Parêzer Epozdemîr: Divê prensîba wekehviyê ya Destûra Bingehîn li ber çav bê girtin

  • rojane
  • 09:04 15 Tebax 2019
  • |
img

STENBOL - Parêzer Firat Epozdemîr diyar kir ku di pêkanîna biryara "Jinûve darziandinê" ya Dadgeha Destûra Bingehîn a têkildarî DGM'yan de prensîba wekheviyê ya xala 10'emîn a Destûra Bingehîn li ber çavan nayê girtin û wiha got: "Divê li dijî vê bêhiqûqiyê hemû hiqûqnas deng derxin."

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) diyar kir ku di darizandinên Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) de "Di nav heyeta dadgehê de dadgerên leşker hene" û biryara "Darizandina adîl pêk nehatiye û jinûve darizandinê" da. Piştî vê biryarê Dadgeha Destûra Bingehîn jî biryareke nêzî vê biryarê da û rê li ber berdana bi hezaran girtiyan vebû. Parêzer Firat Epozdemîr têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku di dozên Hîzbullahê de bi awayekî hêsan biryara berdanê tê dayîn, lê di dozên PKK'ê û dozên din de bi zorê biryara berdanê tê dayîn û ev yek nayê qebûlkirin. Epozdemîr bertek nîşanî pêknehatina prensîba wekheviyê ya xala 10'emîn a Destûra Bingehîn da û got ku divê hiqûqnas deng derxin.
 
'DMME'YÊ BERÊ JÎ BIRYAR DABÛ'
 
Epozdemîr bi bîr xist ku DMME'yê beriya 2006'an jî biryar dabû ku DGM ne bêalî û serbixwe ne û wiha got: "Ji ber vê yekê biryara sala 2006'an a Abdullah Altûn ne yekemîn e. Lê mijara ku vê biryarê girîng dike wiha ye; Ji ber ku nedarizandina Abdullah Altûn a ji aliyê dadgeheke bêalî û serxbixwe ve bi biryara DMME'yê jî li holê ye, piştî girtina DGM'an dosya Altûn ji 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê re tê şandin û jê tê daxwazkirin ku Altûn ji nû ve bê darizandin. Lê ev daxwaz ji aliyê dadgehê ve tê redkirin. Ji ber ku îtîraza vê biryarê jî ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve tê redkirin, Altûn serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dide. Dadgeha Destûra Bingehîn jî di 17'ê Tîrmeha 2018'an de biryar dide ku mafê darizandina li dadgeheke bêalî û serbixwe ya Altûn hatiye binpêkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo ku encamên binpêkirinê ji holê bên rakirin û ji nû ve bê darizandin, di heman demê de biryar dide ku biryar ji 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê re bê şandin."
 
'BIRYARA MÎNAK E'
 
Di berdewamê de Epozdemîr destnîşan kir ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li DGM'an "Darizandineke bêalî û serbixwe nehatiye kirin" biryareke mînak û erênî ye û wiha pê de çû: "Sûc çi dibe bila bibe, divê ev biryar li hemû dosyayên DGM'ê de li ber çavan bê girtin. Di heman demê de kesên ku ji ber van dosyayan girtî hebin divê bên berdan. Tişta ku biryarê girîng dike jî ev e. Hem di DMME û hem jî Dadgeha Destûra Bingehîn de bi awayekî zelal hatiye destnîşankirin ku li DGM'an darizandineke adil pêk nehatiye. Ji ber vê yekê ev bêhiqûqî hem ji bo kesên girtî û hem jî ji bo kesên ne girtî; cezayê wan bi temamî bê înfazkirin neyê înfazkirin divê ji bo hemû kesan ji holê bê rakirin. Ev yek pêwîstiyeke prensiba dewleta hiqûqê ya li gorî xala 2'yemîn a Destûra Bingehîn e."
 
'LI DIJÎ PRENSÎBA WEKHEVIYA DESTÛRA BINGEHÎN E'
 
Epozdemîr da zanîn ku divê prensîba wekheviyê li ber çav bê girtin û biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo herkesî pêk bên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di encamê de biryarên ku DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn dane, doza Hîzbullaha be jî ji bo kesên ku li DGM'an hatine darizandin binpêkirineke. Ji ber vê yekê ji bo hemû kesên ku li DGM'an hatine darizandin mînak e. Lê li dadgehan di dozên Hîzbullahê de bi awayekî hêsan biryara berdanê tê dayîn, lê di dozên PKK'ê û dozên din de bi zorê biryara berdanê tê dayîn û ev yek nayê qebûlkirin. Ev yek bi awayekî vekirî li dijî prensîba wekheviyê ya xala 10'emîn a Destûra Bingehîn e. Ne tenê ji bo vê mijara ku tê nîqaşkirin, ji bo hemû bêhiqûqiyên ku hatine kirin û dê bên kirin, divê hiqûqnas dengê xwe bilind bikin û têkoşîn bidin."
 
