Temellî: Leyla Guven pêşenga têkoşînê ye 2019-02-07 13:25:37 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku Leyla Guven bûye pêşengiya têkoşîna wan û bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re welat bi temamî hatiye tecrîdkirin û got: "Em dikarin dawî li vê rewşê bînin." Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) li Enqereyê civîna hevserokên rêxistinên bajaran li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî beşdarî civînê bû û di destpêka civînê de axivî.    Temellî diyar kir ku bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re welat bi temamî hatiye tecrîdkirin û got: "Ji 5'ê Nîsana 2015'an ve em balê dikişînin ser tecrîdê. Me got, heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome wê ev welat ji hiqûqê, ji edaletê dûr bikeve û gotinên me jî mixabin piştrast bûn."   Temellî anî ziman ku bidawîkirina tecrîdê re dê pirsgirêka demokrasî û aştiyê ya welêt çareser bibe û wiha domand: "Mixabin heta niha gaveke erênî di vî warî de nehatiye avêtin. Berevajî, welat roj bi roj ji edalet û hiqûqê dûr ket. Ji ber polîtîkayên desthilatdariyê yên ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve pêk tîne, welat veguheriye navenda pirsgirêkan. Pirsgirêkên giran her zêde dibin. Ji bo pirsgirêk çareser bibin divê tecrîd bi dawî bibe."   'LEYLA GUVEN PÊŞENGA TÊKOŞÎNÊ YE'    Temellî got tevî bêhiqûqiya giran jî ew têkoşîna xwe didomînin û Hevseroka KCD'ê û parlamentera partiya wan Leyla Guven li refên herî pêş ên vê têkoşînê ye.   Temellî bi bîr xist greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 92'an de ye û wiha got: "Rewşa Leyla Guven ketiye qonaxek gelekî krîtîk e. Roj bi roj rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven nebaş dibe. Ev yek dibe ku rê li ber encamên giran ên telafiya wê nepêkane veke. Lewma divê em dereng nemînin û bi berpirsyariya xwe rabin. Ji bo dengê Leyla Guven li her derê bê bihîşstin divê em bi wezîfeya xwe rabin. Me li Meclîsê du rojan nobeda edalet, aştî û demokrasiyê girt û xwest balê bikişînin ser greva birçîbûnê. Kar û barên hikumet pêwîste di vî warî de bike, me bi bîr xistin. Hîn jî xwe ker dikin. Xemsariya li greva birçîbûnê pirsgirêkan ne tenê mezin dike, hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne dixe nava rîskê. Eger rewşeke nebaş biqewime wê desthilatdarî ji vê yekê berpirsyar be."   'TALANKIRINA HIQÛQ Û EDALETÊ YE'    Temellî destnîşan kir ku desthilatdarî hiqûqê talan dike û wiha pêde çû: "Daxwaz vekirî ye. Divê Birêz Ocalan karibe bi rêk û pêk malbat û parêzerên xwe bibîne. Nedîtina vê daxwazê talankirina hiqûq û edaletê ye. Ne tenê em vê dibêjin. Di biryarên Yekîtiya Parlamenteran a Konseya Ewropayê de jî ev yek tê destnîşankirin. CPT di van mijaran de dixebite. Ji bo çareserkirina vê bêhiqûqiyê divê hevdîtinên bi malbat û parêzeran re dest pê bikin."   Temellî da zanîn li gel Leyla Guven zêdeyî 300 girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê 54 roj in di greva birçîbûnê de ne û ne dikarin vîtamînê bigirin, ne jî di nava şert û mercên baş de dikarin çalakiya xwe bidomînin. Temellî diyar kir ku ji vê jî wêdetir îşkence li çalakgerên greva birçîbûnê tê kirin û xwest dawî li pêkanînên nebaş ên li girtîgehan bê anîn û daxwazên hiqûqî bi cih werin anîn.   Temellî çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê û Sebahat Tûncel, Selma Irmak û hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav kir.   'ERDOGAN FERMAN DIDE Û DARAZ JÎ PÊK TÎNE'    Temellî anî ziman ku daraz bi fermanên ji Qesra Erdogan tên tevdigere û got: "Tevî ku bêhiqûqî li her derê bi cih bûye, civak bêdengî ye û ev bêdengî cihê tirs û fikaran e. Ez bang li alîgirên demokrasî, aştî, azadî, edalet û mirovên xwedî wijdan dikim. Em dikarin dawî li vê rewşê bînin. Ji bo vê jî em guh bidin wijdanê xwe."