Ji partiyên kurd daxuyaniya hevpar: Şer û dagirkerî ne çareserî ye

img
AMED - Partiyên Kurd li dijî operasyon û şerê heyî daxuyaniya hevpar dan û banga "Dawî li şer bînin" kirin. Partiyên Kurd gotin: “Şer û dagirkerî çareseriyê bi xwe re nîne. Em bang dikin ku meseleyê bi muxatabê Kurdistanî re bi rêya diyalog û muzakereyên demokratîk û aştiyane çareser bikin." 
 
Kongreya Civaka Demokratik (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP), Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD), Partiya Mirov û Azadî, (PİA), Partiya Komînist a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (KDP), Partîya Azadî, Partiya Demokratên Kurdistan a Tirkiyeyê (TKDP), li dijî operasyonên TSK’ê yen der sinor a “Pençe” û hewldanên operasyonên Herêma Bakur û Rojhilatên Sûriye daxuyaniyek hevpar dan. Partiyên Kurd li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu daxuyanî da. Nûnerên partî û rêxistinên Kurd tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya Kurdî Endamê PDK-T'ê Ozan Kardaş xwend. 
 
Kardaş daxuyaniya hevpar xwend û wiha got: "Dagirkerîya Îran û Tirkiyê ya li Heremê Kurdistan û Rojava berfirehtir û kûrtir dibe. Bi taybetî operasyonên Artêşa Tirk (TSK) yên ji sala 1980î vir de yên bi hêceta "sedemên ewlehîyê" tu pêywendîya van operasyonan bi ewlehîyê re tune ne û ev operasyon pirsgirêka kurd kûrtir dikin. Ji avabûna komara Tirkîyê heta niha pirsgirêka Kurd bi sîyaseta ewlehîyê çareser nebûye û çareser jî nabe."  
 
Kardaş, bal kişand ser koperasyonên eskerî û wiha got: "Demeke dirêj e Artêşa Tirk li qadên di bin desthilatdariya Heremê Kurdistan de operasyonên leşkerî yên derhuqûqa navneteweyî çêdike. Tirkîye û îranê bi van operasyonên xwe yên bi salan li Başur û Rojava yê Kurdistane berdewam dikin, ji berk u ditirsin Kurd bibin dewlet. Mafê millete Kurde wek hemû milletin din statuya xwe sîyasî lı gor dixwazê xwê pêkbîne.  Tişta eşkere ev e ku derdê Tirkîyê ne "ewlehîya sînor an jî qada ewlehîyê ye". Heke wisa bûya ji pêşnîyara dewrîyeya hevbeş ya li ser sînor re wê bigotana Belê. Jixwe Tirkiye endamê NATOyê ye û parastina ewlehiya sînorên wê di berpirsîyarîya NATOyê de ye jî. Lewma pirsgirêka ewlehîya sînoran li Tirkîyê nîne. Tirkîye li ser xeta efrîn-qamişlo-şingalê hesabên dagirkerîya mayînde dike. Operasyonên tên kirin ne tenê operasyonên leşkerî ne, rasterast dagirkerîye ye.
 
'QEREQOL NÎŞANEYÊN DAGIRKIRINA MAYINDE YE' 
 
Kardaş, li ser qereqolên li ser sinor tên avakirin û sewqîyatê jî rawestiya û wiha axivî: "Plansazî, komkirina leşkeran li ser sînor û dersînor avakirina karakol û pratîka Efrîn-Şehba-Xakûrkê nîşaneyên dagirkeriya mayînde ne. Îran jî heman pratîkê li Heremî Kurdistana û Rojava bi pêş dixe. Hêyne Niştecihên wargeha Mexmûrê ya di bin çavdêriya neteweyên yekbûyî de (UNHCR) di bin fişar û çavdêrîya van hêzan de ne. 
 