MA / Nacî Kaya 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/08/2019
12:35 Li Qamişloyê teqîn rûda
12:15 Di êrîşa li Kabîlê de 63 kes hatin kuştin, 182 birîndar bûn
12:03 Polîsan li Şirnexê 10 kes binçav kirin
11:26 Nobeta Çiyayê Kazê didome: Gelê herêmê çi dixwaze?
10:17 Cîgira Hevserokên ESP’ê Taşkiran: Vîna Ocalan a çareseriyê heye
09:51 Xizmên girtiyan: Kurd bi yekîtiyê dikarin aştiya bi rûmet ava bikin
09:15 Du sal in li cenazeyê kurê xwe digere
09:14 Mizrakli: Îdiayên der barê 'komkujiya heywanan' de ne rast in
09:14 Mişmişvan: Tekane rê kooperatîfbûyîn e
09:13 Girtiyê ji ber îşkenceyê lal bû, serpêhatiyên xwe bi nivîskî gotin
09:12 398 roj in aqûbeta kurê xwe dipirse
09:05 'Guh bidin bangawaziyên Ocalan ên ji bo aştiyê'
09:03 'Dev ji projeya nexweşxaneyên bajêr berdin'
09:01 'Îktîdarê dît nikare enstîtuyê kontrol bike dest bi mudaxaleyê kir'
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2019'AN
17/08/2019
21:37 Dengbêjên Ciwan şev geş kirin
16:51 Gelek baroyan dawetiya dadgeha bilind red kirin
16:44 Başak Demîrtaş, Selvî Kiliçdaroglû û Dîlek Îmamoglû hatin gelhev
16:21 Dozger binçavkirina Nûçegîhanê me Ergîn Çaglar 2 rojan dirêj kir
16:10 Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya Kurdan hat kirin
15:41 Di nava 2 sal û nîvê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
15:35 Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna Mehmet Ertak bernadin
15:20 'Rûniştina F' vê carê ji bo Rojnameger Ziya Ataman li dar xistin
15:10 'Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan berdin'
15:04 Guven: Bi polîtîkayên şer pirsgirêk çareser nabin
14:56 Xizmên windayan: Em guh bidin dengê dayikan ên aştiyê
14:48 Li Lîcê qezaya trafîkê : 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn
14:41 Şewata li Lîcê rû dabû hat vemirandin
14:27 NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in
14:05 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edenê: Emê bi hevre têbikoşin
14:01 Turgut ji ber cezayê wî qediya ye û nayê berdan ketiye rojiya mirinê
13:07 Dadgeha Bilind mafê karkera jina ducanî parast
12:52 Adsiz ê li Girtigeha Xarpêtê di rojiya mirinê de bû dawî li çalakiya xwe anî
12:18 Baroya Enqerê jî wê beşdarî vekirina sala edlî nebe
11:59 Der barê îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyê de serlêdana sûc
11:40 Dozger di destûrê de ye cenaze 28 rojin li morgê ye
11:12 Rojnameya Newjîn a jinên ciwan çap dike dibe hêvî
10:49 Aîr Hava ya Kaliforniyayî: Bila talankirina xwezayê bi dawî bibe
10:33 Hinceta qedexeyên walîtiyê : Sersala damezrandina TKEP/L, MLKP û MKP'ê ne
10:18 Polîsan li Rihayê 25 kes binçav kirin
10:15 'Divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin’
10:02 1000 rojin Wan di bin pergala OHAL'ê de dijî
09:35 Hunermendên li Çiyayên Kazê: Zimanê hemû berxwedanan hevpare
09:20 Girtiyê nexweş ê 75 salî êdî malbata xwe nas nake
09:19 Akademîsyenên Zanîngeha Artûklûyê: Enstîtu tê tasfiyekirin
09:19 Girtiyên hatin derbkirin: Em ê dest bi rojiya mirinê bikin
09:18 DÎSK û KESK: Turk-Îş îmze danî bin belengaziyê
09:14 Marmara ji bo erdhejê ne amade ye
09:14 'Ocalan, li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve'
09:13 Li Colemêrgê derxistina hingiv dest pê kir
09:12 Dozger derbarê gardiyanên îşkencekar û bijîşkan de lêpirsînê venake!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2019'AN
