'Tûşba, sebir nake bibe 31'ê Adarê'

img

WAN - Namzetên hevşaredariyê yên Tûşbayê Ayşe Mînaz û Yilmaz Berkî, bilêv kirin ku gelê navçeyê sebir nake 31'ê Adarê bê. 

Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Tûşbaya Wanê Ayşe Mînaz û Yilmaz Berkî ne. Niha şaredariya navçeyê di dest AKP'ê de ye. Lê belê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de rêjeya dengên HDP'ê ji sedî 56.8 bû.
 
Namzeta hevşaredariyê Ayşe Mînaz, destnîşan kir ku ew û gelê navçeyê tevde dixebitin û li her derî bi coş tên pêşwazîkirin. Mînaz got: "Wexta em dibêjin em ji HDP'ê tên, ken li rûyê mirovan peyda dibe. Ev yek hêvî ye û quwetê dide me. Bi taybetî jî, ciwan û jin hêzê didin me. Em bi wê enerjî û motîvasiyona wan hîn xurtir dadikevin qadan." 
 
‘GEL JI AKP'Ê BI GAZIN E' 
 
Mînaz, bilêv kir ku ew diçin kuderê gel gazinên xwe ji rêveberiya AKP'î dikin û got: "Gel dibêje, endamên meclîsa AKP'î zarokên xwe xistine kar, dev ji birêvebirina şaredariyê berdane tenê ji bo alîgirên xwe bigirin tev digerin." Mînaz, diyar kir ku şaredariya AKP'î li gor rêjeya dengan xizmeta taxan dike û got: "Em duh çûn gundekî. Lê ji ber heriya li nav rê mirov nikaribû biçe. Wesayît jî nikarin di wan rêyan de biçin. Xizmetê li gor rêjeya dengan dikin. Mirov ji vê yekê nerazî ne. Dibêjin, wexta ew diçin şaredariyê kes wan esas nagire. Wesfa personelên digirin kar nîqaş dikin. Şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe dikin. Ev krîmînalîzekirina gelekî ye, li gor rêjeya dengan xizmet tê kirin. Ev ne helwesteke mirovî ye." 
 
Mînaz, anî ziman ku ew bi pêşniyaza "em xwe û bjarê xwe bi rê ve bibin" ber bi gel ve diçin û got: "Em ê şaredariyê li ser maseyê bi rê ve nebin. Em ê li cihê xwe plansazî û projeyan çênekin. Em ê pirsgirêkên navçeya xwe tespît bikin û em ê li gor wê bixebitin." 
 
'HDP, JI BO TÛŞBAYÊ HÊVÎ YE' 
 
Mînaz, anî ziman ku li Tûşbayê HDP cihê hêviyeke mezin e û got: "5 sal berê gel kesekî hilbijartiye, lê belê heta niha pêwendî bi gel re daneniye. Ne rû bi rû, ne jî ji aliyê koma wî ve pêwendî nehatiye danîn. Em wê ronahiya di çavên mirovan de dibînin." 
 
‘EWILÎ JIN Û CIWAN' 
 
Mînaz, destnîşan kir ku li navçeyê herî zêde jin û ciwan piştgiriyê didin wan û got: "Ji Malên Piştevaniyê yên Jinan bigirin heta Navendên Jiyanê yên Jinan hemû yeko yeko di şevekê de ji aliyê qeyûman ve hatn girtin. Çimkî ev kes jinê wekî xetere dibînin. Loma, di tu plansaziyeke wan de jin tune ne. Jin û zarok ji bo wan talûke ne. Lê belê ji bo me çavkaniya herî diyar jin in. Li Şaredariya Tûşbayê, ji bo jinan tu xebat tune ne. Yanî divê ji bo piştevaniya hewldanên jinan, gelek proje hebin. Dibe ku kooperatîfeke jinan bê avakirin. Em ê ji bo van tiştan biçin cem gelê xwe. Jin çi ji me dixwazin? Ji bo me daxwazên wan pir girîng in. Ji bo em jiyana wan hêsantir bkin, em ê destekê bidin. Mesela li Taxa Seyrantepe ya Tûşbayê gelek ciwan hene û piranî j bûne pêgirtiyê tiryakê. Mixabin dewlet bi desteka xwe wan be rbi vê rêyê ve dişîne. Ji bo em ciwanan ji vê yekê xelas bikin, em ê hewl bidin Malên Perwerdehiyê, Navendên Jiyanê yên Jinan û qadên ciwanan ava bikin. Em ê hewl bidin ku jin û ciwan bijîn. Mekanîzmayên me yên ximetê yên rêveberiyên herêmî hene. Di navbera yên me û yên îktîdara heyî de ferqek mezin heye. Çimkî ev kes jinê esas nagirin. Lê belê di polîtîkaya me ya partiyê de jin û zarok hêvî ne. Em ê li gor vê tev bigerin." 
 
