Temellî: Leyla Guven pêşenga têkoşînê ye

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku Leyla Guven bûye pêşengiya têkoşîna wan û bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re welat bi temamî hatiye tecrîdkirin û got: "Em dikarin dawî li vê rewşê bînin."

Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) li Enqereyê civîna hevserokên rêxistinên bajaran li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî beşdarî civînê bû û di destpêka civînê de axivî. 
 
Temellî diyar kir ku bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re welat bi temamî hatiye tecrîdkirin û got: "Ji 5'ê Nîsana 2015'an ve em balê dikişînin ser tecrîdê. Me got, heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome wê ev welat ji hiqûqê, ji edaletê dûr bikeve û gotinên me jî mixabin piştrast bûn."
 
Temellî anî ziman ku bidawîkirina tecrîdê re dê pirsgirêka demokrasî û aştiyê ya welêt çareser bibe û wiha domand: "Mixabin heta niha gaveke erênî di vî warî de nehatiye avêtin. Berevajî, welat roj bi roj ji edalet û hiqûqê dûr ket. Ji ber polîtîkayên desthilatdariyê yên ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve pêk tîne, welat veguheriye navenda pirsgirêkan. Pirsgirêkên giran her zêde dibin. Ji bo pirsgirêk çareser bibin divê tecrîd bi dawî bibe."
 
'LEYLA GUVEN PÊŞENGA TÊKOŞÎNÊ YE' 
 
Temellî got tevî bêhiqûqiya giran jî ew têkoşîna xwe didomînin û Hevseroka KCD'ê û parlamentera partiya wan Leyla Guven li refên herî pêş ên vê têkoşînê ye.
 
Temellî bi bîr xist greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 92'an de ye û wiha got: "Rewşa Leyla Guven ketiye qonaxek gelekî krîtîk e. Roj bi roj rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven nebaş dibe. Ev yek dibe ku rê li ber encamên giran ên telafiya wê nepêkane veke. Lewma divê em dereng nemînin û bi berpirsyariya xwe rabin. Ji bo dengê Leyla Guven li her derê bê bihîşstin divê em bi wezîfeya xwe rabin. Me li Meclîsê du rojan nobeda edalet, aştî û demokrasiyê girt û xwest balê bikişînin ser greva birçîbûnê. Kar û barên hikumet pêwîste di vî warî de bike, me bi bîr xistin. Hîn jî xwe ker dikin. Xemsariya li greva birçîbûnê pirsgirêkan ne tenê mezin dike, hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne dixe nava rîskê. Eger rewşeke nebaş biqewime wê desthilatdarî ji vê yekê berpirsyar be."
 
'TALANKIRINA HIQÛQ Û EDALETÊ YE' 
 
Temellî destnîşan kir ku desthilatdarî hiqûqê talan dike û wiha pêde çû: "Daxwaz vekirî ye. Divê Birêz Ocalan karibe bi rêk û pêk malbat û parêzerên xwe bibîne. Nedîtina vê daxwazê talankirina hiqûq û edaletê ye. Ne tenê em vê dibêjin. Di biryarên Yekîtiya Parlamenteran a Konseya Ewropayê de jî ev yek tê destnîşankirin. CPT di van mijaran de dixebite. Ji bo çareserkirina vê bêhiqûqiyê divê hevdîtinên bi malbat û parêzeran re dest pê bikin."
 
Temellî da zanîn li gel Leyla Guven zêdeyî 300 girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê 54 roj in di greva birçîbûnê de ne û ne dikarin vîtamînê bigirin, ne jî di nava şert û mercên baş de dikarin çalakiya xwe bidomînin. Temellî diyar kir ku ji vê jî wêdetir îşkence li çalakgerên greva birçîbûnê tê kirin û xwest dawî li pêkanînên nebaş ên li girtîgehan bê anîn û daxwazên hiqûqî bi cih werin anîn.
 
Temellî çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê û Sebahat Tûncel, Selma Irmak û hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav kir.
 
'ERDOGAN FERMAN DIDE Û DARAZ JÎ PÊK TÎNE' 
 
Temellî anî ziman ku daraz bi fermanên ji Qesra Erdogan tên tevdigere û got: "Tevî ku bêhiqûqî li her derê bi cih bûye, civak bêdengî ye û ev bêdengî cihê tirs û fikaran e. Ez bang li alîgirên demokrasî, aştî, azadî, edalet û mirovên xwedî wijdan dikim. Em dikarin dawî li vê rewşê bînin. Ji bo vê jî em guh bidin wijdanê xwe."

