N.Y., a rastî tundiya hevjînê xwe tê, ji saziyên jinan parastinê dixwaze

  • rojane
  • 09:18 10 Tebax 2019
  • |
img
WAN - N.Y., ji roja zewicî heta niha rastî tundiya hevjînê xwe V.Y., hat. N.Y., li gel ku gelek caran serî li rayedaran da û daxwaza parastinê kir jî daxwaza wê ya parastinê bê bersîv ma. N.Y., niha ji bo hevjînê xwe berde ji rayedaran û nûnerên rêxistinên demokratîk û saziyên jinan alîkariyê dixwaze. 
 
Li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, N.Y., di sala 2000'an de bi V.Y. zewicî. N.Y., ji wê demê heta niha rastî tundiya derûnî û fîzîkî ya V.Y., tê. N.Y., di 3 salên dawî de 3 caran ji bo dest ji hevjînê xwe berde doz vekir. Lê li ser israra xizmên xwe dest ji berdanê berda. N.Y., ji ber rastî tundiya hevjînê xwe het 10 caran serî li qereqolê da û alîkariya parastinê xwest. Lê di serlêdanê de qereqolê tenê cezayê dûrxistinê da. N.Y., diyar kir ku her cara cezayê dûrxistinê da hevjînê wê, hevjînê wê ev biryar îhlal kir û wiha got: "Hevteya borî V.Y. hat mala min û li min û zarokên min da. Ez ji hemû rêxistinên jinan û saziyên demokratîk alîkariyê dixwazim ku ez hevjînê xwe berdim. Ji roja ez zewicîm heta niha li min dide. Tundiya fîzîkî û derûnî dike. Bi dehan caran ez xapandim. Her dem got ezê xwe rast bikim û lê pişti demekê dîsa dest bi tundiyê kir. Di 2014'an de ji ber ku ez xapandim min doza berdanê vekir. Lê malbat keti navberê û destûr nedan ku em hev berdin. " 
 
N.Y., anî ziman ku hin caran hevjînê wê 3 - 2 mehan nedihat malê û wiha got: "Ji bo ez zikê zarokên xwe têr bikim, hin caran min alîkarî ji cîranan dixwest. Dema dihat malê jî li min dida û xwe bi min re aciz dikir. Ji ber li min dida ez diketim nava nivînan. Dema ku min got emê hev berdin got ezê te bikujim. Min jî dest jê berda. Êdî şêniyên taxê jî ji me bêzar bûn. Carekê îmze kom kirin û gotin 'Em ê wan ji taxê derxin' Ne ji zarokên me bûna wê em ji taxê derxistibûna" 
 
'MIN SERÎ LI POLÎSAN DA, LÊ NEBÛN ÇARESERÎ'
 
N.Y., da zanîn ku ji ber rastî tundiya hevjînê xwe hat di nava 3 salan de 10 caran alîkarî ji polîsan xwest û parastin xwest, lê tu encam bi dest nexist û wiha axivî: "Polîsan cezayê dûrxistinê dida hevjînê min. lê disa îhlal dikir û dhat malê. Min 3- 4 caran parastin xwest lê bê bersîv ma. Min doz vekir. Beriya danişînê mehekê êdî li min nedida. Piştî danişîn bi dawî dibû dîsa li min dida. Carekê dadgehê cezayê pereyan lê birî. Lê ji ber ku cezayê pereyan neda hat girtin. Vê carê gefa 'Ku tu vî pereyî nede ezê te perîşan bikim' li min dixwar. Sibe êvar her roj li min dida. Li cem zarokên min çêr ji min re dikirin. Keça min a biçûk ji ber tundiya wî di temenê biçûk de zewicî. Kurê min ê biçûk 7 salî ye, lê li kolanan avê difiroşe. Ji ber ku li min da perda guhê min qetandiye û niha guhekî min nabihîze."  
 
 
N.Y.  herî dawî 2  roj berê dîsa rastî lêdana hevjînê xwe hat û wiha got: "Ji ber ku me heqê ceyranê yê salekê nedaye 30 hezar TL cezayê pereyan hat. Ez çûm TEDAŞ'ê û min got rewşa me ya aborî nebaş e. Deynê me kêm kirin. Min ji V.Y. re got 'min ceza kêm kir u kir taksît. Wekî her car serxoş hat malê. Ji min re got here tu ji ku tine bîne. Bi ser min de hat. Min xwest wî derxim derve. Lê li min da. Ez birim mutbexê û kêr li min kijand. Got 'Ezê vê carê te bikujim' Lê min bi destê wî girt û ew avêt derve. Dema me kêr di destê hev de bada kêr li wî ket û birîndar bû. Ambulansê ew rakir nexweşxaneyê. Polîs hatin ez û 4 zarokên min binçav kirin. Ger ku min ew ji malê neavêtibûya wê niha ez kuştibûma." 
 