'WÊ EV HILBIJARTIN CUDA BE' 
 
Namzetê hevşaredariya Tûşbayê Yilmaz Berkî jî, destnîşan kir ku şaredariya heyî bi tu awayî xizmeta gelê Tûşbayê nake û got: "Xizmetên tên kirin jî li gorî rêjeya dengan tên kirin. Yanî cihêkariyê dikin. Gel qet jê nerazî ye. Her wiha li dijî tayînkirina qeyûman jî gel xwedî helwest e. Cara ewil e ku em dikarin bêjin 'ev hilbijartin, hilbijartineke cuda ye.' Bi darê zorê qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê kirin û ji gel stendin. Ji ber vê yekê gel bihêrs e. Gel ji zûvde ye li benda vê hilbijartinê ye." 
 
Berkî, bal kişand ser gilî û gazincên gel jî û got: "Gel ji şaredariya heyî ne razî ye. Nikarin di rêyan de bimeşin. Xizmet ji bo derdorên AKP'î tê kirin." Berkî, bilêv kir ku ew diçin kuderê gel ji AKP'ê bi gazine û got: "Em ji gel re dibêjin, em ê bi hev re şaredariyê bi rê ve bibin. Deriyê me wê ji bo gel tim vekirî be. Em dibêjin, em ji wan cudatir in. Armanca me rêveberiya gel e. Gelê me jî hay ji vê yekê heye. Hem serdema me hem jî ya AKP'ê dîtin. Ev ji bo me jî şansek e. Yanî bi awayekî aşkere wan didin ber hev. Nikarin biçin şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin. Nikarin derê xwe bînin ziman. Lê di serdema me de bi rihetî diçûn şaredariyê." 
 
'HA AKP HA QEYÛM' 
 
Berkî, destnîşan kir ku tu cudatî di navbera şaredariyên AKP2î û şaredariyên qeyûman de tune ye û got: "Hemû ji deverekê ve tên birêvebirin û gel ji ber vê bêzar bûye. Armanca me ew e ku em jiyana gel hêsantir bikin. Loma xebatên me hemû ji bo gel in û heta ji destê me bê em ê jiyana wan rihetir bikin. Bi rastî jî gel di şert û mercên zor û zehmet de dijî. Wexta şaredarî xizmetê neke, jiyana wan zehmetir dibe. Di zivistanê de rewşa Wanê girantir dibe. Em ê tevî gelê xwe şaredariyê bi rê ve bibin." 
 
Berkî, destnîşan kir ku 5 sal derbas bûne lê belê hîn jî avahiya şaredariyêt une ye û got: "Projeyek heye, projeyeke bi şatafat. Eger îhaleya wê neyê çêkirin û li ser serdema me bimîne, bi îhtimaleke mezin em ê wê revîze bikin û bikin avahiyeke pirmebestî. Em ê hewl bidin ku em budeyê bi awayekî herî baş bi kar bînin." 
 
'EM Ê LI NAVÇEYÊ AKP'Ê BIQEDÎNIN' 
 
Berkî, destnîşan kir ku ew bênavber dixebitin û got: "Eger ev atmosfer wisa dewam bike, wê li Tûşbayê encamên xweşik rû bidin. Armanca me ew e ku em bi rêjeyeke mezin bi ser bikevin. Em ê hewl bidin wê ferqa ku me di hilbijartina giştî de bi dest xist, zêdetir bikin. Em ê pir bixebitin, bi şev û biroj bixebitin. Armanca me ew e ku em li navçeyê AKP'ê biqedînin. Em ê bixebitin, em ê bi hev re di sibeheke xweşik a 1'ê Nîsanê de çavên xw vebikin." 

