Ji partiyên kurd daxuyaniya hevpar: Şer û dagirkerî ne çareserî ye 2019-08-07 12:49:00   AMED - Partiyên Kurd li dijî operasyon û şerê heyî daxuyaniya hevpar dan û banga "Dawî li şer bînin" kirin. Partiyên Kurd gotin: “Şer û dagirkerî çareseriyê bi xwe re nîne. Em bang dikin ku meseleyê bi muxatabê Kurdistanî re bi rêya diyalog û muzakereyên demokratîk û aştiyane çareser bikin."    Kongreya Civaka Demokratik (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP), Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD), Partiya Mirov û Azadî, (PİA), Partiya Komînist a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (KDP), Partîya Azadî, Partiya Demokratên Kurdistan a Tirkiyeyê (TKDP), li dijî operasyonên TSK’ê yen der sinor a “Pençe” û hewldanên operasyonên Herêma Bakur û Rojhilatên Sûriye daxuyaniyek hevpar dan. Partiyên Kurd li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu daxuyanî da. Nûnerên partî û rêxistinên Kurd tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya Kurdî Endamê PDK-T'ê Ozan Kardaş xwend.    Kardaş daxuyaniya hevpar xwend û wiha got: "Dagirkerîya Îran û Tirkiyê ya li Heremê Kurdistan û Rojava berfirehtir û kûrtir dibe. Bi taybetî operasyonên Artêşa Tirk (TSK) yên ji sala 1980î vir de yên bi hêceta "sedemên ewlehîyê" tu pêywendîya van operasyonan bi ewlehîyê re tune ne û ev operasyon pirsgirêka kurd kûrtir dikin. Ji avabûna komara Tirkîyê heta niha pirsgirêka Kurd bi sîyaseta ewlehîyê çareser nebûye û çareser jî nabe."     Kardaş, bal kişand ser koperasyonên eskerî û wiha got: "Demeke dirêj e Artêşa Tirk li qadên di bin desthilatdariya Heremê Kurdistan de operasyonên leşkerî yên derhuqûqa navneteweyî çêdike. Tirkîye û îranê bi van operasyonên xwe yên bi salan li Başur û Rojava yê Kurdistane berdewam dikin, ji berk u ditirsin Kurd bibin dewlet. Mafê millete Kurde wek hemû milletin din statuya xwe sîyasî lı gor dixwazê xwê pêkbîne.  Tişta eşkere ev e ku derdê Tirkîyê ne "ewlehîya sînor an jî qada ewlehîyê ye". Heke wisa bûya ji pêşnîyara dewrîyeya hevbeş ya li ser sînor re wê bigotana Belê. Jixwe Tirkiye endamê NATOyê ye û parastina ewlehiya sînorên wê di berpirsîyarîya NATOyê de ye jî. Lewma pirsgirêka ewlehîya sînoran li Tirkîyê nîne. Tirkîye li ser xeta efrîn-qamişlo-şingalê hesabên dagirkerîya mayînde dike. Operasyonên tên kirin ne tenê operasyonên leşkerî ne, rasterast dagirkerîye ye.   'QEREQOL NÎŞANEYÊN DAGIRKIRINA MAYINDE YE'    Kardaş, li ser qereqolên li ser sinor tên avakirin û sewqîyatê jî rawestiya û wiha axivî: "Plansazî, komkirina leşkeran li ser sînor û dersînor avakirina karakol û pratîka Efrîn-Şehba-Xakûrkê nîşaneyên dagirkeriya mayînde ne. Îran jî heman pratîkê li Heremî Kurdistana û Rojava bi pêş dixe. Hêyne Niştecihên wargeha Mexmûrê ya di bin çavdêriya neteweyên yekbûyî de (UNHCR) di bin fişar û çavdêrîya van hêzan de ne.    BANG Û DAXWAZÊN HEVPAR YÊN PARTIYAN    Kardaş, daxwazên hevpar ên partiyan rêz kir û wiha got:    "Em wek partî û rêxistinên li ser van xalên li jêr lihevkirî radigihînin ku;   1) Em dagirkeriya dewleta Tirk û dewleta Îranê ya li Heremê Kurdistan û Rojava şermezar dikin. Divê dawî li vê dagirkerîyê bê anîn û leşker bên vekişandin. Şer û dagirkerî ne çareserî ye. Em bang li van hêzan dikin.. pirsgirêkan di zemîneke aştîyane û demokratîk de bi mûhatabên Kurdistanî re çareser bikin. Dev ji rê û rêbazên hatine ceribandin û encam jê nehatîye standin berdin.   Em bang dikin ku bila hemû hêzên Kurdistanî di vê mijarê de hestîyar bin û alîkarê sepandina mafên desthilatdarî yên Heremê Kurdistana Azad bin. Alîkarê bicihanîna ewlehîya hemwelatiyan û parastina xaka welat bin.    2) Di seri de em daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (UN), NATO, Konseya Ewropayê (CE), Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (EU) û rêxistinên navnetewî dikin ku yên dixwazin axa Heremê Kurdistan û Rojava dagir bikin, hişyar bikin. Bila bidin zanîn ku pirsgirêkên heyî tenê bi rêyên aştiyane û demokratîk dikarin bên çareserkirin. Bi vî awayî ji wan hêzên di serî de me behskirî daxwaziya alîkarîyê dikin.  3) Em ji gelên Tirkiyê, îranê, ji gelên herêmê, kesên demoqrat û ji raya giştî daxwaz dikin ku li hemberî van hewlên dagirkeriyê re bibêjin " ji şer û dagirkerîyê re NA!"   4) Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku xwedî li destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê derkevin. Li hemberî pirsgirêkan dev ji berjewendîyên hizbî berdin û dest biavêjin berjewendîyên Kurdistanî.  Heke em bi çaveke Kurdistanî xwedî li destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê dernekevin, em hemû wê bin bikevin. Roj roja xwedî li derketina destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê ye. Roj ew roj e ji destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê re bibêjin "YÊN ME NE"    5) Daxwaza me ji çapemeniya kurd e; di vê pêvajoya hestîyar de dev ji geşkirina pirsgirêkên hizbî yên partîyên Kurdistanî berdin.  Li hemberî gefên yana qada ewlehîyê yan jî wek moxolan em ê agir berdin her deverê bi hişmendîyek Kurdistanî xwedî li destkeftîyên Kurdistanê derkevin. Çapemenîya Kurd divê hewla piçûkkirina pirsgirêkan bide ne mezintirkirina wan.   6) Di 5. Salvegera Komkujîya (Genocide) Êzîdîyên Şingal'ê de biryara Parlamentoya Kurdistanê ya bi yek dengî roja 3yê Tebaxê wek roja Komkujîya Êzîdiyan pejirandî watedar dibînin û silav dikin (Diyarbakır/Amed, 07.08.2019)   Partîya Heremên Demokratîk (DBP), Şoresgerên Demoqrat (DDKD), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK/KCD) Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Partîya İnsan û Azadî (PİA), Partîya Komunîsta Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK), Partîya Azadî, Partîya Demokratê Kurdistan – Tirkîye (PDK-T)"