'Tûşba, sebir nake bibe 31'ê Adarê' 2019-02-08 09:15:09 WAN - Namzetên hevşaredariyê yên Tûşbayê Ayşe Mînaz û Yilmaz Berkî, bilêv kirin ku gelê navçeyê sebir nake 31'ê Adarê bê.  Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Tûşbaya Wanê Ayşe Mînaz û Yilmaz Berkî ne. Niha şaredariya navçeyê di dest AKP'ê de ye. Lê belê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de rêjeya dengên HDP'ê ji sedî 56.8 bû.   Namzeta hevşaredariyê Ayşe Mînaz, destnîşan kir ku ew û gelê navçeyê tevde dixebitin û li her derî bi coş tên pêşwazîkirin. Mînaz got: "Wexta em dibêjin em ji HDP'ê tên, ken li rûyê mirovan peyda dibe. Ev yek hêvî ye û quwetê dide me. Bi taybetî jî, ciwan û jin hêzê didin me. Em bi wê enerjî û motîvasiyona wan hîn xurtir dadikevin qadan."    ‘GEL JI AKP'Ê BI GAZIN E'    Mînaz, bilêv kir ku ew diçin kuderê gel gazinên xwe ji rêveberiya AKP'î dikin û got: "Gel dibêje, endamên meclîsa AKP'î zarokên xwe xistine kar, dev ji birêvebirina şaredariyê berdane tenê ji bo alîgirên xwe bigirin tev digerin." Mînaz, diyar kir ku şaredariya AKP'î li gor rêjeya dengan xizmeta taxan dike û got: "Em duh çûn gundekî. Lê ji ber heriya li nav rê mirov nikaribû biçe. Wesayît jî nikarin di wan rêyan de biçin. Xizmetê li gor rêjeya dengan dikin. Mirov ji vê yekê nerazî ne. Dibêjin, wexta ew diçin şaredariyê kes wan esas nagire. Wesfa personelên digirin kar nîqaş dikin. Şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe dikin. Ev krîmînalîzekirina gelekî ye, li gor rêjeya dengan xizmet tê kirin. Ev ne helwesteke mirovî ye."    Mînaz, anî ziman ku ew bi pêşniyaza "em xwe û bjarê xwe bi rê ve bibin" ber bi gel ve diçin û got: "Em ê şaredariyê li ser maseyê bi rê ve nebin. Em ê li cihê xwe plansazî û projeyan çênekin. Em ê pirsgirêkên navçeya xwe tespît bikin û em ê li gor wê bixebitin."    'HDP, JI BO TÛŞBAYÊ HÊVÎ YE'    Mînaz, anî ziman ku li Tûşbayê HDP cihê hêviyeke mezin e û got: "5 sal berê gel kesekî hilbijartiye, lê belê heta niha pêwendî bi gel re daneniye. Ne rû bi rû, ne jî ji aliyê koma wî ve pêwendî nehatiye danîn. Em wê ronahiya di çavên mirovan de dibînin."    ‘EWILÎ JIN Û CIWAN'    Mînaz, destnîşan kir ku li navçeyê herî zêde jin û ciwan piştgiriyê didin wan û got: "Ji Malên Piştevaniyê yên Jinan bigirin heta Navendên Jiyanê yên Jinan hemû yeko yeko di şevekê de ji aliyê qeyûman ve hatn girtin. Çimkî ev kes jinê wekî xetere dibînin. Loma, di tu plansaziyeke wan de jin tune ne. Jin û zarok ji bo wan talûke ne. Lê belê ji bo me çavkaniya herî diyar jin in. Li Şaredariya Tûşbayê, ji bo jinan tu xebat tune ne. Yanî divê ji bo piştevaniya hewldanên jinan, gelek proje hebin. Dibe ku kooperatîfeke jinan bê avakirin. Em ê ji bo van tiştan biçin cem gelê xwe. Jin çi ji me dixwazin? Ji bo me daxwazên wan pir girîng in. Ji bo em jiyana wan hêsantir bkin, em ê destekê bidin. Mesela li Taxa Seyrantepe ya Tûşbayê gelek ciwan hene û piranî j bûne pêgirtiyê tiryakê. Mixabin dewlet bi desteka xwe wan be rbi vê rêyê ve dişîne. Ji bo em ciwanan ji vê yekê xelas bikin, em ê hewl bidin Malên Perwerdehiyê, Navendên Jiyanê yên Jinan û qadên ciwanan ava bikin. Em ê hewl bidin ku jin û ciwan bijîn. Mekanîzmayên me yên ximetê yên rêveberiyên herêmî hene. Di navbera yên me û yên îktîdara heyî de ferqek mezin heye. Çimkî ev kes jinê esas nagirin. Lê belê di polîtîkaya me ya partiyê de jin û zarok hêvî ne. Em ê li gor vê tev bigerin."    