Rojnamegerê îngilîz: Kurd bi lîstikeke din a îngilîzan re rû bi rû ne

  • rojane
  • 09:29 6 Kanûn 2017
  • |
img

ENQERE- Rojnamegerê îngilîz Steve Sweeney nûçeya BBC'yê ya der barê Reqayê û nûçeyên wê yên ku kurdan û YPG'ê hedef digirin şîrove kir û got ku ev yek tê wateya ku kurd bi lîstikeke nû ya îngilîzan re rû bi rû ne. Sweeney, îdia kir ku bi vê yek tê xwestin ku YPG a ku DAIŞ'ê têk bir bê çek bê hiştin. 

DAIŞ'a ku li çar aliyên cîhanê hat çekdarîkirin û li Rojhilata Navîn bû bela serê hemû gelan, bi pêvajoya Kobaniyê re her çû ber bi têkçûnê ve çû. Ev rêxistina ku tê gotin di 2004'an de hatiye avakirin, lê belê di 2012'an de bi şerê Sûriyeyê re berbelav bû herî dawî li Reqayê bi pêşengiya kurdan bi temamî têk çû. Helbet ev rêxistin neqediyaye û dibe ku bi şiklekî din xwe bide der û serî li çalakiyên sansasyonel bide. Lê belê êdî DAIŞ ji wê pêvajoya ku li nêv kuçeyan wek koleyan jina bifiroşe, mirovan qetil bike û êrîşên organîzasyonî pêk bîne hat mehrûmkirin. Di vî warî de cîhan deyndarê wê têkoşînê ye ku bi pêşengiya jin û ciwanên kurd xwe da der. 
 
Di vê têkoşînê de kurdan bedêlên giran dan. Bi sedan, bi hezaran zarokên wan di vê rêçê de çûn. Jinên kurdên êzidî li bazaran hatin firotin. Lê belê têkbirina DAIŞ'ê dîsa jî bû nesîbî kurdan. Li gel vê rewşê jî, piştî ku DAIŞ li paytexta xwe têk çû BBC'yê nûçeyek serwîs kir û di vê nûçeya xwe de kurdan û mutefîkên wan bi "Bi DAIŞ'ê re li hev kirin" tawanbar kir. 
 
DERDORÊN NÊZÎ HIKÛMETA ÎNGILÎZ YPG'Ê REŞ DIKIN 
 
Steve Sweeney, nûçegîhanê Rojnameya Morning Star ku li Îngîltereyê li ser asasê xeteke sosyalîst weşana xwe dike, nûçeya BBC'yê ya der barê Reqayê de û tesîra wê ya li Îngîltereyê ji bo Ajansa Mezopotayayê nirxand. Sweeney Tirkiyeyê, kurdan û Rojavayê ji nêz ve dişopîne. Sweeney ji bo nûçeya BBC'yê ya Reqayê ev tişt gotin: 
 
“BBC vê nûçeyê di Prime Time'yê de da. Gelekî mezin kir, nûçeyeke ecêb bû. Vê nûçeyê bi sernav û spotên razên qirêj ên Reqayê weşand. Vê nûçeyê wiha berpêş kir; 'Binerin hêzên DYA û YPG'ê nêzî 4 hezar mîlîtanên DAIŞ'ê ji Reqayê derxistin.' Vê yekê wek delîlên têkiliyên qirêj dan. Lê wisa difikirim ku BBC baş ne serwerê Rojava, Sûriye û geşedanên li wir e û qewimînên li wir baş analîz nake û nanirxîne. Ji bo vê nûçeyê piştrast bikin, çend tişt dan û jixwe ev jî ji axaftina çend qaçaxçiyan û hin dîmenên flû pêk tê. Wek nûçeyeke bi zanebûn û antî propagandayê dixuyê. Wisa difikirim ku ev nûçe û agahî hatine serwîskirin." 
 
Sweeney diyar kir ku her çi qas BBC saziyeke weşanê ya cemaweriyê be jî, bi taybetî di pêvajoyên şer û hin serdemên krîtîk de li nêzî hikûmet û çêkerên polîtîkayên îngilîzan disekine û gotinên wan dide der. Sweeney wiha domand: "Niha li Sûriyeyê DAIŞ hema bêje bi temamî têk çû. Niha wê pêşeroja kurdan û Sûriyeyê çawa be li ser maseyê ye. Li gor min ev nîqaş û nûçe perçeyek ji plana ku wê YPG'ê çawa bê çek bihêlin bi xwe ye. Wê piştî demekê şûnde çekan ji YPG'ê re neşînin, wek DYA'yê. Ji bo vê jî argumanên wek 'YPG li wir bi DAIŞ'ê re bi tevkarî tev digere, a rast YPG ne ew hêz e ku DAIŞ'ê têk bibe' derpêş dikin." Sweeney, diyar kir ku demek berê ev plan li Îngîltereyê hatiye xeberdan û wiha axivî: "Em ji akademîsyen û derdorên ramanwer ên nêzî hikûmeta îngilîz jî tiştên wisa dibihîsin. Yanî ev nûçe û gotin amadekariyên vê yekê ne." 
 