BANG Û DAXWAZÊN HEVPAR YÊN PARTIYAN 
 
Kardaş, daxwazên hevpar ên partiyan rêz kir û wiha got: 
 
"Em wek partî û rêxistinên li ser van xalên li jêr lihevkirî radigihînin ku;
 
1) Em dagirkeriya dewleta Tirk û dewleta Îranê ya li Heremê Kurdistan û Rojava şermezar dikin. Divê dawî li vê dagirkerîyê bê anîn û leşker bên vekişandin. Şer û dagirkerî ne çareserî ye. Em bang li van hêzan dikin.. pirsgirêkan di zemîneke aştîyane û demokratîk de bi mûhatabên Kurdistanî re çareser bikin. Dev ji rê û rêbazên hatine ceribandin û encam jê nehatîye standin berdin.
 
Em bang dikin ku bila hemû hêzên Kurdistanî di vê mijarê de hestîyar bin û alîkarê sepandina mafên desthilatdarî yên Heremê Kurdistana Azad bin. Alîkarê bicihanîna ewlehîya hemwelatiyan û parastina xaka welat bin. 
 
2) Di seri de em daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (UN), NATO, Konseya Ewropayê (CE), Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (EU) û rêxistinên navnetewî dikin ku yên dixwazin axa Heremê Kurdistan û Rojava dagir bikin, hişyar bikin. Bila bidin zanîn ku pirsgirêkên heyî tenê bi rêyên aştiyane û demokratîk dikarin bên çareserkirin. Bi vî awayî ji wan hêzên di serî de me behskirî daxwaziya alîkarîyê dikin. 
3) Em ji gelên Tirkiyê, îranê, ji gelên herêmê, kesên demoqrat û ji raya giştî daxwaz dikin ku li hemberî van hewlên dagirkeriyê re bibêjin " ji şer û dagirkerîyê re NA!"
 
4) Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku xwedî li destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê derkevin. Li hemberî pirsgirêkan dev ji berjewendîyên hizbî berdin û dest biavêjin berjewendîyên Kurdistanî. 
Heke em bi çaveke Kurdistanî xwedî li destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê dernekevin, em hemû wê bin bikevin. Roj roja xwedî li derketina destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê ye. Roj ew roj e ji destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê re bibêjin "YÊN ME NE" 
 
5) Daxwaza me ji çapemeniya kurd e; di vê pêvajoya hestîyar de dev ji geşkirina pirsgirêkên hizbî yên partîyên Kurdistanî berdin. 
Li hemberî gefên yana qada ewlehîyê yan jî wek moxolan em ê agir berdin her deverê bi hişmendîyek Kurdistanî xwedî li destkeftîyên Kurdistanê derkevin. Çapemenîya Kurd divê hewla piçûkkirina pirsgirêkan bide ne mezintirkirina wan.
 
6) Di 5. Salvegera Komkujîya (Genocide) Êzîdîyên Şingal'ê de biryara Parlamentoya Kurdistanê ya bi yek dengî roja 3yê Tebaxê wek roja Komkujîya Êzîdiyan pejirandî watedar dibînin û silav dikin (Diyarbakır/Amed, 07.08.2019)
 
Partîya Heremên Demokratîk (DBP), Şoresgerên Demoqrat (DDKD), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK/KCD) Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Partîya İnsan û Azadî (PİA), Partîya Komunîsta Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK), Partîya Azadî, Partîya Demokratê Kurdistan – Tirkîye (PDK-T)" 
 
 