16/08/2019
21:26 Li Licê agir bi daristanekê ket
18:21 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
16:48 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyên rastî îşkenceyê hatin rastî lêpirsînê hatin
15:37 Girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn birin Meclîsê
15:23 Li Navenda Ambulansê xistin: 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin
13:42 Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Ergin Çaglar li Edliyê binçav kirin
12:57 ÎHD: Pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li Girtîgeha Osmaniyeyê lêkolîn bikin
12:51 Pêkanînên Girtîgeha Xarpêtê careke din ketin rojeva Meclisê
12:01 Çerxa di pîşesaziyê de giran bûye
10:54 Wezîrê Parastinê Akar çû Rihayê
10:21 Ocalan: Em her dem ji aştiyê re amade ne
09:11 Gumuştaş: Rêya bingehîn ewe ku em rêya Tirkiye û têkoşîna azadiya kurd bikin yek
09:10 'Em li Sûriyeyê ji mirinê û li Tirkiyeyê jî ji dervesînorkirinê direvin'
09:09 Wezareta Karên Hundir ji ber mirina Muslumê 8 salî hat mehkûmkirin
09:09 Gardiyanên ku tê angaştkirin êrîşî girtiyan kirine: Em ê sibê dîsa bên
09:09 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin dest pê bikin da ku ev şer bi dawî bibe
09:08 Koramaz: 'Aştiya Îmarê' mînaka dersnegirtina ji erdhejê ye
09:07 Gelê Çiyayê Kazê: Em naxwazin jahrînî bibin
09:07 Xwendekarên YTU li dijî 'Baxçeyê Mîllet' in
09:07 Li Girtîgeha Denîzlî axaftina Kurdî qedexe kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2019'AN
15/08/2019
16:51 Rektoriyê derbarê biryara girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn de daxuyanî da
15:47 Cenazeyê Mucahit Yilmaz ê nadin malbatê birin rojeva meclîsê
15:24 Ji bo Enstîtuya Zimanên Dijîn biryara girtinê dan
15:14 Li ser rêya Amed-Çewlîg qeza rû da: 3 kes mirin, 9 kes birîndar bûn
14:44 Rewşenbiran li dijî veguhestina GSF'ê îmze kom kirin
13:02 Li Rihayê karkerekê jiyana xwe ji dest da
12:41 Baroya Îzmîrê ji bo Çiyayaên Kaz ji Kanadayê re name şand
12:33 Polîsan li Mêrdîn, Şirnex û Îzmirê 27 HDP’î binçav kirin
12:14 Milyonek betal li betalan zêde bûn
11:29 Li Girtîgeha Xerpetê li dijî îşkenceyê çalakiya rojiya mirinê
09:36 Pentagon: Herêma ewle wê gav bi gav pêk bê
09:09 Bersîva wezaretê ya îstîsmara zayendî: Dibistan ne girêdayî MEB'ê ne
09:08 ‘Nobeta Av û Wîjdan, rexnedayîna li dijî xwezayê ye'
09:07 Pirtûkgehên ku li otogarê hatine danîn dê qet neyên valakirin!
09:07 'Divê ji bo Peymana Stenbolê gav bê avêtin'
09:06 'Li dijî îstismarê divê Pergala Parastina Zarokan bê avakirin'
09:05 68 salî ye 21 roj in li nobetê ye: Werin em li bêhna xwedî derkevin
09:04 Parêzer Epozdemîr: Divê prensîba wekehviyê ya Destûra Bingehîn li ber çav bê girtin
09:00 Wekîlê HDP’ê Çepnî: Mudaxaleya Rojava tê wateya rizgarkirina DAIŞ'ê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2019'AN
14/08/2019
20:26 Mazlûm Ebdî: Divê 'Herêma Ewle' tevahiya sînor bigire nava xwe
17:41 Nobeta Av û Wîcdan di roja 20'an de ye
Li dijî talankirina şîrketê Alamosê tov reşandin
17:24 Maşîne bi ser karkeran de ket: Karkerek mir
15:02 Her ku Bendava Ilısu avê kom dike talûke mezin dibe
13:39 Îhale ji şaredariyê stend, xizmeta MÎT'ê kir
12:49 Li dijî santrala termikê serî li AYM'ê dan
11:20 Nameyên ji girtîgehan hatin wekî ‘endamtiya rêxistinê' hesibandin