1000 rojin Wan di bin pergala OHAL'ê de dijî

  • rojane
  • 10:02 17 Tebax 2019
  • |
img

WAN - Walîtiya Wanê 1000 rojin hemû çalakî, şahî û bernameyên civakî û demokratîk li Wanê qedexe dike. Gelê Wanê 1000 rojin di bin pergala OHAL'ê de dijî. Heta niha bi sedan çalakî û şahiyên civakî û demokratîk hatin qedexekirin. Hemû îtirazên li dijî qedexeyan ji aliyê dadgehê ve hatin redkirin. 

 
Walîtiya Wanê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an û îlana OHAL'ê û şûnde li Wanê 1000 roj in hemû çalakiyên rêxistinê sivîl û demokratîk qedexe dike. Walîtiya Wanê piştî 21'ê Mijdara 2016'an û heta niha 15 rojên din jî çalakî qedexe kirin û ji wê rojê heta niha 1000 rojin çalakiyan qedexe dike. Li navenda bajar Walîtî û li navçeyan jî Qeymeqamên navçeyên Wanê çalakiyan qedexe dike. Her çend OHAL bi dawî bûbe jî pergala OHAL'ê didome. Sazî û rêxistinên ku dixwazin çalakiyê li dar bixin û çalakiyên wan rastî astengiyên Walîtî û qeymeqamiyê tên jî her çend serî li dadgehê didin jî serlêdanên wan bê encam dimîne. Lê balkêş e hemû çalakiyên alîgirên AKP'ê û hikûmetê serbest in. Bi taybetî çalakiyên HDP'ê, li derve tên qedexekirin. Çalakiyên li pêş avahiya HDP'ê jî tên qedexekirin. Heta niha bi sedan çalakî, daxuyanî û şahiyên rêxistinên demokratîk û civakî hatin qedexekirin. 
 
Bi taybetî di serdema çalakiyên greva birçîbûnê de dema girsê xwest li parkan çalakiya rûniştinê li dar bixin rastî astengî û qedexeyan hatin. Walîti û qeymeqam qedexe kirin û polîsan jî mudaxaleyî girsê kir. Mîtîng, daxuyanî, konser, stand, konser û şahiyên ku li bajar hatin plankirin yek bi yek ji aliyê walîtî û qeymeqam ve hatin qedexekirin. Hemû civîn û xwepêşandanên ku di bin mafên bingehîn û azadiya îfade û ramanê ve hatin li darxistin ji aliyê erka dewletê ve hatin qedexekirin. Heta niha 6 serlêdanen Baroya Wanê û 1 jê tekakesî bi giştî 7 serlêdanên li dijî qedexeyan ji aliyê dadgeha herêmî ve hatin redkirin. Di 1000 rojên qedexe de gelek kesên xwestin daxuyanî bidin û daxwazên xwe li kolanê bînin ziman hatin binçavkirin û girtin. Rojnamegerên çalakî şopandin rastî tundî û zextan hatin. Destûr nedan ku rojnameger çalakiyan bişopînin û bikişînin. Rojnameger rastî lêgerîna GBT'ê hatin. Nasnameyên wan hatin desteserkirin. Li dijî van qedeyan HDP, ÎHD, KESK, TJA û ÇEV-DER'ê xwest ev qedexe bi lez bi dawî bibin.b 
 
ÎHD: BARYAR NAVENDÎ YE
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê Murat Melet,  bertek nîşanî pergala fîîlî ya OHAL'ê da û wiha got: "Her çend di fermiyetê de OHAL bi dawî bûbe jî di fîîliyetê de OHAL didome. Pêkanînên OHAL'ê kirine pergala rêvebirinê û mayinde kirine. Ji ber ku Îktîdar nikare vî welatî bi rêve bibe bi van rê û rêbazên OHAL'ê bi rêve dibe. Biryar ne ji aliyê Walîtiyê ve tên dayîn. Ji aliyê navendê ve tên tayîn û walî û qeymeqam jî wan dixin meriyetê." 
 
Melet, destnîşan kir ku bi van qedeyan dixwazin ser îhlalan bincil bikin û nehêle ku kes dengê xwe bilind bikin. Naxwazin em binpêkirina mafan teşhîr bikin û îhlalan ronî bikin. Em dikarin bêjin em di bin zextên dijwar de dijîn." 
 
