Li Girtîgeha Elbîstanê koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2019-02-08 14:30:18   MEREŞ - Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê, koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîdê dewr girt.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca bi dawî anîna tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li girtîgehan berdewam dike.   Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê ya Mêreşê, koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîdê dewr girt. Navê girtiyên koma 6’emîn a ji 10 kesan pêk tê û ji bo 5 rojan ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorvegber wihane: “Abdullah Hasan, Muhammed Emîn, Muhammed Akkaş Bablîs, Hasan Sûngûr, Adîl Abî, Erdal Laçîn, Mûhammed Yoldaş, Kemal Demîrbaş, Îbrahîm Îdrîs û Hasan Oruç."   Girtiyan, diyar kirin ku heya tecrîd bi dawî bibe, ewê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bikin û banga xwedî derketina grevên birçîbûnê li hemû kesan kirin.