1000 rojin Wan di bin pergala OHAL'ê de dijî 2019-08-17 10:02:44 WAN - Walîtiya Wanê 1000 rojin hemû çalakî, şahî û bernameyên civakî û demokratîk li Wanê qedexe dike. Gelê Wanê 1000 rojin di bin pergala OHAL'ê de dijî. Heta niha bi sedan çalakî û şahiyên civakî û demokratîk hatin qedexekirin. Hemû îtirazên li dijî qedexeyan ji aliyê dadgehê ve hatin redkirin.    Walîtiya Wanê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an û îlana OHAL'ê û şûnde li Wanê 1000 roj in hemû çalakiyên rêxistinê sivîl û demokratîk qedexe dike. Walîtiya Wanê piştî 21'ê Mijdara 2016'an û heta niha 15 rojên din jî çalakî qedexe kirin û ji wê rojê heta niha 1000 rojin çalakiyan qedexe dike. Li navenda bajar Walîtî û li navçeyan jî Qeymeqamên navçeyên Wanê çalakiyan qedexe dike. Her çend OHAL bi dawî bûbe jî pergala OHAL'ê didome. Sazî û rêxistinên ku dixwazin çalakiyê li dar bixin û çalakiyên wan rastî astengiyên Walîtî û qeymeqamiyê tên jî her çend serî li dadgehê didin jî serlêdanên wan bê encam dimîne. Lê balkêş e hemû çalakiyên alîgirên AKP'ê û hikûmetê serbest in. Bi taybetî çalakiyên HDP'ê, li derve tên qedexekirin. Çalakiyên li pêş avahiya HDP'ê jî tên qedexekirin. Heta niha bi sedan çalakî, daxuyanî û şahiyên rêxistinên demokratîk û civakî hatin qedexekirin.    Bi taybetî di serdema çalakiyên greva birçîbûnê de dema girsê xwest li parkan çalakiya rûniştinê li dar bixin rastî astengî û qedexeyan hatin. Walîti û qeymeqam qedexe kirin û polîsan jî mudaxaleyî girsê kir. Mîtîng, daxuyanî, konser, stand, konser û şahiyên ku li bajar hatin plankirin yek bi yek ji aliyê walîtî û qeymeqam ve hatin qedexekirin. Hemû civîn û xwepêşandanên ku di bin mafên bingehîn û azadiya îfade û ramanê ve hatin li darxistin ji aliyê erka dewletê ve hatin qedexekirin. Heta niha 6 serlêdanen Baroya Wanê û 1 jê tekakesî bi giştî 7 serlêdanên li dijî qedexeyan ji aliyê dadgeha herêmî ve hatin redkirin. Di 1000 rojên qedexe de gelek kesên xwestin daxuyanî bidin û daxwazên xwe li kolanê bînin ziman hatin binçavkirin û girtin. Rojnamegerên çalakî şopandin rastî tundî û zextan hatin. Destûr nedan ku rojnameger çalakiyan bişopînin û bikişînin. Rojnameger rastî lêgerîna GBT'ê hatin. Nasnameyên wan hatin desteserkirin. Li dijî van qedeyan HDP, ÎHD, KESK, TJA û ÇEV-DER'ê xwest ev qedexe bi lez bi dawî bibin.b    ÎHD: BARYAR NAVENDÎ YE   Serokê Şaxa ÎHD'ê Murat Melet,  bertek nîşanî pergala fîîlî ya OHAL'ê da û wiha got: "Her çend di fermiyetê de OHAL bi dawî bûbe jî di fîîliyetê de OHAL didome. Pêkanînên OHAL'ê kirine pergala rêvebirinê û mayinde kirine. Ji ber ku Îktîdar nikare vî welatî bi rêve bibe bi van rê û rêbazên OHAL'ê bi rêve dibe. Biryar ne ji aliyê Walîtiyê ve tên dayîn. Ji aliyê navendê ve tên tayîn û walî û qeymeqam jî wan dixin meriyetê."    Melet, destnîşan kir ku bi van qedeyan dixwazin ser îhlalan bincil bikin û nehêle ku kes dengê xwe bilind bikin. Naxwazin em binpêkirina mafan teşhîr bikin û îhlalan ronî bikin. Em dikarin bêjin em di bin zextên dijwar de dijîn."     