MEREŞ - Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê, koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîdê dewr girt.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca bi dawî anîna tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li girtîgehan berdewam dike.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê ya Mêreşê, koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîdê dewr girt. Navê girtiyên koma 6’emîn a ji 10 kesan pêk tê û ji bo 5 rojan ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorvegber wihane: “Abdullah Hasan, Muhammed Emîn, Muhammed Akkaş Bablîs, Hasan Sûngûr, Adîl Abî, Erdal Laçîn, Mûhammed Yoldaş, Kemal Demîrbaş, Îbrahîm Îdrîs û Hasan Oruç."
Girtiyan, diyar kirin ku heya tecrîd bi dawî bibe, ewê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bikin û banga xwedî derketina grevên birçîbûnê li hemû kesan kirin.