Sernavên din

09/08/2019
21:18 Polîsan bi ser Şaredariya Peyasê de girtin
21:08 Hevşaredarê Ebaxê yê HDP'î ji kar dûr xistin
15:55 Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rêya Armûşê ji ber ku kirê nade cih nabîne ku bikevê
15:50 Kûbîlay: Astengkirina hevdîtina li gel Ocalan nayê qebûlkirin
15:39 Xwestin kedkarên tenduristiyê bên berdan
15:31 Ji bo girtiyên jin qert şandin
15:23 Serokê DTSO’yê Kaya: Di navbera saziyên herêmê de hevkarî nemaye
15:19 Lêgerîna bînaya HDP'ê piştî 8 saetan bi dawî bû
15:01 Sîxuriyê li endamên TOP'ê ferz dikin
14:26 ‘Biçin Girtîgeha Xarpêtê û şahidiya îşkenceyê bikin'
14:25 Angaşta ku şewata daristanan piştî fermana "Daran bibirin" li Mehsertê derketiye
13:53 Sewal di serşokên mobîl de tên hênikkirin
13:51 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
13:51 ‘We çima Hevserokê Şaxa SES'ê yê Amedê Oruç îxrac kir?'
13:46 PSK û PAK’ê banga 'Helwesta neteweyî' kirin
13:45 ‘Em li dijî dagirkerî û şer aştiyê diparêz in’
13:23 TURK-ÎŞ'ê biryara çalakiyê stend
12:21 Serokê MASAK'ê ji peywirê hat girtin
12:13 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:03 TJA'yê ji girtiyan re kartên cejnê şand
11:35 Pirsîn heye, lê kirîn tune ye
11:34 Li Dîlokê 2 kes hatin girtin
10:32 Hevserokên HDP’a Mûşê hatin binçavkirin
10:21 'Hevî dikim ku çîrokên dilop dikin bibin şirîkên xeyalên zarokan '
09:14 ‘Dê nikaribin biratiya Çiyayê Kazê û Heskîfê asteng bikin’
09:13 ‘Yên bihayê qurbanan hîn dibin direvin’
09:12 Polîsan îşkence li malbatekê kir û gefên kuştinê li wan xwar
09:10 Başkaya: Heta kurdan nekin muxatab pirsgirêk çareser nabe
09:08 Çiyayê Sof ê ruh dide Dîlokê tê talankirin
09:06 Di 4 mehan de hevseroka HDP’ê 9 car xistin ber lêpirsînê
09:03 ‘Ji bilî mirinê tu rêyek penaberên Sûriyeyê nîne’
09:01 Keşîşxaneya Surp Stepanos dê li gorî eslê wê restore bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2019'AN
08:08 Polîsan li Amedê 2 kes binçav kirin
08/08/2019
21:47 Li Îdirê 6 kes hatin binçavkirin
17:43 Ocalan: Ez ji bo çareseriyê amade me
16:48 Hatîce Efe: Bi awayekî vekirî sûc dikin
16:30 Îdîaya gardiyenan gefa kuştinê li girtiyan xwarin
15:53 Îxrackirina Serokê SES'ê yê Amedê Oruç protesto kirin
15:37 Serdozgeriya Cizîrê jî got xebatkarên tenduristiyê ji ber dermakirinê hatin girtin!
15:11 Di 3 salan de 21 hezar kesan jiyana xwe ji dest da
15:02 Li Rihayê kesekî bombe li ser hat girtin
14:41 Walîtiya Şirnexê bîranîn û nimêja cenazeyan qedexe kir!
14:26 Rapora ku zoriyên penaber dijîn, hat weşandin
14:12 'Li Nexweşxaneya Welidînê ya Jinan di 2 mehan de 37 pitik mirin'
13:34 Haşem Tîlaver li gundê xwe hat definkirin
13:33 Rojnamegeran hevala xwe Denîz Firat bi bîr anîn
13:09 ‘Ji ber ku li girtîgehê bi Kurdî axivin, wêneyên wan nekişan’
13:01 Leşkerên Îranê kolberekî kuştin
12:47 ‘Ji bilî şer tu sozên AKP û MHP’ê yên bidin civakê nemane’
12:31 Li Wanê OHAL didome: Gotubêja pirtûka 'Mavi Sevgi' qedexe kirin
12:10 Polisan li Enqereyê 3 kes binçav kirin
10:58 Hevjîn û keça xwe kuştin
