Soylu fermana operasyona li dijî siyasetmedarên Mêrdînê daye! 2019-02-07 13:07:25   MÊRDÎN - Derket holê ku fermana binçavkirina rêveberên HDP û DBP’ê yên Mêrdînê, Wezareta Dadgehê Suleyman Soylû daye.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi rêve bir de, di saetên serê sibê de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Ali Sincar, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê yê Mêrdînê  Şehmûz Çalkan û rêveberên partiyê jî dinav de 13 kes hatin binçavkirin.    Derket holê ku operasyona binçavkirinê ya mijara gotineyê, derbarê bernameya danasîna namzetên hevşaredariyên bajêr a bi tevlîbûna Hevseroka Giştî Pervîna Buldan a di 30’ê Çile de pêk hatibû deye.  Hat îdîakirin ku di bernameya danasîna namzetan de “propagandeya rêxistinê” hatiye kirin. Siyasetmedarên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin.    SOYLÛ HEDEF NÎŞAN DABÛ    Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, di 2’yê Sibatê de li Qesra Ihlamûrlar  a Keçîoren a Enqerê bi mûxtaran re hatibûn gel hev û di vê civînê de HDP kiribû hedef. Soylû di civînê de derbarê civîna danasîna namzetên HDP’ê yên Mêrdînê de ev tişt gotibûn: “Li Mêrdînê 300-500 kes, qaşo namzetên HDP’ê eşkere dikin. Qafê wan eyniye. Bi fermana hinekan li ser heman xalê diçin. Sirûda gerîla dixwînin. Em niha tişta pêwîst dikin û li aliyê din em bangî gelê xwe dikin ku hin tiştan bikin. Niha terorîst dimirin û em terorîstan dikujin. Parlementerên dixwazin her ser cenazeyên wan hene, dê ka bila biçin û wam wan bibînin. Dê ka bila biçin.”