Rojnamegerê îngilîz: Kurd bi lîstikeke din a îngilîzan re rû bi rû ne 2017-12-06 09:29:59 ENQERE- Rojnamegerê îngilîz Steve Sweeney nûçeya BBC'yê ya der barê Reqayê û nûçeyên wê yên ku kurdan û YPG'ê hedef digirin şîrove kir û got ku ev yek tê wateya ku kurd bi lîstikeke nû ya îngilîzan re rû bi rû ne. Sweeney, îdia kir ku bi vê yek tê xwestin ku YPG a ku DAIŞ'ê têk bir bê çek bê hiştin.  DAIŞ'a ku li çar aliyên cîhanê hat çekdarîkirin û li Rojhilata Navîn bû bela serê hemû gelan, bi pêvajoya Kobaniyê re her çû ber bi têkçûnê ve çû. Ev rêxistina ku tê gotin di 2004'an de hatiye avakirin, lê belê di 2012'an de bi şerê Sûriyeyê re berbelav bû herî dawî li Reqayê bi pêşengiya kurdan bi temamî têk çû. Helbet ev rêxistin neqediyaye û dibe ku bi şiklekî din xwe bide der û serî li çalakiyên sansasyonel bide. Lê belê êdî DAIŞ ji wê pêvajoya ku li nêv kuçeyan wek koleyan jina bifiroşe, mirovan qetil bike û êrîşên organîzasyonî pêk bîne hat mehrûmkirin. Di vî warî de cîhan deyndarê wê têkoşînê ye ku bi pêşengiya jin û ciwanên kurd xwe da der.    Di vê têkoşînê de kurdan bedêlên giran dan. Bi sedan, bi hezaran zarokên wan di vê rêçê de çûn. Jinên kurdên êzidî li bazaran hatin firotin. Lê belê têkbirina DAIŞ'ê dîsa jî bû nesîbî kurdan. Li gel vê rewşê jî, piştî ku DAIŞ li paytexta xwe têk çû BBC'yê nûçeyek serwîs kir û di vê nûçeya xwe de kurdan û mutefîkên wan bi "Bi DAIŞ'ê re li hev kirin" tawanbar kir.    DERDORÊN NÊZÎ HIKÛMETA ÎNGILÎZ YPG'Ê REŞ DIKIN    Steve Sweeney, nûçegîhanê Rojnameya Morning Star ku li Îngîltereyê li ser asasê xeteke sosyalîst weşana xwe dike, nûçeya BBC'yê ya der barê Reqayê de û tesîra wê ya li Îngîltereyê ji bo Ajansa Mezopotayayê nirxand. Sweeney Tirkiyeyê, kurdan û Rojavayê ji nêz ve dişopîne. Sweeney ji bo nûçeya BBC'yê ya Reqayê ev tişt gotin:    “BBC vê nûçeyê di Prime Time'yê de da. Gelekî mezin kir, nûçeyeke ecêb bû. Vê nûçeyê bi sernav û spotên razên qirêj ên Reqayê weşand. Vê nûçeyê wiha berpêş kir; 'Binerin hêzên DYA û YPG'ê nêzî 4 hezar mîlîtanên DAIŞ'ê ji Reqayê derxistin.' Vê yekê wek delîlên têkiliyên qirêj dan. Lê wisa difikirim ku BBC baş ne serwerê Rojava, Sûriye û geşedanên li wir e û qewimînên li wir baş analîz nake û nanirxîne. Ji bo vê nûçeyê piştrast bikin, çend tişt dan û jixwe ev jî ji axaftina çend qaçaxçiyan û hin dîmenên flû pêk tê. Wek nûçeyeke bi zanebûn û antî propagandayê dixuyê. Wisa difikirim ku ev nûçe û agahî hatine serwîskirin."    Sweeney diyar kir ku her çi qas BBC saziyeke weşanê ya cemaweriyê be jî, bi taybetî di pêvajoyên şer û hin serdemên krîtîk de li nêzî hikûmet û çêkerên polîtîkayên îngilîzan disekine û gotinên wan dide der. Sweeney wiha domand: "Niha li Sûriyeyê DAIŞ hema bêje bi temamî têk çû. Niha wê pêşeroja kurdan û Sûriyeyê çawa be li ser maseyê ye. Li gor min ev nîqaş û nûçe perçeyek ji plana ku wê YPG'ê çawa bê çek bihêlin bi xwe ye. Wê piştî demekê şûnde çekan ji YPG'ê re neşînin, wek DYA'yê. Ji bo vê jî argumanên wek 'YPG li wir bi DAIŞ'ê re bi tevkarî tev digere, a rast YPG ne ew hêz e ku DAIŞ'ê têk bibe' derpêş dikin." Sweeney, diyar kir ku demek berê ev plan li Îngîltereyê hatiye xeberdan û wiha axivî: "Em ji akademîsyen û derdorên ramanwer ên nêzî hikûmeta îngilîz jî tiştên wisa dibihîsin. Yanî ev nûçe û gotin amadekariyên vê yekê ne."    LÎSTIKEKE NÛ YA ÎNGILÎZAN    Sweeney diyar kir ku kurd bi lîstikeke nû ya îngilîzan re rû bi rû ne û wiha domand: Wisa dixuyê dê li hemberî kurdan dîsa lîstikeke wisa xwe bide der. Dibe ku îngilîz kurdan bifiroşin, çimkî ji bo berjewendiyên xwe tev digerin. Yanî ev emperyalîzm e. Di dîrokê de tim û tim kurdan ji bo berjenwendiyên xwe bi kar anîn û wê dîsa jî vê yekê bikin. Ji bo têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re baş bikin kurdan wek koz bi kar tînin. Di navbera wan û Tirkiyeyê de têkiliyên bazirganiyî hene. Em behsa têkiliyeke bazirganiyî ya 80 milyar Dolarî dikin. Îngiltere ji ber vê bazirganiya mezin girîngiyê dide Tirkiyeyê. Îsal di meha Adarê de li Parlementoya Îngîltereyê raporeke der barê Tirkiyeyê de hat nîqaşkirin. A rast ev rapor di warê naverokê de der barê binpêkirinên mafên mirovan û demokrasiyê de bû. Di raporê de tiştên wek Tirkiye li herêmên kurdan komkujî pêk anîne, milet koçber kiriye hwd. hebûn. Lê wek encam ev tişt gotin; dîsa jî divê têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re baş bin.    ÎNGÎLTERE LI DYA'YÊ DINERE    Polîtîkaya derve ya DYA û Îngîltereyê bi taybetî li Rojhilata Navîn û Rojavayê li hev dialiqin. A rast hikûmeta Îngîltereyê tam ne zelal e. Lê hin derdor polîtîkaya îngîlizan ber bi cihekî din ve dikişînin. Û wê li DYA'yê jî binerin bê ka çi dike. DYA çi bike wê Îngîltere jî wê bike. Belê, berê di salên 1900'î de ev înîsyatîf di dest Îngîltereyê de bû, lê niha rewş guheriye."    MA / Kenan Kırkaya