'Em li Sûriyeyê ji mirinê û li Tirkiyeyê jî ji dervesînorkirinê direvin'

  • rojane
  • 09:10 16 Tebax 2019
  • |
img

DÎLOK - Penaberên Sûriyeyê ku li Dîlokê dimînin, piştî biryara Walîtiya Stenbolê ya derbarê penaberên Sûriyeyê ketine nav gumanan, dibêjin ku ew li Sûriyeyê ji mirinê û li Tirkiyeyê jî ji dervesînorkirinê direvin û li pişt bi hezaran xeyal, girtî û goristan hiştine. Diyar dikin ku dê teqez vegerin Sûriyeyê. 

 
Walîtiya Stenbolê, piştî hilbijartinên 23'ê Hezîranê yên Stenbolê, di çarçoveya koçberiya bê rêk û pêk bigire biryar da ku penaberên ku qeyda wan li Stenbolê tuneye bişîne bajarên ku qeydê wan lê ne. Piştî vê biryarê gelek penaber hatin dersînorkirin û beşek jê jî bi darê zorê destê wan bi kelemçeyên plastîk hatin kelemçekirin û ji bajarên qeydên wan lê ne re hatin şandin. Vê biryara Walîtiya Stenbolê, li Dîlokê ku 445 hezar penaberên Sûriyeyê lê dimînin gumama dersînorkirinê çêkir. Penaberên ku wate nadin biryara Walîtiya Stenbolê diyar dikin ku ji bo betlaneyê nehatine Tirkiyeyê, ew ji şer, hilweşandin û mirinê reviyane û dema ku şer bi dawî bibe dê vegerin welatê xwe. 
 
'ME ERZAN DIXEBITÎNIN'
 
Penaberê ji Helebê H.K. ku li Dîlokê dijî diyar kir ku vegerandina penaberên Sûriyeyê ya Dîlokê dê bandoreke neyînî li wan bike û wiha got: "Li fabrîqeyekî 12 saetan bi dîlokiyan re dibixitim. Bi salan e bêyî ku heqê xwe bigirim dixebitim. Karkerên dîlokî bi ser me de tên girtin. Ji ber ku em beyanî ne tên pelçiqandin. Me erzan dixebitînin. Em ji mafê mirovan bê par dijîn. Dibêjin ku sûriyeyî kêf dikin. Heft sal in li virim, rojek bi tenê jî bi kêf neşiyame. Bi zorê kirêya mala xwe didim. Heke sûriyeyiyên Stenbolê bişînin vir, tişta ku bibe dê dîsa bê serê me. Tiştek bi dîlokiyan nabe. Dê dîsa kirê biha bibin û bihayê kar erzan bibe. Li gel vê yekê dîsa jî em sûcdar tên dîtin."
 
LI SÛRIYEYÊ JI MIRINÊ, LI TIRKIYEYÊ JÎ...
 
Penaber Mûstafa El Hatîp jî ku li firinekî dixebite diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê li gorî salên destpêkê yên ku hatine Tirkiyeyê xerab e û ev tişt anî ziman: "Rewşa sûriyeyiyan jî her ku diçe xerab dibe. Li gel şerê heyî ji sedî 90'ê sûriyeyiyan dest bi vegerê kirine. Heke biryara li Stenbolê hatiye girtin dê gelek ciwan vegerin Sûriyeyê. Ne me li vir ne jî li Sûriyeyê rehet dihêlin. Bi me dilîzin. Em li Sûriyeyê ji mirinê, li vir jî ji dersînorkirinê direvin. Qe nebe bila demek bidin û destûr bidin ku em mal û malbata xwe bibin. Em sedema xerabûna aboriyê tên dîtin. Lê berovajiyê vê yekê me li vir cihên kar vekiriye û baca xwe jî didin. Piştgiriya aboriyê dikin. Esnafên sûriyeyî dikanin xwe digirin. Mal tên valakirin. Rastî ev e mixabin."
 
'HEKE REWŞ BAŞ BIBE DÊ VEGERIM'
 
Mûhammed Hamdo ku ava fîkiyan dihilberîne jî diyar kir ku piştî biryara Walîtiya Stenbolê çend malbatên ku ew nas dike bêyî ku tiştekî xwe bigirin vegeriyane Dîlokê û wiha got: "Em bi rêza xwe nehatin Tirkiyeyê. Em neçar man ku bên. Me li pey bi hezaran xeyal, girtî û goristan hişt û hatin. Ji ber ku em li vir loqek nan dixwin vir weke xaka xwe dibînin. Tu ferqeke min û esnafekî dîlokî ji hev tuneye. vergî û heqê av û ceyrana xwe ez jî didim. Em bêriya welatê xwe dikin lê em neçarin ku li vir bin. Li Sûriyeyê şerekî pir qirêj heye. Ji ber ku me nexwest em bibin aliyekî vî şerî qirêj em hatin Tirkiyeyê. Ez ê teqez vegerim welatê xwe. Her tiştê me li Sûriyeyê ye. Heke şer biqede û neqede jî dê hinek rewşa me baş bibe ez ê biçim welatê xwe."
 
