ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2019'AN

* Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît diyar kir ku ew ê di nava partiya xwe de bêtir girîngiyê bidin feraseta baviksalar û got: “Ji bo hin bêtir jin bên rêxistinkirin û beşdarî siyasetê bibin em ê pêngavan bidin destpêkirin.” 
 
* Derket holê ku bi pêşengiya rayedarên dewleta Tirkiyeyê di nava wan de ENKS jî ku heye civîn bi muxalifên Sûrî yên girêdayên dewleta Tirkiyeyê re bi navê “Koalisyona Netewa Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê” pêk aniye. Di civînê de li ser navê ENKS’ê Abdulhekîm Beşar û Abdulbasît Abdulatîf, PYD’ê weke "terorîst" bi nav dikin û piştî operasyonek îhtîmal a Bakûr-Rojhilatê Sûriyê divê herêm ji PYD’ê bê standin û dewrê ENKS’ê bê kirin. 
 
* Rêxistina DBP'ê piştî bi rojevên "misyon û ji nûve avakirinê" civîna MYK'ê li dar xist biryar da ku rêxistinên bajar û navçeyan fesh bike. 
 
* Li gel ji Cejna Qurbanê re 2 roj man jî tevgera li Bazara Sewalan a Amedê kêm e. Xwediyên sewalan û mişterî bêkêf in û ji ber bihabûna goşt û êm bi gazin in. 
 
* Besîvanên li Alîbeykoya Stenbolê qurbanan difiroşin diyar kirin ku ew nikarin qurbanan bifiroşin û zirar dikin. Esnafên li Sûka Misirê jî gotin ku karê wan nabe. 
 
* Li Wanê 3 walî guherîn lê qedexeya çalakî û şahiyên li nav bajêr 991 roj in bênavber didome. Rêveberên partiyên siaysî bertek nîşanî qedexeyê dan û gotin ev pêkanîn li dijî destûra bingehîn e û antî demokratîk e. 
 
* Bihabûna mazot, gubre û derman tesîrê li ser birince Qerejdaxê jî dike. Cotkaran got: “Heke wisa bidome em ê dest ji çandiniya birinc berdin.” 
 
* Li Dersimê li ser hev bendavan çêdikin. Bendav xwezaya xweşik a Dersimê talan dikin. Niha jî çiyayên li Dersimê ji madenê re vekirin. Ekolojîst Haydar Çetînkaya got dixwazin Dêrsimê vala bikin û dê 30 gund û mezra ji nexşeyê bên paqijkirin. 
 
* Bi ser qetilkirina rojnameger Huseyîn Denîz re 27 sal derbas bû. Keça Denîz, Zozan Denîz ji bo bîranîna bavê xwe got: “Em yek bên kuştinê em ê bi hezaran werin şûna wî. Wan digot ku wê lêgerînerên heqîqetê xilas bikin, lê wan xwe xapand.” 
 
* Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên li Heskîfê hatin binçavkirin gotin ku polîsan ji wan re gotiye axaftina bi kurdî di binçavan de qedexe ye û li ber kamerayan tazî li ser wan lêgerîn pêk anîne. 
 
* Girtiyên li Girtîgeha Osmaniyeyê bi rêya parêzeran binpêkirina mafan ku pê re rû bi rû mane ragihandin. Parêzerê ÎHD’yî Îlhan Ongor diyar kir ku ji ber helwesta kêfî ya girtîgehê girtî bi binpêkirina mafan re hevrû dimînin û bang li hemû partiyên siyasî û komîsyona Meclîsê kir ku bikevin tevgerê. 
 
* Înîsiyatîfa Em Dixwazin Bi Hev Re Bijîn dê têkildarî dersînorkirinê raporek li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi civîna çapemeniyê eşkere bike. (11.00)
 
* Malbata girtî Muslum Gonul ê tê îdiakirin ku li Girtîgeha Silîvriyê di 2'ê tîrmeha 2019'an de ji aliyê gardiyanan ve îşkence lê hatiye kirin dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapameniyê li dar bixe. (13.00)
 
* Karkerên ÎZENERJî yên ji aliyê şaredariya Alîaga ve hatin avêtin, wê li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê çalakiyê li dar bixin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (08.00)
 