 'ŞAHIYÊN DER Û DORÊ HATIN QEDEXEKIRIN'
 
Serokê Komeleya Derdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik ji anî ziman ku hemû çalakî û şahiyên komên nêzî îktîdarê serbest in, lê çalakî û şahiyên demokratîk yên nêzên muxalif qedexe ne. Kalçik, destnîşan kir ku pir aşkere çotstandartî heye û hemû şahiyên der û dorê hatine qedexekirin.
 
QEDEXE LI DIJÎ HIQÛQÊ NE 
 
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Mesude Demîr jî anî ziman ku qedexe û astengiyên li pêş wan li dijî hiqûqê ne û wiha got: "Biryarên ku Walîtiya Wanê distîne armanc dike ku dengê gel, jinan û hêzên demokratîk qut bike. Naxwazin têkoşîn li bingeha civakê belav bibe. Bi van biryaran dixwazin hêzên demokratîk bê tesîr bihêlin. Ev qedexe li dijî hiqûq û zagonan in. Naxwazin jin derkevin kolanan û xwe li dijî tundiyê bi rêxistin bikin. Naxwazin li dijî îtîsmara zarokan têbikoşin. Lê tevî qedexeyan jî emê têkoşîna xwe berdewam bikin." 
 
HDP DI BIN DORPÊÇÊ DE YE 
 
Cîgirê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Nuri Erol jî anî ziman ku Hezar roj in çalakî li wan tên qedexe kirin û wiha got: "Ev qedexe di serdema 12'ê Îlonê de jî pêk nehat. Hemû çalakiyên me yên civakî tên qedexekirin. 1000 rojin polîs li ber avahiya HDP'ê ya Wanê radiweste. Baxçeyê avahiya me di bin dorpêçê de ye. Qedexeyên 3 salin li Wanê didomin li dijî zagon û hiqûqê ye. Em bang li dewlet û hikûmetê dikin ku li gorî zagon û hiqûqa xwe tev bigerin." 
 
'JI MUXALEFETA KURD DITIRSIN'
 
Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê Bedrî Yamaç jî anî ziman ku herî dawî meşa wan a ber bi Enqereyê  ve hat asteng kirin û wiha got: “Meşa me ya ku Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen û endamên MYK'ê jî tevle bûn û me xwest ber bi Enqereyê ve bimeşin asteng kirin. Destûr nedan em bimeşin. Me bi dedah caran ji polîsan re got ku ev helwesta wan ne zagoni ye. Lê meşa me asteng kirin û bi zorê hevalên me binçav kirin. Ev pêkanînên Walî qat bi qat OHAL'ê derbas dikin. Êdî tu tişti tehamul nakin û çot standarî tev digerin. Em dixwazin hemû astengiyên li pêş azadiya îfadeyê û ramanê bên rakirin." 
 
Çend çalakî û bernameyên ku Walîtiyê qedexe kirin wiha ne: 
 
* Panela ku Rêxistina HDP'ê li dijî cilên yek tîp xwest li dar bixin qedexe kirin. 
 
* Walîtiya Wanê hemû çalakiyên xizmên girtiyan qedexe kir. 
 
* Walîtiyê daxuyaniyên li nava bajar li parkên Feqiyê Teyran, Kolana Cumhuriyetê, Kolana Hunerê, qedexe kir 
 
* Meşên HDP’iyan ên ji bo çalakiyên grava birçîbunê ji aliyê walîtiyê ve hatin qedexekirin. 
 
* Daxuyaniya DİSA-DER'ê ya ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî qedexe kirini.
 
* Walitiyê çalakiya ji bo Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 4'e nîsanê qedexe kir. 
 
* Walîtiyê destûr neda ku blokên btonê yên li pêş şaredariyê rakin. 
 
* Walîtiyê mîtînga 1'ê Gulanê ya karkeran qedexe kir. 
 
* Destûr nedan daxuyaniya cejna zimanê Kurdî. 
 
* Destûr neda çalakiya Baroyan a "Nobeta Edaletê" ku li wanê pêk bê. 
 
* Konsera Hunermendê Kurd Mem Ararat qedexe kirin. 
 
* Roja îmzeyan a Nivîskar Şahabettin Demir qedewxe kirin. 
 
*  Şahiya duçerxan a Baroya Wanê qedexe kirin. 
 