ALÎKARÎ JI SAZIYÊN DEMOKRATÎK Û JINAN XWEST
 
N.Y., anî ziman ku naxwaze biçe stragehan lê parastinê dixwaze û wiha got: "Ez dixwazim li cem zarokên xwe bijîm. Ez naxwazim zarokên min li saziyên dewletê mezin bibin. Ez dixwazim wan mezin bikim. Ez dixwazim hevjînê xwe berdim. Ji bo vê yekê ez ji rayedar, saziyên demokratîk û rêxistinên jinan alîkariyê dixwazim. Bila cînayetek din ya jinan çênebe." 
 
MA / Ayşe Surme
 
 
 
 

Sernavên din

14/08/2019
17:24 Maşîne bi ser karkeran de ket: Karkerek mir
15:02 Her ku Bendava Ilısu avê kom dike talûke mezin dibe
13:39 Îhale ji şaredariyê stend, xizmeta MÎT'ê kir
12:49 Li dijî santrala termikê serî li AYM'ê dan
11:20 Nameyên ji girtîgehan hatin wekî ‘endamtiya rêxistinê' hesibandin
10:59 Polîsan bi ser mala nûçegihanê me de girt
10:13 Lîstîka ‘Xwazgînî’ bi Cizîriyan kêliyên bikêf da jiyîn
09:56 Sancar: Ji bo Komara Demokratîk pêdivî bi qanûna bingehîn a aştiyê heye
09:04 Aydenîz: Peyama Ocalan ji bo Tirkiyeyê nîmeteke nayê dîtin e
09:04 'Divê dewlet bi micidiya ser muzekerevan nêzî Ocalan bibe'
09:02 'Bila mexdûrên BHQ'an vegerin karê xwe'
09:00 Pîra girtiyê nexweş Aktaş: Êdî dilê min ranake
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2019'AN
13/08/2019
20:15 Balafiren şer en rûs pêşiya jeteke NATO'yê birîn
18:24 Jina ducanî ya di bin çavan de hat girtin
17:27 MSB: Xebatên Navenda Tevgera Hevpar dest pê kirine
17:24 Nehiştin li malê jî şîn bê danîn
13:49 Koma Dansê ya Mezopotamya li Mîhrîcana Battery Dance ye
12:02 Berfirehiya ‘herêma ewlekariyê’ bi vî awayî ye
09:59 Li Çiyayên Kazê 8 gund: Heskîf, Mûnzûr, Fatsa, Salda…
09:12 Li Girtîgeha Sîncanê îdîaya ‘qepaxa Qûrana Kerim biqetîne’
09:11 Ew cejnên berê yên li Colemêrgê kanê!
09:10 ‘Ger tenduristî bê pere be wê hemû pirsgirêk çareser bibin’
09:09 Girtiyê rastî lêdanê hat nikare biaxive
09:08 Minareya mizgeftê veguherandin stasyona bazê
09:08 Dikandarên Antalya: Hatina tûrîstan ma çi ji me re ye!
09:07 ‘Ji Çiyayê Kazê heta Heskifê divê em têkoşînê mezin bikin'
09:06 Guleryuz ê HDP'î: Ewlehiya welat bi aştiyek bi rûmet pêş dikeve
09:05 Girtiyê ku ji ber tansiyona bilind çavên wî kor bûne nayê berdan
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2019'AN
12/08/2019
19:39 Malbat ji Îmraliyê vegeriyan
18:56 Kampanyeya ‘Nebe muptela, azad bibe’ didome
18:36 Li Amedê erd hejiya
16:46 Cejna malbatên girtî pîroz kirin
16:15 Leşkerên Amerîkayê hatin Rihayê
15:22 Roboskî daxwaza "edaletê" kir
14:05 Mizrakli: Ev ne niyetpakî bedniyazî ye
13:53 Partiyên siyasî cejna HDP’ê pîroz kirin: Pêdiviya me aştiya herêmê ye
12:27 ‘Çiyayê Kaz, Heskîf û Mûnzûr yên gelan in em lê xwedî derkevin'
12:18 Akar: Di rojên pêş de dê Navenda Tevgera Hevpar bê avakirin
11:37 Welatiyê ku wesayîta parlamenter lê qelibî jiyana xwe ji dest da
10:31 Di 6 mehan de 300 hezar penaber derbasî Ewropa bûn
10:05 Malbat ber bi Îmraliyê ve ketin rê
09:22 Ergîn Aktaş ji bo rapora 5’emîn li Metrîsê ye
09:20 Wekîlê HDP’î binpêkirinên mafan rêz kir: Ne girtîgehe, laboratuvar e
09:18 Hatîp Dîcle: Ocalan destê rizgarkirinê dirêjî Tirkiyeyê kir
09:16 Li Akkuyu kontrol tune ye derz heye: Bi mejiyê mitahît tê kirin
09:12 Kampanyeya TJA’yê: Armanc birêxistinkirina hemû jinan e
09:10 Li Kumluca cotkar di nava zoriyê de ne