'ŞAHIYÊN DER Û DORÊ HATIN QEDEXEKIRIN'   Serokê Komeleya Derdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik ji anî ziman ku hemû çalakî û şahiyên komên nêzî îktîdarê serbest in, lê çalakî û şahiyên demokratîk yên nêzên muxalif qedexe ne. Kalçik, destnîşan kir ku pir aşkere çotstandartî heye û hemû şahiyên der û dorê hatine qedexekirin.   QEDEXE LI DIJÎ HIQÛQÊ NE    Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Mesude Demîr jî anî ziman ku qedexe û astengiyên li pêş wan li dijî hiqûqê ne û wiha got: "Biryarên ku Walîtiya Wanê distîne armanc dike ku dengê gel, jinan û hêzên demokratîk qut bike. Naxwazin têkoşîn li bingeha civakê belav bibe. Bi van biryaran dixwazin hêzên demokratîk bê tesîr bihêlin. Ev qedexe li dijî hiqûq û zagonan in. Naxwazin jin derkevin kolanan û xwe li dijî tundiyê bi rêxistin bikin. Naxwazin li dijî îtîsmara zarokan têbikoşin. Lê tevî qedexeyan jî emê têkoşîna xwe berdewam bikin."    HDP DI BIN DORPÊÇÊ DE YE    Cîgirê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Nuri Erol jî anî ziman ku Hezar roj in çalakî li wan tên qedexe kirin û wiha got: "Ev qedexe di serdema 12'ê Îlonê de jî pêk nehat. Hemû çalakiyên me yên civakî tên qedexekirin. 1000 rojin polîs li ber avahiya HDP'ê ya Wanê radiweste. Baxçeyê avahiya me di bin dorpêçê de ye. Qedexeyên 3 salin li Wanê didomin li dijî zagon û hiqûqê ye. Em bang li dewlet û hikûmetê dikin ku li gorî zagon û hiqûqa xwe tev bigerin."    'JI MUXALEFETA KURD DITIRSIN'   Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê Bedrî Yamaç jî anî ziman ku herî dawî meşa wan a ber bi Enqereyê  ve hat asteng kirin û wiha got: “Meşa me ya ku Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen û endamên MYK'ê jî tevle bûn û me xwest ber bi Enqereyê ve bimeşin asteng kirin. Destûr nedan em bimeşin. Me bi dedah caran ji polîsan re got ku ev helwesta wan ne zagoni ye. Lê meşa me asteng kirin û bi zorê hevalên me binçav kirin. Ev pêkanînên Walî qat bi qat OHAL'ê derbas dikin. Êdî tu tişti tehamul nakin û çot standarî tev digerin. Em dixwazin hemû astengiyên li pêş azadiya îfadeyê û ramanê bên rakirin."    Çend çalakî û bernameyên ku Walîtiyê qedexe kirin wiha ne:    * Panela ku Rêxistina HDP'ê li dijî cilên yek tîp xwest li dar bixin qedexe kirin.    * Walîtiya Wanê hemû çalakiyên xizmên girtiyan qedexe kir.    * Walîtiyê daxuyaniyên li nava bajar li parkên Feqiyê Teyran, Kolana Cumhuriyetê, Kolana Hunerê, qedexe kir    * Meşên HDP’iyan ên ji bo çalakiyên grava birçîbunê ji aliyê walîtiyê ve hatin qedexekirin.    * Daxuyaniya DİSA-DER'ê ya ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî qedexe kirini.   * Walitiyê çalakiya ji bo Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 4'e nîsanê qedexe kir.    * Walîtiyê destûr neda ku blokên btonê yên li pêş şaredariyê rakin.    * Walîtiyê mîtînga 1'ê Gulanê ya karkeran qedexe kir.    * Destûr nedan daxuyaniya cejna zimanê Kurdî.    * Destûr neda çalakiya Baroyan a "Nobeta Edaletê" ku li wanê pêk bê.    * Konsera Hunermendê Kurd Mem Ararat qedexe kirin.    * Roja îmzeyan a Nivîskar Şahabettin Demir qedewxe kirin.    *  Şahiya duçerxan a Baroya Wanê qedexe kirin.    * Daxuyaniya rêxistinên demokratîk a li dijî HES'ê qedexe kirin.