MÊRDÎN - Derket holê ku fermana binçavkirina rêveberên HDP û DBP’ê yên Mêrdînê, Wezareta Dadgehê Suleyman Soylû daye.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi rêve bir de, di saetên serê sibê de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Ali Sincar, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê yê Mêrdînê Şehmûz Çalkan û rêveberên partiyê jî dinav de 13 kes hatin binçavkirin.
Derket holê ku operasyona binçavkirinê ya mijara gotineyê, derbarê bernameya danasîna namzetên hevşaredariyên bajêr a bi tevlîbûna Hevseroka Giştî Pervîna Buldan a di 30’ê Çile de pêk hatibû deye.
Hat îdîakirin ku di bernameya danasîna namzetan de “propagandeya rêxistinê” hatiye kirin. Siyasetmedarên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin.
SOYLÛ HEDEF NÎŞAN DABÛ
Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, di 2’yê Sibatê de li Qesra Ihlamûrlar a Keçîoren a Enqerê bi mûxtaran re hatibûn gel hev û di vê civînê de HDP kiribû hedef. Soylû di civînê de derbarê civîna danasîna namzetên HDP’ê yên Mêrdînê de ev tişt gotibûn: “Li Mêrdînê 300-500 kes, qaşo namzetên HDP’ê eşkere dikin. Qafê wan eyniye. Bi fermana hinekan li ser heman xalê diçin. Sirûda gerîla dixwînin. Em niha tişta pêwîst dikin û li aliyê din em bangî gelê xwe dikin ku hin tiştan bikin. Niha terorîst dimirin û em terorîstan dikujin. Parlementerên dixwazin her ser cenazeyên wan hene, dê ka bila biçin û wam wan bibînin. Dê ka bila biçin.”