* Meclîsa ÎSİG'ê ya Amedê têkildarî qezayên kar û mirina Îbrahîm Ender Alp wê li Herêma sanayî û Organîze ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/08/2019
21:18 Polîsan bi ser Şaredariya Peyasê de girtin
21:08 Hevşaredarê Ebaxê yê HDP'î ji kar dûr xistin
15:55 Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rêya Armûşê ji ber ku kirê nade cih nabîne ku bikevê
15:50 Kûbîlay: Astengkirina hevdîtina li gel Ocalan nayê qebûlkirin
15:39 Xwestin kedkarên tenduristiyê bên berdan
15:31 Ji bo girtiyên jin qert şandin
15:23 Serokê DTSO’yê Kaya: Di navbera saziyên herêmê de hevkarî nemaye
15:19 Lêgerîna bînaya HDP'ê piştî 8 saetan bi dawî bû
15:01 Sîxuriyê li endamên TOP'ê ferz dikin
14:26 ‘Biçin Girtîgeha Xarpêtê û şahidiya îşkenceyê bikin'
14:25 Angaşta ku şewata daristanan piştî fermana "Daran bibirin" li Mehsertê derketiye
13:53 Sewal di serşokên mobîl de tên hênikkirin
13:51 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
13:51 ‘We çima Hevserokê Şaxa SES'ê yê Amedê Oruç îxrac kir?'
13:46 PSK û PAK’ê banga 'Helwesta neteweyî' kirin
13:45 ‘Em li dijî dagirkerî û şer aştiyê diparêz in’
13:23 TURK-ÎŞ'ê biryara çalakiyê stend
12:21 Serokê MASAK'ê ji peywirê hat girtin
12:13 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:03 TJA'yê ji girtiyan re kartên cejnê şand
11:35 Pirsîn heye, lê kirîn tune ye
11:34 Li Dîlokê 2 kes hatin girtin
10:32 Hevserokên HDP’a Mûşê hatin binçavkirin
10:21 'Hevî dikim ku çîrokên dilop dikin bibin şirîkên xeyalên zarokan '
09:14 ‘Dê nikaribin biratiya Çiyayê Kazê û Heskîfê asteng bikin’
09:13 ‘Yên bihayê qurbanan hîn dibin direvin’
09:12 Polîsan îşkence li malbatekê kir û gefên kuştinê li wan xwar
09:10 Başkaya: Heta kurdan nekin muxatab pirsgirêk çareser nabe
09:08 Çiyayê Sof ê ruh dide Dîlokê tê talankirin
09:06 Di 4 mehan de hevseroka HDP’ê 9 car xistin ber lêpirsînê
09:03 ‘Ji bilî mirinê tu rêyek penaberên Sûriyeyê nîne’
09:01 Keşîşxaneya Surp Stepanos dê li gorî eslê wê restore bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2019'AN
08:08 Polîsan li Amedê 2 kes binçav kirin
08/08/2019
21:47 Li Îdirê 6 kes hatin binçavkirin
17:43 Ocalan: Ez ji bo çareseriyê amade me
16:48 Hatîce Efe: Bi awayekî vekirî sûc dikin
16:30 Îdîaya gardiyenan gefa kuştinê li girtiyan xwarin
15:53 Îxrackirina Serokê SES'ê yê Amedê Oruç protesto kirin
15:37 Serdozgeriya Cizîrê jî got xebatkarên tenduristiyê ji ber dermakirinê hatin girtin!
15:11 Di 3 salan de 21 hezar kesan jiyana xwe ji dest da
15:02 Li Rihayê kesekî bombe li ser hat girtin
14:41 Walîtiya Şirnexê bîranîn û nimêja cenazeyan qedexe kir!
14:26 Rapora ku zoriyên penaber dijîn, hat weşandin
14:12 'Li Nexweşxaneya Welidînê ya Jinan di 2 mehan de 37 pitik mirin'
13:34 Haşem Tîlaver li gundê xwe hat definkirin
13:33 Rojnamegeran hevala xwe Denîz Firat bi bîr anîn
13:09 ‘Ji ber ku li girtîgehê bi Kurdî axivin, wêneyên wan nekişan’
13:01 Leşkerên Îranê kolberekî kuştin
12:47 ‘Ji bilî şer tu sozên AKP û MHP’ê yên bidin civakê nemane’
12:31 Li Wanê OHAL didome: Gotubêja pirtûka 'Mavi Sevgi' qedexe kirin