* Daxuyaniya rêxistinên demokratîk a li dijî HES'ê qedexe kirin. 
 
 

Sernavên din

18/08/2019
12:35 Li Qamişloyê teqîn rûda
12:15 Di êrîşa li Kabîlê de 63 kes hatin kuştin, 182 birîndar bûn
12:03 Polîsan li Şirnexê 10 kes binçav kirin
11:26 Nobeta Çiyayê Kazê didome: Gelê herêmê çi dixwaze?
10:17 Cîgira Hevserokên ESP’ê Taşkiran: Vîna Ocalan a çareseriyê heye
09:51 Xizmên girtiyan: Kurd bi yekîtiyê dikarin aştiya bi rûmet ava bikin
09:15 Du sal in li cenazeyê kurê xwe digere
09:14 Mizrakli: Îdiayên der barê 'komkujiya heywanan' de ne rast in
09:14 Mişmişvan: Tekane rê kooperatîfbûyîn e
09:13 Girtiyê ji ber îşkenceyê lal bû, serpêhatiyên xwe bi nivîskî gotin
09:12 398 roj in aqûbeta kurê xwe dipirse
09:05 'Guh bidin bangawaziyên Ocalan ên ji bo aştiyê'
09:03 'Dev ji projeya nexweşxaneyên bajêr berdin'
09:01 'Îktîdarê dît nikare enstîtuyê kontrol bike dest bi mudaxaleyê kir'
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2019'AN
17/08/2019
21:37 Dengbêjên Ciwan şev geş kirin
16:51 Gelek baroyan dawetiya dadgeha bilind red kirin
16:44 Başak Demîrtaş, Selvî Kiliçdaroglû û Dîlek Îmamoglû hatin gelhev
16:21 Dozger binçavkirina Nûçegîhanê me Ergîn Çaglar 2 rojan dirêj kir
16:10 Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya Kurdan hat kirin
15:41 Di nava 2 sal û nîvê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
15:35 Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna Mehmet Ertak bernadin
15:20 'Rûniştina F' vê carê ji bo Rojnameger Ziya Ataman li dar xistin
15:10 'Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan berdin'
15:04 Guven: Bi polîtîkayên şer pirsgirêk çareser nabin
14:56 Xizmên windayan: Em guh bidin dengê dayikan ên aştiyê
14:48 Li Lîcê qezaya trafîkê : 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn
14:41 Şewata li Lîcê rû dabû hat vemirandin
14:27 NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in
14:05 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edenê: Emê bi hevre têbikoşin
14:01 Turgut ji ber cezayê wî qediya ye û nayê berdan ketiye rojiya mirinê
13:07 Dadgeha Bilind mafê karkera jina ducanî parast
12:52 Adsiz ê li Girtigeha Xarpêtê di rojiya mirinê de bû dawî li çalakiya xwe anî
12:18 Baroya Enqerê jî wê beşdarî vekirina sala edlî nebe
11:59 Der barê îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyê de serlêdana sûc
11:40 Dozger di destûrê de ye cenaze 28 rojin li morgê ye
11:12 Rojnameya Newjîn a jinên ciwan çap dike dibe hêvî
10:49 Aîr Hava ya Kaliforniyayî: Bila talankirina xwezayê bi dawî bibe
10:33 Hinceta qedexeyên walîtiyê : Sersala damezrandina TKEP/L, MLKP û MKP'ê ne
10:18 Polîsan li Rihayê 25 kes binçav kirin
10:15 'Divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin’
10:02 1000 rojin Wan di bin pergala OHAL'ê de dijî
09:35 Hunermendên li Çiyayên Kazê: Zimanê hemû berxwedanan hevpare
09:20 Girtiyê nexweş ê 75 salî êdî malbata xwe nas nake
09:19 Akademîsyenên Zanîngeha Artûklûyê: Enstîtu tê tasfiyekirin
09:19 Girtiyên hatin derbkirin: Em ê dest bi rojiya mirinê bikin
09:18 DÎSK û KESK: Turk-Îş îmze danî bin belengaziyê
09:14 Marmara ji bo erdhejê ne amade ye
09:14 'Ocalan, li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve'
09:13 Li Colemêrgê derxistina hingiv dest pê kir
09:12 Dozger derbarê gardiyanên îşkencekar û bijîşkan de lêpirsînê venake!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2019'AN