Sernavên din

13/02/2019
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin
09:38 Wezîrê Karê Navxweyî yê Îzlandayê yê berê: Li Îmraliyê hiqûqeke taybet heye
09:37 Danişîna 7'an a 'doza panzêrê' sibê ye
09:37 Hem hatin derbkirin, hem jî ceza li wan hat birîn
09:36 Li ser maseya DYA û Rûsyayê Tirkiye û Îran tune ne!
09:35 Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd: Divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin, tecrîd bê rakirin
09:34 ‘Ocalan bi paradîgmaya xwe bû temînata aştiyê'
09:33 Serokê SP'a Dîlokê: 31 Adarê ji bo AKP'ê hilbijartina dawî ye
09:32 Li goristana bêkesan a Meletiyê 200 cenaze li benda malbatên xwe ne
09:31 Ampûlên qeyûm yeko yeko ditefin!
09:31 Bijîşk Zekî Gul: Pêdivî bi heyetên serbixwe heye û divê neyên taloqkirin
09:30 Ubîç ê di greva birçîbûnê de: Xelekeke xurt divê
09:29 Xwişka Yuksel Koç: Berî bi derengî bikeve em tiştekî bikin
09:28 Li Qersê bayê HDP'ê tê
09:27 Namzetên keyatiyê yên taxên Sûrê nikarin xwe bigihînin hilbijêran!
09:27 Li Girtîgeha Menemenê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2019'AN
08:55 Berxwedana Leyla Guven di roja 98'emîn de berdewa dike
08:55 Qedexeya li 21 gund û gundikên Licê rakirin
12/02/2019
17:41 Ege-TUHAYDER: Piştî greven birçîbûnê zext zêde bûn
17:25 Çalakiya sêva mêxekrêj tê lidarxistin
16:25 299 binpêkirina mafan li dijî jin û zarokan pêk hat
16:24 ‘Min pitika xwe ya 7 mehî hişt. Ew qatilê bombevan çima ne li vê derê ye?’
16:12 Gefa 'Tu carek din biçe HDP'ê em ê te bikujin' li HDP'î xwar'
15:24 Mexdûrên KHK’ê: Em karê xwe paşve dixwazin
15:04 Namzetên hevşaredariyên HDP'ê bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin
14:58 HDP'yiyên qeydên hilbijêrên sexte derxistin holê, hatin binçavkirin
14:54 HDP'iyên ji bo Guven li Colemêrgê meşiyan hatin astengkirin
14:12 DBP ji bo rojevên tecrîd û hilbijatina herêmî civiya
14:09 Temellî: Em bêdeng namînin teqez em ê bi ser bikevin
14:00 Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî: Divê tecrîd bê rakirin
13:38 Leyla Guven ji koma HDP’ê re peyam bi vîdeo şand: Berxwedan jiyane
13:26 Li Êlihê, xebatên hilbijartinê yên HDP’ê tên astengkirin
13:06 Wekîlên HDP’ê: Astengkirina meşê wêneyê faşîzmê ye
12:25 HDK: Ji bo aştî û demokrasiyê teqez divê tecrîd rabe
12:24 Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran cara 789’emîn serlêdan kirin
11:44 Li Meletiyê di serdegirtina malê de 3 kest hatin binçavkirin
11:41 Çûyîna malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ya Meclîsê hat astengkirin
11:34 Polîsên Alman bi ser Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr muzîkê de girtin
10:40 Axa bin TOKî yên Şirnexê dîsa hilweşiya
10:14 IPHS'ê bi 'Projeya Gavên Vînê' protes xist dest û piyên 840 Sûriyeyiyan
09:17 Dayika Selma Irmak: Pêkanîna daxwazan ne tiştekî zehmet e
09:15 Ji ber birayê Mehmet Tûnç e, îtiraza ji bo dosyeya wî hat redkirin!
09:15 Nasir Yagiz: Bi saya berxwedana li Îmraliyê li ser piya me
09:14 Girtiyê 59 roj in di grevê de: Dive her mirov li dijî tecrîdê bisekinin
09:13 Malbata sûriyeyî: Em rojê 12 saetan ji bo 48 lîreyî dixebitin
09:12 Çalakgera li Strasboûrgê Sevîm: Peywira herî girîng dikeve ser milê civakê
09:11 Namzetên Agiriyê: Wê hikûmet bibîne ku qeyûm jî bi kêr nehatin
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2019'AN
