'Em li Sûriyeyê ji mirinê û li Tirkiyeyê jî ji dervesînorkirinê direvin' 2019-08-16 09:10:13 DÎLOK - Penaberên Sûriyeyê ku li Dîlokê dimînin, piştî biryara Walîtiya Stenbolê ya derbarê penaberên Sûriyeyê ketine nav gumanan, dibêjin ku ew li Sûriyeyê ji mirinê û li Tirkiyeyê jî ji dervesînorkirinê direvin û li pişt bi hezaran xeyal, girtî û goristan hiştine. Diyar dikin ku dê teqez vegerin Sûriyeyê.    Walîtiya Stenbolê, piştî hilbijartinên 23'ê Hezîranê yên Stenbolê, di çarçoveya koçberiya bê rêk û pêk bigire biryar da ku penaberên ku qeyda wan li Stenbolê tuneye bişîne bajarên ku qeydê wan lê ne. Piştî vê biryarê gelek penaber hatin dersînorkirin û beşek jê jî bi darê zorê destê wan bi kelemçeyên plastîk hatin kelemçekirin û ji bajarên qeydên wan lê ne re hatin şandin. Vê biryara Walîtiya Stenbolê, li Dîlokê ku 445 hezar penaberên Sûriyeyê lê dimînin gumama dersînorkirinê çêkir. Penaberên ku wate nadin biryara Walîtiya Stenbolê diyar dikin ku ji bo betlaneyê nehatine Tirkiyeyê, ew ji şer, hilweşandin û mirinê reviyane û dema ku şer bi dawî bibe dê vegerin welatê xwe.    'ME ERZAN DIXEBITÎNIN'   Penaberê ji Helebê H.K. ku li Dîlokê dijî diyar kir ku vegerandina penaberên Sûriyeyê ya Dîlokê dê bandoreke neyînî li wan bike û wiha got: "Li fabrîqeyekî 12 saetan bi dîlokiyan re dibixitim. Bi salan e bêyî ku heqê xwe bigirim dixebitim. Karkerên dîlokî bi ser me de tên girtin. Ji ber ku em beyanî ne tên pelçiqandin. Me erzan dixebitînin. Em ji mafê mirovan bê par dijîn. Dibêjin ku sûriyeyî kêf dikin. Heft sal in li virim, rojek bi tenê jî bi kêf neşiyame. Bi zorê kirêya mala xwe didim. Heke sûriyeyiyên Stenbolê bişînin vir, tişta ku bibe dê dîsa bê serê me. Tiştek bi dîlokiyan nabe. Dê dîsa kirê biha bibin û bihayê kar erzan bibe. Li gel vê yekê dîsa jî em sûcdar tên dîtin."   LI SÛRIYEYÊ JI MIRINÊ, LI TIRKIYEYÊ JÎ...   Penaber Mûstafa El Hatîp jî ku li firinekî dixebite diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê li gorî salên destpêkê yên ku hatine Tirkiyeyê xerab e û ev tişt anî ziman: "Rewşa sûriyeyiyan jî her ku diçe xerab dibe. Li gel şerê heyî ji sedî 90'ê sûriyeyiyan dest bi vegerê kirine. Heke biryara li Stenbolê hatiye girtin dê gelek ciwan vegerin Sûriyeyê. Ne me li vir ne jî li Sûriyeyê rehet dihêlin. Bi me dilîzin. Em li Sûriyeyê ji mirinê, li vir jî ji dersînorkirinê direvin. Qe nebe bila demek bidin û destûr bidin ku em mal û malbata xwe bibin. Em sedema xerabûna aboriyê tên dîtin. Lê berovajiyê vê yekê me li vir cihên kar vekiriye û baca xwe jî didin. Piştgiriya aboriyê dikin. Esnafên sûriyeyî dikanin xwe digirin. Mal tên valakirin. Rastî ev e mixabin."   'HEKE REWŞ BAŞ BIBE DÊ VEGERIM'   Mûhammed Hamdo ku ava fîkiyan dihilberîne jî diyar kir ku piştî biryara Walîtiya Stenbolê çend malbatên ku ew nas dike bêyî ku tiştekî xwe bigirin vegeriyane Dîlokê û wiha got: "Em bi rêza xwe nehatin Tirkiyeyê. Em neçar man ku bên. Me li pey bi hezaran xeyal, girtî û goristan hişt û hatin. Ji ber ku em li vir loqek nan dixwin vir weke xaka xwe dibînin. Tu ferqeke min û esnafekî dîlokî ji hev tuneye. vergî û heqê av û ceyrana xwe ez jî didim. Em bêriya welatê xwe dikin lê em neçarin ku li vir bin. Li Sûriyeyê şerekî pir qirêj heye. Ji ber ku me nexwest em bibin aliyekî vî şerî qirêj em hatin Tirkiyeyê. Ez ê teqez vegerim welatê xwe. Her tiştê me li Sûriyeyê ye. Heke şer biqede û neqede jî dê hinek rewşa me baş bibe ez ê biçim welatê xwe."   'DI DERDÊ PETROLÊ DE NE'   Penaber Ahmed Necar jî destnîşan kir ku bi sed hezaran sûriyeyî li Dîlokê dijîn û heke biryara dersînorkirinê wan bê dayîn dê nizanibin ku bi ke ve biçin û wiha got: "Hêvî dikim ku biryareke bi vî rengî neyê girtin. Dema ku rewş baş bibe em ê biçin Sûriyeyê. Dê piraniya sûriyeyiyan jî vegerin. Em ji şer reviyan û me xwest cihekî bi ewle ji bo xwe bibînin. Ji bo vegera me tu çareseriyeke nehiştin. Amerîka, Rûsya, Îran dibêjin ku ew ji bo aştiyê li Sûriyeyê ne lê derewan dikin ew ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyeyê ne. Ne di derdê aştiyê di derdê petrolê de ne."