siyaseta desthilatdar gef bû. Biryara şerê dan û standina biryarê re gelên Tirkiye yê hesab nekirine. Ji ber ku AKP dît ku, roj bi roj dihele û diçe. Li ser vê yekê ala faşîzm û nîjadperestiyê bilind kir. Peyvîra dikeve li ser milên me jî tercîha bi Ocalan re aştî, an jî berpirsyarên Tirkiye yê re şer ji gelan pirs kirine.”
 
‘DIVE NÎJADPERESTÊN TIRK OCALAN FÊM BIKE’
 
Çamçi da zanîn ku gelê kurd di milê aştiyê de bi biryare û wiha pê de çû: “Gelê kurd sekna xwe li gel paradîgmaya Ocalan didomîne. Dive nîjadperestên tirk jî ji bo pêşeroja xwe û yê Tirkiye yê Ocalan fêm bike.” Çamçi got ku rewşa tendûristî û ewlehiya Ocalan gelê Amedê bi gûman dike û bi van gotinan hikûmetê hişyar kir: “Hizirandin jî encamên herî xirab bi xwe re têne. Dive derbarê rewşa tendûristiya Ocalan de daxuyaniyên seresart bê kirin. Dewlet di vê mijarê de dive baldar be û hêviyên raya giştî bê bersivandin. Her wiha demildest dive hevdîtin pêk were.”
 
Hevserok Fîlîz Bûlûttekîn jî bi lêv kir ku dewlet tecrîda li ser Ocalan li ser jinan jî wekî zordestiyê bi kar têne û wiha got: “Dixwazin tekiliyên Ocalan bi cîhanê re qût bikin û destkeftiyên jinan a bi perspektîfa ‘Jin azad nebe, civak azad nabe’ dest xistî ji holê rakin. Girtina siyasetmedarên jin, parlementerên jin û hevşaredarên jin jî encama van polîtîkayan e. Ji ber vê yekê bandora tecrîdê li ser jinan dibe. Armanca wan hebûna jinê ya di civakê de tûne kirine. Li ser dijminiya jinê polîtîkayên xwe dimeşînin.”
 
‘SEDEMA TECRÎDÊ DESTKEFTIYÊN JINAN E’
 