LÎSTIKEKE NÛ YA ÎNGILÎZAN 
 
Sweeney diyar kir ku kurd bi lîstikeke nû ya îngilîzan re rû bi rû ne û wiha domand: Wisa dixuyê dê li hemberî kurdan dîsa lîstikeke wisa xwe bide der. Dibe ku îngilîz kurdan bifiroşin, çimkî ji bo berjewendiyên xwe tev digerin. Yanî ev emperyalîzm e. Di dîrokê de tim û tim kurdan ji bo berjenwendiyên xwe bi kar anîn û wê dîsa jî vê yekê bikin. Ji bo têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re baş bikin kurdan wek koz bi kar tînin. Di navbera wan û Tirkiyeyê de têkiliyên bazirganiyî hene. Em behsa têkiliyeke bazirganiyî ya 80 milyar Dolarî dikin. Îngiltere ji ber vê bazirganiya mezin girîngiyê dide Tirkiyeyê. Îsal di meha Adarê de li Parlementoya Îngîltereyê raporeke der barê Tirkiyeyê de hat nîqaşkirin. A rast ev rapor di warê naverokê de der barê binpêkirinên mafên mirovan û demokrasiyê de bû. Di raporê de tiştên wek Tirkiye li herêmên kurdan komkujî pêk anîne, milet koçber kiriye hwd. hebûn. Lê wek encam ev tişt gotin; dîsa jî divê têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re baş bin. 
 
ÎNGÎLTERE LI DYA'YÊ DINERE 
 
Polîtîkaya derve ya DYA û Îngîltereyê bi taybetî li Rojhilata Navîn û Rojavayê li hev dialiqin. A rast hikûmeta Îngîltereyê tam ne zelal e. Lê hin derdor polîtîkaya îngîlizan ber bi cihekî din ve dikişînin. Û wê li DYA'yê jî binerin bê ka çi dike. DYA çi bike wê Îngîltere jî wê bike. Belê, berê di salên 1900'î de ev înîsyatîf di dest Îngîltereyê de bû, lê niha rewş guheriye." 
 