16/08/2019
21:26 Li Licê agir bi daristanekê ket
18:21 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
16:48 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyên rastî îşkenceyê hatin rastî lêpirsînê hatin
15:37 Girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn birin Meclîsê
15:23 Li Navenda Ambulansê xistin: 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin
13:42 Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Ergin Çaglar li Edliyê binçav kirin
12:57 ÎHD: Pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li Girtîgeha Osmaniyeyê lêkolîn bikin
12:51 Pêkanînên Girtîgeha Xarpêtê careke din ketin rojeva Meclisê
12:01 Çerxa di pîşesaziyê de giran bûye
10:54 Wezîrê Parastinê Akar çû Rihayê
10:21 Ocalan: Em her dem ji aştiyê re amade ne
09:11 Gumuştaş: Rêya bingehîn ewe ku em rêya Tirkiye û têkoşîna azadiya kurd bikin yek
09:10 'Em li Sûriyeyê ji mirinê û li Tirkiyeyê jî ji dervesînorkirinê direvin'
09:09 Wezareta Karên Hundir ji ber mirina Muslumê 8 salî hat mehkûmkirin
09:09 Gardiyanên ku tê angaştkirin êrîşî girtiyan kirine: Em ê sibê dîsa bên
09:09 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin dest pê bikin da ku ev şer bi dawî bibe
09:08 Koramaz: 'Aştiya Îmarê' mînaka dersnegirtina ji erdhejê ye
09:07 Gelê Çiyayê Kazê: Em naxwazin jahrînî bibin
09:07 Xwendekarên YTU li dijî 'Baxçeyê Mîllet' in
09:07 Li Girtîgeha Denîzlî axaftina Kurdî qedexe kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2019'AN
15/08/2019
16:51 Rektoriyê derbarê biryara girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn de daxuyanî da
15:47 Cenazeyê Mucahit Yilmaz ê nadin malbatê birin rojeva meclîsê
15:24 Ji bo Enstîtuya Zimanên Dijîn biryara girtinê dan
15:14 Li ser rêya Amed-Çewlîg qeza rû da: 3 kes mirin, 9 kes birîndar bûn
14:44 Rewşenbiran li dijî veguhestina GSF'ê îmze kom kirin
13:02 Li Rihayê karkerekê jiyana xwe ji dest da
12:41 Baroya Îzmîrê ji bo Çiyayaên Kaz ji Kanadayê re name şand
12:33 Polîsan li Mêrdîn, Şirnex û Îzmirê 27 HDP’î binçav kirin
12:14 Milyonek betal li betalan zêde bûn
11:29 Li Girtîgeha Xerpetê li dijî îşkenceyê çalakiya rojiya mirinê
09:36 Pentagon: Herêma ewle wê gav bi gav pêk bê
09:09 Bersîva wezaretê ya îstîsmara zayendî: Dibistan ne girêdayî MEB'ê ne
09:08 ‘Nobeta Av û Wîjdan, rexnedayîna li dijî xwezayê ye'
09:07 Pirtûkgehên ku li otogarê hatine danîn dê qet neyên valakirin!
09:07 'Divê ji bo Peymana Stenbolê gav bê avêtin'
09:06 'Li dijî îstismarê divê Pergala Parastina Zarokan bê avakirin'
09:05 68 salî ye 21 roj in li nobetê ye: Werin em li bêhna xwedî derkevin
09:04 Parêzer Epozdemîr: Divê prensîba wekehviyê ya Destûra Bingehîn li ber çav bê girtin
09:00 Wekîlê HDP’ê Çepnî: Mudaxaleya Rojava tê wateya rizgarkirina DAIŞ'ê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2019'AN
14/08/2019
20:26 Mazlûm Ebdî: Divê 'Herêma Ewle' tevahiya sînor bigire nava xwe
17:41 Nobeta Av û Wîcdan di roja 20'an de ye
Li dijî talankirina şîrketê Alamosê tov reşandin
17:24 Maşîne bi ser karkeran de ket: Karkerek mir
15:02 Her ku Bendava Ilısu avê kom dike talûke mezin dibe
13:39 Îhale ji şaredariyê stend, xizmeta MÎT'ê kir
12:49 Li dijî santrala termikê serî li AYM'ê dan
11:20 Nameyên ji girtîgehan hatin wekî ‘endamtiya rêxistinê' hesibandin