Buluttekîn destnîşan kir jin di projeyên Ocalan de jiyanê dîtine û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber vê yekê jin ji bo tekoşîna li hemberî tecrîdê de pêşengiyê dikin. Wekî şoreşa Rojava jin dema xwe ya herî xûrt de ne. Ji ber vê yekê sedema tecrîdê destkeftiyên jinan e. Jin jî ji bo rakirina tecrîdê dê pêşengiya tekoşînê bikin.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/12/2017
18:29 Demîrtaş nehat berdan
17:00 Rojnameger Mevlut Gur serbest hat berdan
16:22 Malbatên Ronoskê: Edalet di binê piyan de ye
15:50 Dadger daxwaza beraeta akademîsyenan red kir
15:25 Dozger qisûr di polîsên Hediye Ataman di xanî de şewitand de nedît
15:24 HDP’ê ji bo êrîşa li Mexmurê bang li Iraq û NY kir
14:32 OHP: Li girtîgehên herêma Marmarayê binpêkirinên mafan zêde bûn
14:31 Polisan 9 çalakgerên Yukselê di roja 394’an de binçav kirin
13:56 KCD'ê êrîşa li dijî Mexmûrê bi tundî şermezar kir
13:55 Rojnameger Gur hat binçavkirin
12:29 Dozger berdewama girtina Demirtaş xwest
12:18 711 car e serlêdana parêzeran tê redkirin
12:17 Akademîsyen li dadgehê ne: Em ê nebin hevkarê vî sûcî
12:14 Xebatkarên AFAD'a Şirnexê: Teknîka me têr nake
12:02 15 rojin cenaze nadin malbatê
11:41 Hezar û 250 parêzeran xwestin Demîrtaş biparêzin
11:05 Girtiyê xwe şewitand, 20 roj şûnde rakirin nexweşxaneyê
11:04 Gundî dikin bazirgan dixwin
10:49 Zaroka 15 salî ku bi mêrê 21 salî re hat zewicandin kuştî hat dîtin
10:37 Polîsan piştevanên Demîrtaş asteng kirin
10:36 Konseya Ewlehiyê ya YN'yê ji bo Qudusê dicive
09:59 Ji ber êm ji sewalên xwe re nedîtin koçî Botanê kirin
09:58 'Bêru'ya Darîo Fo wê bajar bi bajar bigere
09:45 Taşçîer: Yekitiya neteweyî dê her cure êrîşan vala derxe
09:41 Kesê dolmîşê lê da mir
09:35 Desteka ji bo kampanyaya kincan xurtir dibe
09:34 Qeyûm bêyî destûr nahêle şîn jî bên danîn!
09:33 Ji Meletiyê bêhna petêxan bejî tê
09:31 Serokatiya Meclîsê peyva 'Kurdistan'ê esas negirt
09:31 Bi giliyê kesê nediyar fezleke ji Demîrtaş re amade kirin
09:30 Parlementerên HDP'ê yên girtî doza tazmînatê vekirin
09:29 Parêzer Eraslan: Ocalan ji bo gelan siûdek e
09:28 'Wêrekî li dijî tirsê sekna hevpar e'
09:12 Bi destê jinê çêja masiyên di tenûrê de tên biraştin tiştekî cuda ye
09:12 Navê kreşa bi navê Taybet Înan guherandin û derî qufulandin
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2017'AN
07:03 Meclîsa Mexmûrê: Hikûmeta Iraqê ji vê êrîşê berpirs e
06/12/2017
22:14 Li Kampa Mexmûrê teqînek pêk hat: Birîndar hene
20:34 Hunermend Sarûhan hat girtin
20:21 Muduriyeta Giştî ya Polisan: Amadebûyîna çekan divêtiyeke peywirê ye
17:02 Dozger pêwîstî bi lêpirsînê nedît
16:49 Dozger ji 2 bersûcên pitika 38 rojî cezayê muebeta giran xwest
16:23 Yuksekdag dîsa nehat berdan
15:47 9 bajaran bang kir: Tev li doza Demirtaş bibin
15:45 Welatiyên El-Bûkemal ji ber êrîşên DAIŞ'ê koçî Eyn-Îsa kirin
15:43 Baluken nehat tahliyekirin
15:42 AYM’ê ji bo Demirtaş biryar neda
15:10 15 roj berê berdan 15 roj şûnde biryara girtinê dan
15:05 Rêya Miks û Wanê hat girtin
14:58 Li santrala termîkê ya Silopiya teqîn: 3 karker birîndar bûn
14:57 Xebatkarê Ozgur Gundemê Emrah Bakir tahliye bû
14:49 HDP'ê ji bo Yuksekdag û Demîrtaş azadî xwest
14:40 Yuksekdag: Kesê mudaxaleyê dadgehê kir, xwe venaşêre
14:23 6 kes li Mereşê hatin girtin
14:09 Ramangêr û siyasetvanên navdar: Zû wekîlên HDP’ê berdin
14:07 Rojnameger Ogreten û Kanaat hatin berdan
14:01 Îşkenceya lêgerîna tazî û hêjmara li ser piyan
13:40 Girtiyê nexwşe tedawî nekirin, sewq kirin
13:20 Ji doza Anli tê darizandin de kesên girtî neman
12:44 Tum Bel Sen: Qeyûm Atîlla wekî berdevkê Memur Senê dixebite
12:36 Unsal: Berî Trump, Erdogan Qudus wekî paytexta Îsraîlê nas kir
12:22 Cenevre - 8
11:41 Di doza Yuksekdag de heyetên biyanî nexistin salonê
11:21 Kalê 80 salî, hezkiriyê helbesta klasîk a kurdî
11:18 Dîmenê maşîna zirxî nişan dide ku sivîl kirine hedef
10:49 Penaberên di konan de dijîn: Me ji vir jî diqewirînin
10:26 ‘Divê nîjadperestên tirk jî Ocalan fêm bike’
10:13 Zarokê 10 salî bi îstismara zayendî re rû bi rû ma
09:38 Koma Helbestê ya Amedê hat avakirin
09:37 Avahiyên mezin ên li Îzmîrê yek bi yek bilind dibin
09:36 Ji ber beşdarî mîhrîcana aştiyê bû, zêdeyî salekê ye di girtîgehê de ye
09:36 'Êrîşa li dijî elewiyan, li dijî hemû civakê pêk hatiye'
09:35 33 sal in bêsîgorta karê malan dike
09:34 'Em her roj nanê tisî jî bixwin em ê nikaribin debara xwe bikin'
09:33 Heqê wan ne meaşê kêmtirîn e jî!
09:32 Di sektora înşeatê de krîzeke nebinavkirî
09:31 Li dor girtîgehkê qorek bariyerên din jî hatin bicihkirin
09:31 Piştî 398 rojan şûnde doza Demîrtaş dest pê dike
09:30 Bêhna behrê û pirtûkan bi hev re bû
09:29 Rojnamegerê îngilîz: Kurd bi lîstikeke din a îngilîzan re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNAN 2017'AN
05/12/2017
17:37 Serlêdana parêzerên Ocalan a 710’emîn hat redkirin
16:37 Têkildarî komkujiya Pirsûsê li 2 polîsan doz vebû
16:20 Rêxistinên kurd çûn serdana malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan
15:56 Dersên Akademiya Mafê Mirovan a Îzmîrê dest pê dikin
15:40 Platforma Sûrê ji Meclîsê bang li partî û saziyan kir
15:32 Kemalbay: Qesr û AKP herî zêde êrîşî axa kurdan dike
15:12 Jinan bertek nîşanî tundiya zilaman dan
14:59 Maşîneya zirxî ya 4 sivîl kuştin kameraya wê tune!
14:58 Li Yalovayê katiba zabit: Xwedê bela xwe bide kurdan
14:45 Yuksekdag dê sibê derkeve pêşberî dadger
14:28 Jinekê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
14:27 Dadgehê daxwaza Akademisyenan red kir
14:15 Dadgehê 15 meh ceza li rojnameger Altan birî
14:07 Kiliç 23 rojin ji bo parastina mafê de xwe di grevê de ye
13:35 Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
13:23 Cihê doza Demîrtaş hat guhertin
13:22 Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn
13:16 Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin
13:15 Hawara seyarfiroşekî: Kes bi halê kesî nizane