08:14 Li 21 gund û gundikên Licê qedexeya derketina derve îlan kirin
07:57 Berxwedana Leyla Guven di roja 97'emîn de berdewa dike
11/02/2019
22:05 Li Edeneyê ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan grevên birçîbûnê
19:05 Bi hezaran welatiyên Qamışlo û Şehba li dijî tecrîdê meşiyan
17:01 Di doza Çapxaneya Gunde 4 kes hatin berdan
16:58 Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê: Rewş dikeve xeterê têkevin nava tevgerê
16:46 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê sewq kirin
16:36 Li HDP’ê coşa hilbijartinê mezin dibe
15:39 ÎHD’ê: Li Herêma Egeyê di sala 2018’an de 332 binpê kirin hatin jiyîn
13:48 Îstîxbarata Tirk-MÎT'ê li Dihokê Mizgeftan weke baregeh bi kar tîne
13:47 Lêpirsîna derbarê avahiya li Kartalê hilweşiya de didome
13:09 Wekîlên HDP’ê meşiyan Galatasarayê: Silav li Suleyman Soylu bikin
12:51 Meşa wekîlên HDP’ê hat astengkirin: Wêneyê tecrîdê ev e
12:36 Cîrît dîsan ji bo Serokatiya Dadgeha Bilind hat hilbijartin
12:08 Hevserokê HDP'a Kopê 4 roj in di binçavan de ye
11:53 Polîsan meşa wekîlên HDP'ê asteng kir
11:29 Kesê li Tirkiye di ezmîna KPSS'ê de bû yekemîn bi cih nebû
10:56 Li bakurê Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:48 Nûnerê YSK'ê: Wezîr beriya hilbijartinê polîs û eskeran dikin hilbijêr
10:47 Li gundên Misircê 13 welatî hatin binçavkirin
10:41 Çalakgerê di grevê de Îba carek din rakirin nexweşxanê
09:54 Wezîrê Parastina Rûsya dê Wezîrê Parastina Tirkiye ziyaret dike
09:42 Şaredarî bi der û dorên AKP'iyan tije kirin
09:05 Girtiyan ji Girtîgeha tîpa F a Kirikkale pêkanînên nû vegotin
09:04 ‘Hunermendên ku Leyla stran: Navekî din yê hunermendan berxwedan e
09:04 Kontrola tenduristiya çalakgerên li Girtîgeha Alanya nakin
09:03 Dayik: Min Huseyinê xwe winda kir bila kesên din demirin
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2019'AN
10/02/2019
21:14 Sîrwan Barzanî: Ger ev herêm têkeve kontrola Tirkiye dê hemû kurd koçber bibin
21:05 Saziyên Elewiyan berxwedêrên Strasboûrgê ziyaret kirin
19:14 Mirovên Aqîl Leyla Guven ziyaret kir: Em dê hewl bidin vî dengî bêtir bidin bihîstin
17:13 ‘Axekê ku em piyê xwe danin ser jî nehiştin’
16:24 ‘Pêvajoya qetilkirina me dewam dike’
15:23 Wezîrê Karê Hûndir Soylû dîsan HDP kir hedefê
15:05 Li Mêrsînê, Komeleya Colemêrgiyan hat vekirin
14:43 Bîlgen: Em di wê hêviyê dene bajêr xwe bi rêve bibe
14:09 Buldan: Li ser vê axê ne hişmendiya qeyûm dê jin bijîn
14:02 Namzetê Hevşaredarê HDP’ê yê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
13:43 Koçyîgît: Li dijî tecrîdê derketin, li dijî şer derketine
13:25 HDP'ê Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê Aşkere kir: Em dê bi hevre ava bikin
12:20 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi dirûşmeya ‘Jin bi hev re’ dakeve qadan
12:20 Kavak ê li bendêbû xizmên wî ji bin kavilan bên derxistin krîza dil derbas kir
12:05 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
11:43 Yên li Şeladizê hatin binçavkirin bi casûsiyê tên sucdarkirin
10:09 Gundiyên Xirabê Bava: Em bûyera 2 sal berê ji bîr nakin
09:28 Karkertên tekstîlê li dijî zama kêm dest bi kar nekirin
09:17 Ji girtîgehê name ji bo Leyla Guven: Sekna te biryara me xurt kir
09:16 Îmîr ji bo TOKÎ'yan hişyar kir: Ger birûxe wê bibe felaket
09:15 Kaya yê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin, bedêl çi dibe bila bibe em amade ne