N.Y., a rastî tundiya hevjînê xwe tê, ji saziyên jinan parastinê dixwaze 2019-08-10 09:18:11   WAN - N.Y., ji roja zewicî heta niha rastî tundiya hevjînê xwe V.Y., hat. N.Y., li gel ku gelek caran serî li rayedaran da û daxwaza parastinê kir jî daxwaza wê ya parastinê bê bersîv ma. N.Y., niha ji bo hevjînê xwe berde ji rayedaran û nûnerên rêxistinên demokratîk û saziyên jinan alîkariyê dixwaze.    Li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, N.Y., di sala 2000'an de bi V.Y. zewicî. N.Y., ji wê demê heta niha rastî tundiya derûnî û fîzîkî ya V.Y., tê. N.Y., di 3 salên dawî de 3 caran ji bo dest ji hevjînê xwe berde doz vekir. Lê li ser israra xizmên xwe dest ji berdanê berda. N.Y., ji ber rastî tundiya hevjînê xwe het 10 caran serî li qereqolê da û alîkariya parastinê xwest. Lê di serlêdanê de qereqolê tenê cezayê dûrxistinê da. N.Y., diyar kir ku her cara cezayê dûrxistinê da hevjînê wê, hevjînê wê ev biryar îhlal kir û wiha got: "Hevteya borî V.Y. hat mala min û li min û zarokên min da. Ez ji hemû rêxistinên jinan û saziyên demokratîk alîkariyê dixwazim ku ez hevjînê xwe berdim. Ji roja ez zewicîm heta niha li min dide. Tundiya fîzîkî û derûnî dike. Bi dehan caran ez xapandim. Her dem got ezê xwe rast bikim û lê pişti demekê dîsa dest bi tundiyê kir. Di 2014'an de ji ber ku ez xapandim min doza berdanê vekir. Lê malbat keti navberê û destûr nedan ku em hev berdin. "    N.Y., anî ziman ku hin caran hevjînê wê 3 - 2 mehan nedihat malê û wiha got: "Ji bo ez zikê zarokên xwe têr bikim, hin caran min alîkarî ji cîranan dixwest. Dema dihat malê jî li min dida û xwe bi min re aciz dikir. Ji ber li min dida ez diketim nava nivînan. Dema ku min got emê hev berdin got ezê te bikujim. Min jî dest jê berda. Êdî şêniyên taxê jî ji me bêzar bûn. Carekê îmze kom kirin û gotin 'Em ê wan ji taxê derxin' Ne ji zarokên me bûna wê em ji taxê derxistibûna"    'MIN SERÎ LI POLÎSAN DA, LÊ NEBÛN ÇARESERÎ'   N.Y., da zanîn ku ji ber rastî tundiya hevjînê xwe hat di nava 3 salan de 10 caran alîkarî ji polîsan xwest û parastin xwest, lê tu encam bi dest nexist û wiha axivî: "Polîsan cezayê dûrxistinê dida hevjînê min. lê disa îhlal dikir û dhat malê. Min 3- 4 caran parastin xwest lê bê bersîv ma. Min doz vekir. Beriya danişînê mehekê êdî li min nedida. Piştî danişîn bi dawî dibû dîsa li min dida. Carekê dadgehê cezayê pereyan lê birî. Lê ji ber ku cezayê pereyan neda hat girtin. Vê carê gefa 'Ku tu vî pereyî nede ezê te perîşan bikim' li min dixwar. Sibe êvar her roj li min dida. Li cem zarokên min çêr ji min re dikirin. Keça min a biçûk ji ber tundiya wî di temenê biçûk de zewicî. Kurê min ê biçûk 7 salî ye, lê li kolanan avê difiroşe. Ji ber ku li min da perda guhê min qetandiye û niha guhekî min nabihîze."       N.Y.  herî dawî 2  roj berê dîsa rastî lêdana hevjînê xwe hat û wiha got: "Ji ber ku me heqê ceyranê yê salekê nedaye 30 hezar TL cezayê pereyan hat. Ez çûm TEDAŞ'ê û min got rewşa me ya aborî nebaş e. Deynê me kêm kirin. Min ji V.Y. re got 'min ceza kêm kir u kir taksît. Wekî her car serxoş hat malê. Ji min re got here tu ji ku tine bîne. Bi ser min de hat. Min xwest wî derxim derve. Lê li min da. Ez birim mutbexê û kêr li min kijand. Got 'Ezê vê carê te bikujim' Lê min bi destê wî girt û ew avêt derve. Dema me kêr di destê hev de bada kêr li wî ket û birîndar bû. Ambulansê ew rakir nexweşxaneyê. Polîs hatin ez û 4 zarokên min binçav kirin. Ger ku min ew ji malê neavêtibûya wê niha ez kuştibûma."    ALÎKARÎ JI SAZIYÊN DEMOKRATÎK Û JINAN XWEST   N.Y., anî ziman ku naxwaze biçe stragehan lê parastinê dixwaze û wiha got: "Ez dixwazim li cem zarokên xwe bijîm. Ez naxwazim zarokên min li saziyên dewletê mezin bibin. Ez dixwazim wan mezin bikim. Ez dixwazim hevjînê xwe berdim. Ji bo vê yekê ez ji rayedar, saziyên demokratîk û rêxistinên jinan alîkariyê dixwazim. Bila cînayetek din ya jinan çênebe."    MA / Ayşe Surme