ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-08 09:00:07   * Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît diyar kir ku ew ê di nava partiya xwe de bêtir girîngiyê bidin feraseta baviksalar û got: “Ji bo hin bêtir jin bên rêxistinkirin û beşdarî siyasetê bibin em ê pêngavan bidin destpêkirin.”    * Derket holê ku bi pêşengiya rayedarên dewleta Tirkiyeyê di nava wan de ENKS jî ku heye civîn bi muxalifên Sûrî yên girêdayên dewleta Tirkiyeyê re bi navê “Koalisyona Netewa Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê” pêk aniye. Di civînê de li ser navê ENKS’ê Abdulhekîm Beşar û Abdulbasît Abdulatîf, PYD’ê weke "terorîst" bi nav dikin û piştî operasyonek îhtîmal a Bakûr-Rojhilatê Sûriyê divê herêm ji PYD’ê bê standin û dewrê ENKS’ê bê kirin.    * Rêxistina DBP'ê piştî bi rojevên "misyon û ji nûve avakirinê" civîna MYK'ê li dar xist biryar da ku rêxistinên bajar û navçeyan fesh bike.    * Li gel ji Cejna Qurbanê re 2 roj man jî tevgera li Bazara Sewalan a Amedê kêm e. Xwediyên sewalan û mişterî bêkêf in û ji ber bihabûna goşt û êm bi gazin in.    * Besîvanên li Alîbeykoya Stenbolê qurbanan difiroşin diyar kirin ku ew nikarin qurbanan bifiroşin û zirar dikin. Esnafên li Sûka Misirê jî gotin ku karê wan nabe.    * Li Wanê 3 walî guherîn lê qedexeya çalakî û şahiyên li nav bajêr 991 roj in bênavber didome. Rêveberên partiyên siaysî bertek nîşanî qedexeyê dan û gotin ev pêkanîn li dijî destûra bingehîn e û antî demokratîk e.    * Bihabûna mazot, gubre û derman tesîrê li ser birince Qerejdaxê jî dike. Cotkaran got: “Heke wisa bidome em ê dest ji çandiniya birinc berdin.”    * Li Dersimê li ser hev bendavan çêdikin. Bendav xwezaya xweşik a Dersimê talan dikin. Niha jî çiyayên li Dersimê ji madenê re vekirin. Ekolojîst Haydar Çetînkaya got dixwazin Dêrsimê vala bikin û dê 30 gund û mezra ji nexşeyê bên paqijkirin.    * Bi ser qetilkirina rojnameger Huseyîn Denîz re 27 sal derbas bû. Keça Denîz, Zozan Denîz ji bo bîranîna bavê xwe got: “Em yek bên kuştinê em ê bi hezaran werin şûna wî. Wan digot ku wê lêgerînerên heqîqetê xilas bikin, lê wan xwe xapand.”    * Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên li Heskîfê hatin binçavkirin gotin ku polîsan ji wan re gotiye axaftina bi kurdî di binçavan de qedexe ye û li ber kamerayan tazî li ser wan lêgerîn pêk anîne.    * Girtiyên li Girtîgeha Osmaniyeyê bi rêya parêzeran binpêkirina mafan ku pê re rû bi rû mane ragihandin. Parêzerê ÎHD’yî Îlhan Ongor diyar kir ku ji ber helwesta kêfî ya girtîgehê girtî bi binpêkirina mafan re hevrû dimînin û bang li hemû partiyên siyasî û komîsyona Meclîsê kir ku bikevin tevgerê.    * Înîsiyatîfa Em Dixwazin Bi Hev Re Bijîn dê têkildarî dersînorkirinê raporek li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi civîna çapemeniyê eşkere bike. (11.00)   * Malbata girtî Muslum Gonul ê tê îdiakirin ku li Girtîgeha Silîvriyê di 2'ê tîrmeha 2019'an de ji aliyê gardiyanan ve îşkence lê hatiye kirin dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapameniyê li dar bixe. (13.00)   * Karkerên ÎZENERJî yên ji aliyê şaredariya Alîaga ve hatin avêtin, wê li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê çalakiyê li dar bixin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (08.00)   * Meclîsa ÎSİG'ê ya Amedê têkildarî qezayên kar û mirina Îbrahîm Ender Alp wê li Herêma sanayî û Organîze ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)