'DI DERDÊ PETROLÊ DE NE'
 
Penaber Ahmed Necar jî destnîşan kir ku bi sed hezaran sûriyeyî li Dîlokê dijîn û heke biryara dersînorkirinê wan bê dayîn dê nizanibin ku bi ke ve biçin û wiha got: "Hêvî dikim ku biryareke bi vî rengî neyê girtin. Dema ku rewş baş bibe em ê biçin Sûriyeyê. Dê piraniya sûriyeyiyan jî vegerin. Em ji şer reviyan û me xwest cihekî bi ewle ji bo xwe bibînin. Ji bo vegera me tu çareseriyeke nehiştin. Amerîka, Rûsya, Îran dibêjin ku ew ji bo aştiyê li Sûriyeyê ne lê derewan dikin ew ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyeyê ne. Ne di derdê aştiyê di derdê petrolê de ne." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/08/2019
12:35 Li Qamişloyê teqîn rûda
12:15 Di êrîşa li Kabîlê de 63 kes hatin kuştin, 182 birîndar bûn
12:03 Polîsan li Şirnexê 10 kes binçav kirin
11:26 Nobeta Çiyayê Kazê didome: Gelê herêmê çi dixwaze?
10:17 Cîgira Hevserokên ESP’ê Taşkiran: Vîna Ocalan a çareseriyê heye
09:51 Xizmên girtiyan: Kurd bi yekîtiyê dikarin aştiya bi rûmet ava bikin
09:15 Du sal in li cenazeyê kurê xwe digere
09:14 Mizrakli: Îdiayên der barê 'komkujiya heywanan' de ne rast in
09:14 Mişmişvan: Tekane rê kooperatîfbûyîn e
09:13 Girtiyê ji ber îşkenceyê lal bû, serpêhatiyên xwe bi nivîskî gotin
09:12 398 roj in aqûbeta kurê xwe dipirse
09:05 'Guh bidin bangawaziyên Ocalan ên ji bo aştiyê'
09:03 'Dev ji projeya nexweşxaneyên bajêr berdin'
09:01 'Îktîdarê dît nikare enstîtuyê kontrol bike dest bi mudaxaleyê kir'
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2019'AN
17/08/2019
21:37 Dengbêjên Ciwan şev geş kirin
16:51 Gelek baroyan dawetiya dadgeha bilind red kirin
16:44 Başak Demîrtaş, Selvî Kiliçdaroglû û Dîlek Îmamoglû hatin gelhev
16:21 Dozger binçavkirina Nûçegîhanê me Ergîn Çaglar 2 rojan dirêj kir
16:10 Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya Kurdan hat kirin
15:41 Di nava 2 sal û nîvê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
15:35 Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna Mehmet Ertak bernadin
15:20 'Rûniştina F' vê carê ji bo Rojnameger Ziya Ataman li dar xistin
15:10 'Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan berdin'
15:04 Guven: Bi polîtîkayên şer pirsgirêk çareser nabin
14:56 Xizmên windayan: Em guh bidin dengê dayikan ên aştiyê
14:48 Li Lîcê qezaya trafîkê : 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn
14:41 Şewata li Lîcê rû dabû hat vemirandin
14:27 NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in
14:05 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edenê: Emê bi hevre têbikoşin
14:01 Turgut ji ber cezayê wî qediya ye û nayê berdan ketiye rojiya mirinê
13:07 Dadgeha Bilind mafê karkera jina ducanî parast
12:52 Adsiz ê li Girtigeha Xarpêtê di rojiya mirinê de bû dawî li çalakiya xwe anî
12:18 Baroya Enqerê jî wê beşdarî vekirina sala edlî nebe
11:59 Der barê îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyê de serlêdana sûc
11:40 Dozger di destûrê de ye cenaze 28 rojin li morgê ye
11:12 Rojnameya Newjîn a jinên ciwan çap dike dibe hêvî
10:49 Aîr Hava ya Kaliforniyayî: Bila talankirina xwezayê bi dawî bibe
10:33 Hinceta qedexeyên walîtiyê : Sersala damezrandina TKEP/L, MLKP û MKP'ê ne
10:18 Polîsan li Rihayê 25 kes binçav kirin
10:15 'Divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin’
10:02 1000 rojin Wan di bin pergala OHAL'ê de dijî
09:35 Hunermendên li Çiyayên Kazê: Zimanê hemû berxwedanan hevpare
09:20 Girtiyê nexweş ê 75 salî êdî malbata xwe nas nake
09:19 Akademîsyenên Zanîngeha Artûklûyê: Enstîtu tê tasfiyekirin
09:19 Girtiyên hatin derbkirin: Em ê dest bi rojiya mirinê bikin