MA / Kenan Kırkaya
 

Sernavên din

07/12/2017
18:29 Demîrtaş nehat berdan
17:00 Rojnameger Mevlut Gur serbest hat berdan
16:22 Malbatên Ronoskê: Edalet di binê piyan de ye
15:50 Dadger daxwaza beraeta akademîsyenan red kir
15:25 Dozger qisûr di polîsên Hediye Ataman di xanî de şewitand de nedît
15:24 HDP’ê ji bo êrîşa li Mexmurê bang li Iraq û NY kir
14:32 OHP: Li girtîgehên herêma Marmarayê binpêkirinên mafan zêde bûn
14:31 Polisan 9 çalakgerên Yukselê di roja 394’an de binçav kirin
13:56 KCD'ê êrîşa li dijî Mexmûrê bi tundî şermezar kir
13:55 Rojnameger Gur hat binçavkirin
12:29 Dozger berdewama girtina Demirtaş xwest
12:18 711 car e serlêdana parêzeran tê redkirin
12:17 Akademîsyen li dadgehê ne: Em ê nebin hevkarê vî sûcî
12:14 Xebatkarên AFAD'a Şirnexê: Teknîka me têr nake
12:02 15 rojin cenaze nadin malbatê
11:41 Hezar û 250 parêzeran xwestin Demîrtaş biparêzin
11:05 Girtiyê xwe şewitand, 20 roj şûnde rakirin nexweşxaneyê
11:04 Gundî dikin bazirgan dixwin
10:49 Zaroka 15 salî ku bi mêrê 21 salî re hat zewicandin kuştî hat dîtin
10:37 Polîsan piştevanên Demîrtaş asteng kirin
10:36 Konseya Ewlehiyê ya YN'yê ji bo Qudusê dicive
09:59 Ji ber êm ji sewalên xwe re nedîtin koçî Botanê kirin
09:58 'Bêru'ya Darîo Fo wê bajar bi bajar bigere
09:45 Taşçîer: Yekitiya neteweyî dê her cure êrîşan vala derxe
09:41 Kesê dolmîşê lê da mir
09:35 Desteka ji bo kampanyaya kincan xurtir dibe
09:34 Qeyûm bêyî destûr nahêle şîn jî bên danîn!
09:33 Ji Meletiyê bêhna petêxan bejî tê
09:31 Serokatiya Meclîsê peyva 'Kurdistan'ê esas negirt
09:31 Bi giliyê kesê nediyar fezleke ji Demîrtaş re amade kirin
09:30 Parlementerên HDP'ê yên girtî doza tazmînatê vekirin
09:29 Parêzer Eraslan: Ocalan ji bo gelan siûdek e
09:28 'Wêrekî li dijî tirsê sekna hevpar e'
09:12 Bi destê jinê çêja masiyên di tenûrê de tên biraştin tiştekî cuda ye
09:12 Navê kreşa bi navê Taybet Înan guherandin û derî qufulandin
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2017'AN
07:03 Meclîsa Mexmûrê: Hikûmeta Iraqê ji vê êrîşê berpirs e
06/12/2017
22:14 Li Kampa Mexmûrê teqînek pêk hat: Birîndar hene
20:34 Hunermend Sarûhan hat girtin
20:21 Muduriyeta Giştî ya Polisan: Amadebûyîna çekan divêtiyeke peywirê ye
17:02 Dozger pêwîstî bi lêpirsînê nedît
16:49 Dozger ji 2 bersûcên pitika 38 rojî cezayê muebeta giran xwest
16:23 Yuksekdag dîsa nehat berdan
15:47 9 bajaran bang kir: Tev li doza Demirtaş bibin
15:45 Welatiyên El-Bûkemal ji ber êrîşên DAIŞ'ê koçî Eyn-Îsa kirin
15:43 Baluken nehat tahliyekirin
15:42 AYM’ê ji bo Demirtaş biryar neda
15:10 15 roj berê berdan 15 roj şûnde biryara girtinê dan
15:05 Rêya Miks û Wanê hat girtin
14:58 Li santrala termîkê ya Silopiya teqîn: 3 karker birîndar bûn
14:57 Xebatkarê Ozgur Gundemê Emrah Bakir tahliye bû
14:49 HDP'ê ji bo Yuksekdag û Demîrtaş azadî xwest
14:40 Yuksekdag: Kesê mudaxaleyê dadgehê kir, xwe venaşêre
14:23 6 kes li Mereşê hatin girtin
14:09 Ramangêr û siyasetvanên navdar: Zû wekîlên HDP’ê berdin
14:07 Rojnameger Ogreten û Kanaat hatin berdan
14:01 Îşkenceya lêgerîna tazî û hêjmara li ser piyan
13:40 Girtiyê nexwşe tedawî nekirin, sewq kirin
13:20 Ji doza Anli tê darizandin de kesên girtî neman
12:44 Tum Bel Sen: Qeyûm Atîlla wekî berdevkê Memur Senê dixebite
12:36 Unsal: Berî Trump, Erdogan Qudus wekî paytexta Îsraîlê nas kir
12:22 Cenevre - 8
11:41 Di doza Yuksekdag de heyetên biyanî nexistin salonê
11:21 Kalê 80 salî, hezkiriyê helbesta klasîk a kurdî
11:18 Dîmenê maşîna zirxî nişan dide ku sivîl kirine hedef
10:49 Penaberên di konan de dijîn: Me ji vir jî diqewirînin
10:26 ‘Divê nîjadperestên tirk jî Ocalan fêm bike’
10:13 Zarokê 10 salî bi îstismara zayendî re rû bi rû ma
09:38 Koma Helbestê ya Amedê hat avakirin
09:37 Avahiyên mezin ên li Îzmîrê yek bi yek bilind dibin
09:36 Ji ber beşdarî mîhrîcana aştiyê bû, zêdeyî salekê ye di girtîgehê de ye
09:36 'Êrîşa li dijî elewiyan, li dijî hemû civakê pêk hatiye'
09:35 33 sal in bêsîgorta karê malan dike
09:34 'Em her roj nanê tisî jî bixwin em ê nikaribin debara xwe bikin'
09:33 Heqê wan ne meaşê kêmtirîn e jî!
09:32 Di sektora înşeatê de krîzeke nebinavkirî
09:31 Li dor girtîgehkê qorek bariyerên din jî hatin bicihkirin
09:31 Piştî 398 rojan şûnde doza Demîrtaş dest pê dike
09:30 Bêhna behrê û pirtûkan bi hev re bû
09:29 Rojnamegerê îngilîz: Kurd bi lîstikeke din a îngilîzan re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNAN 2017'AN
05/12/2017
17:37 Serlêdana parêzerên Ocalan a 710’emîn hat redkirin
16:37 Têkildarî komkujiya Pirsûsê li 2 polîsan doz vebû
16:20 Rêxistinên kurd çûn serdana malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan
15:56 Dersên Akademiya Mafê Mirovan a Îzmîrê dest pê dikin
15:40 Platforma Sûrê ji Meclîsê bang li partî û saziyan kir
15:32 Kemalbay: Qesr û AKP herî zêde êrîşî axa kurdan dike
15:12 Jinan bertek nîşanî tundiya zilaman dan
14:59 Maşîneya zirxî ya 4 sivîl kuştin kameraya wê tune!
14:58 Li Yalovayê katiba zabit: Xwedê bela xwe bide kurdan
14:45 Yuksekdag dê sibê derkeve pêşberî dadger
14:28 Jinekê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
14:27 Dadgehê daxwaza Akademisyenan red kir
14:15 Dadgehê 15 meh ceza li rojnameger Altan birî
14:07 Kiliç 23 rojin ji bo parastina mafê de xwe di grevê de ye
13:35 Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
13:23 Cihê doza Demîrtaş hat guhertin
13:22 Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn
13:16 Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin
13:15 Hawara seyarfiroşekî: Kes bi halê kesî nizane