10:47 Hunermendên Kurd qala Aram Tîgran kirin: Jiyandina muzîka wî erka me ye
10:44 Li Elihê 14 kes hatin berdan
10:43 Şaredariya Bajar Mezin a Amedê: Nûçe derveyî rastiyan e
10:18 Li Amedê bi boneya Cejna Qûrbanê otobûsên şaredariyê wê belaş bin
10:06 Şewata li Mêrdînê rû da bû sedama tirsê
10:06 AKP'ê qeyûmên xwe xelat kir!
09:57 2 siyasetmedar li Şirnexê hatin berdan
09:52 ENKS li Stenbolê tevlî civînê bû: Divê piştî dagirkirina Rojava herêm radestî ENKS’ê bê kirin
09:32 4 kesên ku polisan wan derb kir hatin berdan
09:09 Parêzer Ongor: Pêwîste komîsyona meclîsê tavilê biçe Girtîgeha Osmaniyeyê
09:08 Di binçavan de axaftina bi kurdî qedexe ye!
09:07 Keça rojnameger Huseyîn Denîz: Em yek bên kuştin hezar tên şûnê
09:07 Dê li Dersimê 30 gund û mezra ji nexşeyê bên paqijkirin
09:06 Krîza aborî tesîra xwe li ser birincê Qerejdaxê jî kir
09:05 Li Wanê 3 walî guherîn lê 991 roj in qedexe didome
09:04 Li Stenbolê firotina qurbanan li gorî salê berê kêm e
09:04 Li Bazara Sewalan kêfa cejnê nemaye
09:01 DBP rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan fesh dike
09:00 Koçyigît: Em ê hewl bidin ku jinan bêtir beşdarî siyasetê bikin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2019'AN
07/08/2019
21:43 Tangêrek li Şirnexê teqiya: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
18:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi Ocalan re hevdîtin kirin
16:07 Hevserokê Şaxa SES’ê Orûç bi destûra wezaretê, hat îxraçkirin
15:04 DAIŞ’iyê lêgerîna wî ya înterpolê heyî: Dixwaze li Tirkiyeyê bê darizandin
14:43 Li Êlihê 5 ciwanên HDP'ê hatin berdan
14:25 'Hinceta ku weke sûc didin nîşandan, erka me ya serekeye’
12:49 Ji partiyên kurd daxuyaniya hevpar: Şer û dagirkerî ne çareserî ye
12:17 Siyasetmedaran ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Amede kirin
12:09 Endama Meclîsa Nisêbînê Demîr hat berdan
11:57 Li Tirbespiyê teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
11:38 Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Em ê ferzkirinên Tirkiyeyê qebûl nekin
11:06 Rewşa dawîn a 'Herêma Ewle' û 'Îdlibê': Lihevkirin an şer?
11:01 Gunay: Dilê aştî û demokrasiyê Grava Îmraliyê ye
10:26 Şewata li Bagokê piştî bi rojan hat vemirandin: Hemû der riprûş bûn
10:13 ‘Eşqa Rojnameger Ferhat Tepe wateya rojnamegeriya wêrek ya Kurd bû'
09:48 Yagiz: Şer raweste wê tifaqa AKP-MHP'ê jî hilweşe
09:20 Rojnameger Guleş û girtiyên din nayên dermankirin
09:18 ‘Armanc ew e ku komeleyên elewî belav û parçe bikin’
09:16 Çelîk: Li Mêrdînê konseptek zextdar di dewrê de ye
09:14 ‘Aram Tîgran pira navbera dostaniya gelan bû’
09:12 Beştaş: Alternatîfa rejîma kevn û nû rêya sêyemîn e
09:09 Cejna Qurbanê tê lê ew nikarin lazimatiyên cejnê bikirin
09:07 Taşdemîr: Peyamên Ocalan kir ku her kes ji nûve bifikire
09:05 'Her çi be ev gule her tim li Kurdistanê dipekin'
09:04 Ne koçertî û ne jî zozanvanî hiştin
09:01 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2019'AN
06/08/2019
21:32 Peykê mezinahiya dîmenên şewata Heskîfê da nîşandan