Parêzer Epozdemîr: Divê prensîba wekehviyê ya Destûra Bingehîn li ber çav bê girtin 2019-08-15 09:04:59 STENBOL - Parêzer Firat Epozdemîr diyar kir ku di pêkanîna biryara "Jinûve darziandinê" ya Dadgeha Destûra Bingehîn a têkildarî DGM'yan de prensîba wekheviyê ya xala 10'emîn a Destûra Bingehîn li ber çavan nayê girtin û wiha got: "Divê li dijî vê bêhiqûqiyê hemû hiqûqnas deng derxin." Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) diyar kir ku di darizandinên Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) de "Di nav heyeta dadgehê de dadgerên leşker hene" û biryara "Darizandina adîl pêk nehatiye û jinûve darizandinê" da. Piştî vê biryarê Dadgeha Destûra Bingehîn jî biryareke nêzî vê biryarê da û rê li ber berdana bi hezaran girtiyan vebû. Parêzer Firat Epozdemîr têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku di dozên Hîzbullahê de bi awayekî hêsan biryara berdanê tê dayîn, lê di dozên PKK'ê û dozên din de bi zorê biryara berdanê tê dayîn û ev yek nayê qebûlkirin. Epozdemîr bertek nîşanî pêknehatina prensîba wekheviyê ya xala 10'emîn a Destûra Bingehîn da û got ku divê hiqûqnas deng derxin.   'DMME'YÊ BERÊ JÎ BIRYAR DABÛ'   Epozdemîr bi bîr xist ku DMME'yê beriya 2006'an jî biryar dabû ku DGM ne bêalî û serbixwe ne û wiha got: "Ji ber vê yekê biryara sala 2006'an a Abdullah Altûn ne yekemîn e. Lê mijara ku vê biryarê girîng dike wiha ye; Ji ber ku nedarizandina Abdullah Altûn a ji aliyê dadgeheke bêalî û serxbixwe ve bi biryara DMME'yê jî li holê ye, piştî girtina DGM'an dosya Altûn ji 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê re tê şandin û jê tê daxwazkirin ku Altûn ji nû ve bê darizandin. Lê ev daxwaz ji aliyê dadgehê ve tê redkirin. Ji ber ku îtîraza vê biryarê jî ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve tê redkirin, Altûn serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dide. Dadgeha Destûra Bingehîn jî di 17'ê Tîrmeha 2018'an de biryar dide ku mafê darizandina li dadgeheke bêalî û serbixwe ya Altûn hatiye binpêkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo ku encamên binpêkirinê ji holê bên rakirin û ji nû ve bê darizandin, di heman demê de biryar dide ku biryar ji 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê re bê şandin."   'BIRYARA MÎNAK E'   Di berdewamê de Epozdemîr destnîşan kir ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li DGM'an "Darizandineke bêalî û serbixwe nehatiye kirin" biryareke mînak û erênî ye û wiha pê de çû: "Sûc çi dibe bila bibe, divê ev biryar li hemû dosyayên DGM'ê de li ber çavan bê girtin. Di heman demê de kesên ku ji ber van dosyayan girtî hebin divê bên berdan. Tişta ku biryarê girîng dike jî ev e. Hem di DMME û hem jî Dadgeha Destûra Bingehîn de bi awayekî zelal hatiye destnîşankirin ku li DGM'an darizandineke adil pêk nehatiye. Ji ber vê yekê ev bêhiqûqî hem ji bo kesên girtî û hem jî ji bo kesên ne girtî; cezayê wan bi temamî bê înfazkirin neyê înfazkirin divê ji bo hemû kesan ji holê bê rakirin. Ev yek pêwîstiyeke prensiba dewleta hiqûqê ya li gorî xala 2'yemîn a Destûra Bingehîn e."   'LI DIJÎ PRENSÎBA WEKHEVIYA DESTÛRA BINGEHÎN E'   Epozdemîr da zanîn ku divê prensîba wekheviyê li ber çav bê girtin û biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo herkesî pêk bên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di encamê de biryarên ku DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn dane, doza Hîzbullaha be jî ji bo kesên ku li DGM'an hatine darizandin binpêkirineke. Ji ber vê yekê ji bo hemû kesên ku li DGM'an hatine darizandin mînak e. Lê li dadgehan di dozên Hîzbullahê de bi awayekî hêsan biryara berdanê tê dayîn, lê di dozên PKK'ê û dozên din de bi zorê biryara berdanê tê dayîn û ev yek nayê qebûlkirin. Ev yek bi awayekî vekirî li dijî prensîba wekheviyê ya xala 10'emîn a Destûra Bingehîn e. Ne tenê ji bo vê mijara ku tê nîqaşkirin, ji bo hemû bêhiqûqiyên ku hatine kirin û dê bên kirin, divê hiqûqnas dengê xwe bilind bikin û têkoşîn bidin."   MA / Nacî Kaya