'WÊ EV HILBIJARTIN CUDA BE'    Namzetê hevşaredariya Tûşbayê Yilmaz Berkî jî, destnîşan kir ku şaredariya heyî bi tu awayî xizmeta gelê Tûşbayê nake û got: "Xizmetên tên kirin jî li gorî rêjeya dengan tên kirin. Yanî cihêkariyê dikin. Gel qet jê nerazî ye. Her wiha li dijî tayînkirina qeyûman jî gel xwedî helwest e. Cara ewil e ku em dikarin bêjin 'ev hilbijartin, hilbijartineke cuda ye.' Bi darê zorê qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê kirin û ji gel stendin. Ji ber vê yekê gel bihêrs e. Gel ji zûvde ye li benda vê hilbijartinê ye."    Berkî, bal kişand ser gilî û gazincên gel jî û got: "Gel ji şaredariya heyî ne razî ye. Nikarin di rêyan de bimeşin. Xizmet ji bo derdorên AKP'î tê kirin." Berkî, bilêv kir ku ew diçin kuderê gel ji AKP'ê bi gazine û got: "Em ji gel re dibêjin, em ê bi hev re şaredariyê bi rê ve bibin. Deriyê me wê ji bo gel tim vekirî be. Em dibêjin, em ji wan cudatir in. Armanca me rêveberiya gel e. Gelê me jî hay ji vê yekê heye. Hem serdema me hem jî ya AKP'ê dîtin. Ev ji bo me jî şansek e. Yanî bi awayekî aşkere wan didin ber hev. Nikarin biçin şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin. Nikarin derê xwe bînin ziman. Lê di serdema me de bi rihetî diçûn şaredariyê."    'HA AKP HA QEYÛM'    Berkî, destnîşan kir ku tu cudatî di navbera şaredariyên AKP2î û şaredariyên qeyûman de tune ye û got: "Hemû ji deverekê ve tên birêvebirin û gel ji ber vê bêzar bûye. Armanca me ew e ku em jiyana gel hêsantir bikin. Loma xebatên me hemû ji bo gel in û heta ji destê me bê em ê jiyana wan rihetir bikin. Bi rastî jî gel di şert û mercên zor û zehmet de dijî. Wexta şaredarî xizmetê neke, jiyana wan zehmetir dibe. Di zivistanê de rewşa Wanê girantir dibe. Em ê tevî gelê xwe şaredariyê bi rê ve bibin."    Berkî, destnîşan kir ku 5 sal derbas bûne lê belê hîn jî avahiya şaredariyêt une ye û got: "Projeyek heye, projeyeke bi şatafat. Eger îhaleya wê neyê çêkirin û li ser serdema me bimîne, bi îhtimaleke mezin em ê wê revîze bikin û bikin avahiyeke pirmebestî. Em ê hewl bidin ku em budeyê bi awayekî herî baş bi kar bînin."    'EM Ê LI NAVÇEYÊ AKP'Ê BIQEDÎNIN'    Berkî, destnîşan kir ku ew bênavber dixebitin û got: "Eger ev atmosfer wisa dewam bike, wê li Tûşbayê encamên xweşik rû bidin. Armanca me ew e ku em bi rêjeyeke mezin bi ser bikevin. Em ê hewl bidin wê ferqa ku me di hilbijartina giştî de bi dest xist, zêdetir bikin. Em ê pir bixebitin, bi şev û biroj bixebitin. Armanca me ew e ku em li navçeyê AKP'ê biqedînin. Em ê bixebitin, em ê bi hev re di sibeheke xweşik a 1'ê Nîsanê de çavên xw vebikin."