‘Divê nîjadperestên tirk jî Ocalan fêm bike’ 2017-12-06 10:26:09 AMED - Ji hevserokên HDP’ê ya Amedê Mehmet Şerîf Çamçi bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û  xwest nîjadperestên tirk jî Ocalan fêm bike. Hevserok Fîlîz Bûlûttekîn jî anî ziman ku sedema tecrîdê destkeftiyên jinan e û got jin ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dê pêşengiyê bikin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27’ê Tirmeha 2011’an heta niha nikare bi parêzeran re hevdîtin bike. Ji 5 Nîsana 2015’an heta niha nikare bi Heyeta Îmraliyê re hevditin bike. Ji 11 Îlona 2016’an heta niha jî nikare bi malbatê re hevdîtin pêk bîne. Parêzerên Ocalan ji bo ku hevdîtin pêk bênin 710 caran serî li Serdozgeriya Bursa’yê dan. Li gel hemû serlêdanan bi hincetên cûr bi cûr daxwazên hevdîtinê hat redkirin. Herî dawî 250 parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin pêk  bînin serî li Serdozgeriya Bursayê dan. Lê ev serlêdan jî hat redkirin. Tecrîda giran a li ser Ocalan berdewam dike. Li dijî tecrîdê bertek û nerazîbûnên taybetî gelê kurd û beşên civakê jî zêde dibe. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Mehmet Şerîf Çamçi û Fîlîz Bûlûttekîn nerazîbûnên xwe yên li hemberî tecrîdê nîşan dan û polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Ocalan nirxandin.    ‘OCALAN JI BO ÇARESERIYÊ KOMARA DEMOKRATÎK DANÎ HOLÊ’   Hevserokê HDP'a Amedê Mehmet Şerîf Çamçi anî ziman Ocalan ji rêberên navdar yên cîhanê ye û wiha axivî: “Hûn statukoya gelê kurd û asta Ocalan fêm nakin. Rastiya kurd û rastiya Ocalan di nav hev de ye. Gelê Amedê vê rastiyê dibîne. Ocalan li hemberî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk, li hemberî faşîzmê konfederalîzma demokratîk daniye holê. Li hemberî pirsgirîkên Tirkiye yê, komara demokratîk daniye holê.”   ‘TECRÎD LI SER TIRKIYE YÊ DE DIAVÊJE’   Çamçi diyar kir ku bi tecrîda li ser Ocalan re tewahiya Tirkiye yê hatiye tecrîdkirin û wiha berdewam kir: “Tecrîd ji beriya her tiştê gelê kurd dişkîne. Ev tecrîd li ser Tirkiye yê de diavêje. Ji ber ku Ocalan derbarê tewahiya cîhanê de diaxive. Derbarê tewahiya cihanê de pêşniyarên wî hene. Modela li Rojava şîn bûyî, bingehên hegemonîk qilqilandiye. Ji ber vê yekê tecrîd bes Tirkiye yê berpirsyar dîtin, qels dimîne. Lê rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan ji pêşeroja Tirkiye yê re xizmetê dike.”   ‘AKP ALA FAŞÎZMÊ BILIND KIR’   Çamçi dest nîşan kir ku giran bûnatecrîdê re şerê li heremê jî kûr dibe û ev tişt got: “Sîstem her diçe tengav dibe. Encamên 7’ê Hezîranê dewletê qilqiland. Gelên Tirkiye yê daxwaza gelê kurd dît. Daxwazên gelê kurd yên aştiyane, ji pêşeroja siyaseta desthilatdar gef bû. Biryara şerê dan û standina biryarê re gelên Tirkiye yê hesab nekirine. Ji ber ku AKP dît ku, roj bi roj dihele û diçe. Li ser vê yekê ala faşîzm û nîjadperestiyê bilind kir. Peyvîra dikeve li ser milên me jî tercîha bi Ocalan re aştî, an jî berpirsyarên Tirkiye yê re şer ji gelan pirs kirine.”   ‘DIVE NÎJADPERESTÊN TIRK OCALAN FÊM BIKE’   Çamçi da zanîn ku gelê kurd di milê aştiyê de bi biryare û wiha pê de çû: “Gelê kurd sekna xwe li gel paradîgmaya Ocalan didomîne. Dive nîjadperestên tirk jî ji bo pêşeroja xwe û yê Tirkiye yê Ocalan fêm bike.” Çamçi got ku rewşa tendûristî û ewlehiya Ocalan gelê Amedê bi gûman dike û bi van gotinan hikûmetê hişyar kir: “Hizirandin jî encamên herî xirab bi xwe re têne. Dive derbarê rewşa tendûristiya Ocalan de daxuyaniyên seresart bê kirin. Dewlet di vê mijarê de dive baldar be û hêviyên raya giştî bê bersivandin. Her wiha demildest dive hevdîtin pêk were.”   Hevserok Fîlîz Bûlûttekîn jî bi lêv kir ku dewlet tecrîda li ser Ocalan li ser jinan jî wekî zordestiyê bi kar têne û wiha got: “Dixwazin tekiliyên Ocalan bi cîhanê re qût bikin û destkeftiyên jinan a bi perspektîfa ‘Jin azad nebe, civak azad nabe’ dest xistî ji holê rakin. Girtina siyasetmedarên jin, parlementerên jin û hevşaredarên jin jî encama van polîtîkayan e. Ji ber vê yekê bandora tecrîdê li ser jinan dibe. Armanca wan hebûna jinê ya di civakê de tûne kirine. Li ser dijminiya jinê polîtîkayên xwe dimeşînin.”   ‘SEDEMA TECRÎDÊ DESTKEFTIYÊN JINAN E’   Buluttekîn destnîşan kir jin di projeyên Ocalan de jiyanê dîtine û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber vê yekê jin ji bo tekoşîna li hemberî tecrîdê de pêşengiyê dikin. Wekî şoreşa Rojava jin dema xwe ya herî xûrt de ne. Ji ber vê yekê sedema tecrîdê destkeftiyên jinan e. Jin jî ji bo rakirina tecrîdê dê pêşengiya tekoşînê bikin.”