Sernavên din

13/02/2019
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin
09:38 Wezîrê Karê Navxweyî yê Îzlandayê yê berê: Li Îmraliyê hiqûqeke taybet heye
09:37 Danişîna 7'an a 'doza panzêrê' sibê ye
09:37 Hem hatin derbkirin, hem jî ceza li wan hat birîn
09:36 Li ser maseya DYA û Rûsyayê Tirkiye û Îran tune ne!
09:35 Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd: Divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin, tecrîd bê rakirin
09:34 ‘Ocalan bi paradîgmaya xwe bû temînata aştiyê'
09:33 Serokê SP'a Dîlokê: 31 Adarê ji bo AKP'ê hilbijartina dawî ye
09:32 Li goristana bêkesan a Meletiyê 200 cenaze li benda malbatên xwe ne
09:31 Ampûlên qeyûm yeko yeko ditefin!
09:31 Bijîşk Zekî Gul: Pêdivî bi heyetên serbixwe heye û divê neyên taloqkirin
09:30 Ubîç ê di greva birçîbûnê de: Xelekeke xurt divê
09:29 Xwişka Yuksel Koç: Berî bi derengî bikeve em tiştekî bikin
09:28 Li Qersê bayê HDP'ê tê
09:27 Namzetên keyatiyê yên taxên Sûrê nikarin xwe bigihînin hilbijêran!
09:27 Li Girtîgeha Menemenê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2019'AN
08:55 Berxwedana Leyla Guven di roja 98'emîn de berdewa dike
08:55 Qedexeya li 21 gund û gundikên Licê rakirin
12/02/2019
17:41 Ege-TUHAYDER: Piştî greven birçîbûnê zext zêde bûn
17:25 Çalakiya sêva mêxekrêj tê lidarxistin
16:25 299 binpêkirina mafan li dijî jin û zarokan pêk hat
16:24 ‘Min pitika xwe ya 7 mehî hişt. Ew qatilê bombevan çima ne li vê derê ye?’
16:12 Gefa 'Tu carek din biçe HDP'ê em ê te bikujin' li HDP'î xwar'
15:24 Mexdûrên KHK’ê: Em karê xwe paşve dixwazin
15:04 Namzetên hevşaredariyên HDP'ê bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin
14:58 HDP'yiyên qeydên hilbijêrên sexte derxistin holê, hatin binçavkirin
14:54 HDP'iyên ji bo Guven li Colemêrgê meşiyan hatin astengkirin
14:12 DBP ji bo rojevên tecrîd û hilbijatina herêmî civiya
14:09 Temellî: Em bêdeng namînin teqez em ê bi ser bikevin
14:00 Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî: Divê tecrîd bê rakirin
13:38 Leyla Guven ji koma HDP’ê re peyam bi vîdeo şand: Berxwedan jiyane
13:26 Li Êlihê, xebatên hilbijartinê yên HDP’ê tên astengkirin
13:06 Wekîlên HDP’ê: Astengkirina meşê wêneyê faşîzmê ye
12:25 HDK: Ji bo aştî û demokrasiyê teqez divê tecrîd rabe
12:24 Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran cara 789’emîn serlêdan kirin
11:44 Li Meletiyê di serdegirtina malê de 3 kest hatin binçavkirin
11:41 Çûyîna malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ya Meclîsê hat astengkirin
11:34 Polîsên Alman bi ser Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr muzîkê de girtin
10:40 Axa bin TOKî yên Şirnexê dîsa hilweşiya
10:14 IPHS'ê bi 'Projeya Gavên Vînê' protes xist dest û piyên 840 Sûriyeyiyan
09:17 Dayika Selma Irmak: Pêkanîna daxwazan ne tiştekî zehmet e
09:15 Ji ber birayê Mehmet Tûnç e, îtiraza ji bo dosyeya wî hat redkirin!
09:15 Nasir Yagiz: Bi saya berxwedana li Îmraliyê li ser piya me
09:14 Girtiyê 59 roj in di grevê de: Dive her mirov li dijî tecrîdê bisekinin
09:13 Malbata sûriyeyî: Em rojê 12 saetan ji bo 48 lîreyî dixebitin
09:12 Çalakgera li Strasboûrgê Sevîm: Peywira herî girîng dikeve ser milê civakê
09:11 Namzetên Agiriyê: Wê hikûmet bibîne ku qeyûm jî bi kêr nehatin
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2019'AN