09:08 Dengbêj û stranbêja siberojê: Sarya Ertaş
09:05 ANYAKAY-DER: Bila goristaneke wan a zêmar li ser bên gotin hebe
09:01 ROJEVA 12'YÊ TEBAXA 2019'AN
11/08/2019
16:49 Midurê Bajar destûr neda Şaredar Mizrakli zarokan ziyaret bike
15:03 Bêyî ÇED'ê wê li Çiyayê Sofê yê Dîlokê 4 kanên keviran vekin
14:45 Dayikan bang li dayikên eskeran kirin: Em dayik nebin yek ev şer nasekine
14:14 Li Çînê bager rabû: Herî kêm 28 kes mirin
13:57 Di nobeta Av û Wîcdan de mudaxaleyî agirê daristanê kirin
13:00 Malbatan li Wan û Colemêrgê li goristanan cejn pîroz kirin
11:06 Goristan ziyaret kirin: Dewlet gavan bavêje wê pirsgirêk çareser bibe
10:46 Li Rûsyayê bi deh hezaran mûxalîf daketin kolanan
10:22 Li ser gora Vedat Aydin bang kirin: Li hemberî banga Ocalan bêdeng nemînin
09:37 Buhabûna çigarê kêrî tûtinfiroşan hat
09:12 Divê kontrolên venêrîn û periyodîk di otobusên rêwiyan de bên zêdekirin
09:11 Akademîsyen Yilmaz: Hesabên Tirkiyeyê li hev derneket
09:08 Li Duzce, muayeneya bi kelepçe ferzî girtiyên nexweş kirin
09:05 Kurdên li Alanya nikarin travmaya 2015’an derbas bikin
09:03 Ji ku heya ku derê: Hêlîna pişavtinê tune dibe!
09:01 Komkirina wê jî û firotina wê jî pir zehmet e
08:59 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2019'AN
10/08/2019
21:35 Di qezayên trafîkê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:27 Li Hezoyê bi sedan dar şewitîn
17:28 Îşkenceya li girtiyan hatin kirin şermezar kirin
17:00 Hevserokên HDP'ê yên Mûşê girtin
16:50 Li ser goran bang li hikumetê kirin: Ji bo aştiyê gavan bavêjin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş serbest berdin
15:37 Di arîfeya cejnê de aqûbeta windayan pirsîn
15:01 ‘Di 8 mehên ewil de 24 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
14:50 Huseyîn Aykol name ji Dayikê Şemiyê re şand: Me Ferhat Tepe ji bîr nekiriye
14:13 Agirê li Nisêbîn û Mahsertê bi dar û ber ket zerarek mezin da welatiyan
13:51 Waliyê Êlihê 18 roj şûnde hişyar kir
13:41 Xwezaparêz meşiyan qada madenê: Bila Çiyayê Kazê nebin çiyayê rantê
13:17 Global Witness: Her hefte 3 xwezaparêz tên kuştin
13:15 Sadak: Ocalan wê pirsgirêkan di hefteyekê de çareser bike
12:18 Salîh Muslim ji Enqereyê xwest diyalogê esas bigirin
11:54 'Berxwedana li Çiyayê Kazê dê pêşeroja Heskif û Mûnzûrê jî diyar bike'
11:25 Her mehê 2 ziman winda dibin
11:06 Dozger lêpirsina ziyareta goristanê betal kir
10:55 Kolana Merg Ahmet 16 meh in teslîm nakin
10:20 Jinên TJA’yî bi voleybolê lîstin
09:18 N.Y., a rastî tundiya hevjînê xwe tê, ji saziyên jinan parastinê dixwaze
09:16 Gardiyenan bi cop, şeqam û penînan li girtiyan xistin
09:14 ‘Bertekên me yên li dijî komkujiyên xwezayê divê li gorî erdnîgariyan neyê guhertin’
09:11 Biheşta li Gabarê veşartî: Geliyê Bertûl
09:10 Guneş: Ocalan ji bo çareseriyê rola serekeye
09:07 Mûçeyê alîkarê şaredarê AKP'ê diyar bû: Rojê çayek û simîtek!
09:05 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Divê daxwaza aştiyê ya Ocalan bê mezinkirin
09:03 Karkerên paşve vegeriyan ser karê xwe ji bo mafê xwe dê serî li Şûrayê Dewletê bidin
09:01 ‘Heskîf û Çiyayê Kazê nefesa mirovan e'
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2019'AN
09/08/2019
21:39 Aram Tîgran bi stranên wî bibîr anîn