09:18 DÎSK û KESK: Turk-Îş îmze danî bin belengaziyê
09:14 Marmara ji bo erdhejê ne amade ye
09:14 'Ocalan, li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve'
09:13 Li Colemêrgê derxistina hingiv dest pê kir
09:12 Dozger derbarê gardiyanên îşkencekar û bijîşkan de lêpirsînê venake!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2019'AN
16/08/2019
21:26 Li Licê agir bi daristanekê ket
18:21 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
16:48 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyên rastî îşkenceyê hatin rastî lêpirsînê hatin
15:37 Girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn birin Meclîsê
15:23 Li Navenda Ambulansê xistin: 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin
13:42 Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Ergin Çaglar li Edliyê binçav kirin
12:57 ÎHD: Pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li Girtîgeha Osmaniyeyê lêkolîn bikin
12:51 Pêkanînên Girtîgeha Xarpêtê careke din ketin rojeva Meclisê
12:01 Çerxa di pîşesaziyê de giran bûye
10:54 Wezîrê Parastinê Akar çû Rihayê
10:21 Ocalan: Em her dem ji aştiyê re amade ne
09:11 Gumuştaş: Rêya bingehîn ewe ku em rêya Tirkiye û têkoşîna azadiya kurd bikin yek
09:10 'Em li Sûriyeyê ji mirinê û li Tirkiyeyê jî ji dervesînorkirinê direvin'
09:09 Wezareta Karên Hundir ji ber mirina Muslumê 8 salî hat mehkûmkirin
09:09 Gardiyanên ku tê angaştkirin êrîşî girtiyan kirine: Em ê sibê dîsa bên
09:09 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin dest pê bikin da ku ev şer bi dawî bibe
09:08 Koramaz: 'Aştiya Îmarê' mînaka dersnegirtina ji erdhejê ye
09:07 Gelê Çiyayê Kazê: Em naxwazin jahrînî bibin
09:07 Xwendekarên YTU li dijî 'Baxçeyê Mîllet' in
09:07 Li Girtîgeha Denîzlî axaftina Kurdî qedexe kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2019'AN
15/08/2019
16:51 Rektoriyê derbarê biryara girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn de daxuyanî da
15:47 Cenazeyê Mucahit Yilmaz ê nadin malbatê birin rojeva meclîsê
15:24 Ji bo Enstîtuya Zimanên Dijîn biryara girtinê dan
15:14 Li ser rêya Amed-Çewlîg qeza rû da: 3 kes mirin, 9 kes birîndar bûn
14:44 Rewşenbiran li dijî veguhestina GSF'ê îmze kom kirin
13:02 Li Rihayê karkerekê jiyana xwe ji dest da
12:41 Baroya Îzmîrê ji bo Çiyayaên Kaz ji Kanadayê re name şand
12:33 Polîsan li Mêrdîn, Şirnex û Îzmirê 27 HDP’î binçav kirin
12:14 Milyonek betal li betalan zêde bûn
11:29 Li Girtîgeha Xerpetê li dijî îşkenceyê çalakiya rojiya mirinê
09:36 Pentagon: Herêma ewle wê gav bi gav pêk bê
09:09 Bersîva wezaretê ya îstîsmara zayendî: Dibistan ne girêdayî MEB'ê ne
09:08 ‘Nobeta Av û Wîjdan, rexnedayîna li dijî xwezayê ye'
09:07 Pirtûkgehên ku li otogarê hatine danîn dê qet neyên valakirin!
09:07 'Divê ji bo Peymana Stenbolê gav bê avêtin'
09:06 'Li dijî îstismarê divê Pergala Parastina Zarokan bê avakirin'
09:05 68 salî ye 21 roj in li nobetê ye: Werin em li bêhna xwedî derkevin
09:04 Parêzer Epozdemîr: Divê prensîba wekehviyê ya Destûra Bingehîn li ber çav bê girtin
09:00 Wekîlê HDP’ê Çepnî: Mudaxaleya Rojava tê wateya rizgarkirina DAIŞ'ê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2019'AN
14/08/2019
20:26 Mazlûm Ebdî: Divê 'Herêma Ewle' tevahiya sînor bigire nava xwe
17:41 Nobeta Av û Wîcdan di roja 20'an de ye
Li dijî talankirina şîrketê Alamosê tov reşandin
17:24 Maşîne bi ser karkeran de ket: Karkerek mir
15:02 Her ku Bendava Ilısu avê kom dike talûke mezin dibe
13:39 Îhale ji şaredariyê stend, xizmeta MÎT'ê kir
12:49 Li dijî santrala termikê serî li AYM'ê dan
11:20 Nameyên ji girtîgehan hatin wekî ‘endamtiya rêxistinê' hesibandin