08:14 Li 21 gund û gundikên Licê qedexeya derketina derve îlan kirin
07:57 Berxwedana Leyla Guven di roja 97'emîn de berdewa dike
11/02/2019
22:05 Li Edeneyê ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan grevên birçîbûnê
19:05 Bi hezaran welatiyên Qamışlo û Şehba li dijî tecrîdê meşiyan
17:01 Di doza Çapxaneya Gunde 4 kes hatin berdan
16:58 Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê: Rewş dikeve xeterê têkevin nava tevgerê
16:46 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê sewq kirin
16:36 Li HDP’ê coşa hilbijartinê mezin dibe
15:39 ÎHD’ê: Li Herêma Egeyê di sala 2018’an de 332 binpê kirin hatin jiyîn
13:48 Îstîxbarata Tirk-MÎT'ê li Dihokê Mizgeftan weke baregeh bi kar tîne
13:47 Lêpirsîna derbarê avahiya li Kartalê hilweşiya de didome
13:09 Wekîlên HDP’ê meşiyan Galatasarayê: Silav li Suleyman Soylu bikin
12:51 Meşa wekîlên HDP’ê hat astengkirin: Wêneyê tecrîdê ev e
12:36 Cîrît dîsan ji bo Serokatiya Dadgeha Bilind hat hilbijartin
12:08 Hevserokê HDP'a Kopê 4 roj in di binçavan de ye
11:53 Polîsan meşa wekîlên HDP'ê asteng kir
11:29 Kesê li Tirkiye di ezmîna KPSS'ê de bû yekemîn bi cih nebû
10:56 Li bakurê Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:48 Nûnerê YSK'ê: Wezîr beriya hilbijartinê polîs û eskeran dikin hilbijêr
10:47 Li gundên Misircê 13 welatî hatin binçavkirin
10:41 Çalakgerê di grevê de Îba carek din rakirin nexweşxanê
09:54 Wezîrê Parastina Rûsya dê Wezîrê Parastina Tirkiye ziyaret dike
09:42 Şaredarî bi der û dorên AKP'iyan tije kirin
09:05 Girtiyan ji Girtîgeha tîpa F a Kirikkale pêkanînên nû vegotin
09:04 ‘Hunermendên ku Leyla stran: Navekî din yê hunermendan berxwedan e
09:04 Kontrola tenduristiya çalakgerên li Girtîgeha Alanya nakin
09:03 Dayik: Min Huseyinê xwe winda kir bila kesên din demirin
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2019'AN
10/02/2019
21:14 Sîrwan Barzanî: Ger ev herêm têkeve kontrola Tirkiye dê hemû kurd koçber bibin
21:05 Saziyên Elewiyan berxwedêrên Strasboûrgê ziyaret kirin
19:14 Mirovên Aqîl Leyla Guven ziyaret kir: Em dê hewl bidin vî dengî bêtir bidin bihîstin
17:13 ‘Axekê ku em piyê xwe danin ser jî nehiştin’
16:24 ‘Pêvajoya qetilkirina me dewam dike’
15:23 Wezîrê Karê Hûndir Soylû dîsan HDP kir hedefê
15:05 Li Mêrsînê, Komeleya Colemêrgiyan hat vekirin
14:43 Bîlgen: Em di wê hêviyê dene bajêr xwe bi rêve bibe
14:09 Buldan: Li ser vê axê ne hişmendiya qeyûm dê jin bijîn
14:02 Namzetê Hevşaredarê HDP’ê yê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
13:43 Koçyîgît: Li dijî tecrîdê derketin, li dijî şer derketine
13:25 HDP'ê Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê Aşkere kir: Em dê bi hevre ava bikin
12:20 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi dirûşmeya ‘Jin bi hev re’ dakeve qadan
12:20 Kavak ê li bendêbû xizmên wî ji bin kavilan bên derxistin krîza dil derbas kir
12:05 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
11:43 Yên li Şeladizê hatin binçavkirin bi casûsiyê tên sucdarkirin
10:09 Gundiyên Xirabê Bava: Em bûyera 2 sal berê ji bîr nakin
09:28 Karkertên tekstîlê li dijî zama kêm dest bi kar nekirin
09:17 Ji girtîgehê name ji bo Leyla Guven: Sekna te biryara me xurt kir
09:16 Îmîr ji bo TOKÎ'yan hişyar kir: Ger birûxe wê bibe felaket
09:15 Kaya yê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin, bedêl çi dibe bila bibe em amade ne