12:10 Polisan li Enqereyê 3 kes binçav kirin
10:58 Hevjîn û keça xwe kuştin
10:47 Hunermendên Kurd qala Aram Tîgran kirin: Jiyandina muzîka wî erka me ye
10:44 Li Elihê 14 kes hatin berdan
10:43 Şaredariya Bajar Mezin a Amedê: Nûçe derveyî rastiyan e
10:18 Li Amedê bi boneya Cejna Qûrbanê otobûsên şaredariyê wê belaş bin
10:06 Şewata li Mêrdînê rû da bû sedama tirsê
10:06 AKP'ê qeyûmên xwe xelat kir!
09:57 2 siyasetmedar li Şirnexê hatin berdan
09:52 ENKS li Stenbolê tevlî civînê bû: Divê piştî dagirkirina Rojava herêm radestî ENKS’ê bê kirin
09:32 4 kesên ku polisan wan derb kir hatin berdan
09:09 Parêzer Ongor: Pêwîste komîsyona meclîsê tavilê biçe Girtîgeha Osmaniyeyê
09:08 Di binçavan de axaftina bi kurdî qedexe ye!
09:07 Keça rojnameger Huseyîn Denîz: Em yek bên kuştin hezar tên şûnê
09:07 Dê li Dersimê 30 gund û mezra ji nexşeyê bên paqijkirin
09:06 Krîza aborî tesîra xwe li ser birincê Qerejdaxê jî kir
09:05 Li Wanê 3 walî guherîn lê 991 roj in qedexe didome
09:04 Li Stenbolê firotina qurbanan li gorî salê berê kêm e
09:04 Li Bazara Sewalan kêfa cejnê nemaye
09:01 DBP rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan fesh dike
09:00 Koçyigît: Em ê hewl bidin ku jinan bêtir beşdarî siyasetê bikin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2019'AN
07/08/2019
21:43 Tangêrek li Şirnexê teqiya: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
18:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi Ocalan re hevdîtin kirin
16:07 Hevserokê Şaxa SES’ê Orûç bi destûra wezaretê, hat îxraçkirin
15:04 DAIŞ’iyê lêgerîna wî ya înterpolê heyî: Dixwaze li Tirkiyeyê bê darizandin
14:43 Li Êlihê 5 ciwanên HDP'ê hatin berdan
14:25 'Hinceta ku weke sûc didin nîşandan, erka me ya serekeye’
12:49 Ji partiyên kurd daxuyaniya hevpar: Şer û dagirkerî ne çareserî ye
12:17 Siyasetmedaran ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Amede kirin
12:09 Endama Meclîsa Nisêbînê Demîr hat berdan
11:57 Li Tirbespiyê teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
11:38 Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Em ê ferzkirinên Tirkiyeyê qebûl nekin
11:06 Rewşa dawîn a 'Herêma Ewle' û 'Îdlibê': Lihevkirin an şer?
11:01 Gunay: Dilê aştî û demokrasiyê Grava Îmraliyê ye
10:26 Şewata li Bagokê piştî bi rojan hat vemirandin: Hemû der riprûş bûn
10:13 ‘Eşqa Rojnameger Ferhat Tepe wateya rojnamegeriya wêrek ya Kurd bû'
09:48 Yagiz: Şer raweste wê tifaqa AKP-MHP'ê jî hilweşe
09:20 Rojnameger Guleş û girtiyên din nayên dermankirin
09:18 ‘Armanc ew e ku komeleyên elewî belav û parçe bikin’
09:16 Çelîk: Li Mêrdînê konseptek zextdar di dewrê de ye
09:14 ‘Aram Tîgran pira navbera dostaniya gelan bû’
09:12 Beştaş: Alternatîfa rejîma kevn û nû rêya sêyemîn e
09:09 Cejna Qurbanê tê lê ew nikarin lazimatiyên cejnê bikirin
09:07 Taşdemîr: Peyamên Ocalan kir ku her kes ji nûve bifikire
09:05 'Her çi be ev gule her tim li Kurdistanê dipekin'
09:04 Ne koçertî û ne jî zozanvanî hiştin
09:01 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2019'AN
06/08/2019
21:32 Peykê mezinahiya dîmenên şewata Heskîfê da nîşandan