HEWLÊR - Asayîşa Hewlêrê îro careke din mudaxeleyî çalakgerên jin yên li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û 5 xwendekarên Mexmûrê jî binçav kirin.
Endamên Meclîsa Îştar ku di 30’yê Çileyê de li ber nûnertiya NY ya Hewlêrê, li dijî tecrîdê û bi armanca destekdayîna Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribûn, careke din rastî mudaxeleya asayîşê hatin.
Hêzên Asayîşa Hewlêrê piştî nîvro hatin ber nûnertiya NY û mudaxeleyî kirin. Di mudaxeleyê de hemû tiştên çalakgeran hatin desteserkirin. Her wiha 5 xwendekarên kampa Mexmûrê ku bi armanca destek dayîna hatibûn cihê çalakiyê, hatin binçavkirin.
Tevî mudaxeleyê jî çalakiya jinan berdewam dike.
Asayîşa Hewlêrê di 31’ê Çileyê de jî mudaxelyî çalakgeran kiribûn û konê wan desteser kiribû.
Ji xwendekarên hatine binçavkirin navên 4 kesan wiha ne: Egîd Uren, Orhan Îke, Hisên Tallî û Xebat Mistefa